9 kere leyla

 Ezel Akay

 Ezel Akay Ozlem Lale Ugur Saatci

 2020


 tirkiye

 tirkî

 112

 komedî

  (1970.01.01)

 xelîl (2020.12.05)

 Adem ji bo bi metresa xwe ya bi nabê nergîz re bizewice, divê ji hevjîna xwe ya 20 salan, leylayê, cûda bibe lê dûrxistin û kuştina leylayê ne gengaz e.


9 kere leyla - Tirşik

9 kere leyla


. Fîlma ku li ser netflixê hatiye weşandin. Wek lîstikvan haluk bilginer û demet akbağ dilîzin. Ji xwe listîkvanek wek haluk bilginer, ê ku senaryoyên bi kalîte ji xwe re dibêjere, di fîlmek an jî rêzefîlmek de listîbe, teqez ew fîlm, fîlmek baş e. Fîlm qala kalemêrekî bi navê adem ê ku dixwaze jina xwe ya 20 salan, leyla, berde û bi metresa xwe ya ciwan û bedew, nergîz, re bizewice dike. Adem bi gelek rêyan dixwaze leylayê dûr bixe lê naqede. Fîlmek rengareng e û di standardên fîlmên netflixê de ye lê tenê rexneyekê min heye: dewsa ku peyama bingehîn a fîlmê bi awayekî nepen û neyekser bidin, di dawiya fîlmê de hema wek reklamên spot ên giştî yên saziyên fermî her tiştê vegotine, ev jî tahma filmê li gorî min hinek xera kiriye. Pûana min 75.






  • 9 kere leyla0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 75
(imdb: 3.7)
pûanê bide fîlmê: