breaking bad

 Vince Gilligan Terry McDonough Johan Renck MORE

 Vince Gilligan Peter Gould George Mastras

 2008


 amerîka

 îngîlîzî spanî

 49

 tawan-sûc dram rageşî

  (1970.01.01)

 afa (2021.01.27)

 Rêzefîlmek e, gelek pesin li ser tên kirin, mamosteyek kîmyayê û xwendevanek wî yê berê bi hevre methamphetamine (tozekî wek eroîn û esrarê, ne ew lê tiştek wisa) çêdikin, difiroşin, mala xortan xira dikin, kar û barê wan tev bi mafyayan re ye, mixabin pûana imdb ji bonê 9.5 e, lê bi ya min 7 ya dike yan nake.


breaking bad - Tirşik

breaking bad


. rêzefîlmeke ku hê neqediyayî bûye efsane.
meha pêşiya me wê sezona nû û dawîn, sezona pêncemîn destpê bike.
rêzefîlm derbarê mamosteyeke kîmyayê ye ku hal û wextê wî ne xerab be jî piştî teşhîsa kansera asta dawîn de, digire, dikeve tengasiya aborî.
ji ber ku him mesrefên wî yên ji ber nexweşiya wî gelekî zêde ne him jî dixwaze ku piştî bimire ji zarokê xwe yê biçûk û yê mezin lê seqet re pêşerojek bihêle.
mixabin ev yek bi maeşa wî ya mamostetiyê ne pêkan e. li ser vê yekê masmoste walter white bi riya xendakarekî xwe Jesse Pinkman, tiryakê nas dike ku jê re methamphetamine an jî meth tê gotin û rastiyê de madeyeke kimyewî ye. weke tê aqlê we, çêkirina vê tiryakê tê aqlê walter jî û dest bi çêkirina met'ê dike. lê piştî dikeve nav vî karî cûr bi cûr sûcên din jî dikeve jiyana wî û êdî bixwaze jî nikare derkeve ji ber ku vî karî gelekî baş dike.

cihê vê rêzefîlmê cem min gelekî cuda ye. ji aliyê kişandina sahneyan gelekî orjînal e û temaşeya wê li mirov gelekî xweş tê. ji aliyê din mijara wê têra xwe balkêş û ne ji aqil dûr e. her wiha lîstikvaniya walter û jesse, dijberiya walter û jesse, hevaltiya walter û jesse, dijminiya walter û jesse, hevkariya walter û jesse rihê fîlmê diafirîne.

rêzefîlmê de sahneyên wisa hene ku mirov heçko yek ji karakterên fîlmê be dikeve heyecanê û ditirse, yanî aksîyona wê têra xer heye. lê ji aliyê din ve -ez wisa mînak bidim- beşek heye ku ew beş bi temamî ji sahneyek pêk tê ku vê sahneyê de walter dikeve li pey kuştina mêşekê. ev qas jî dikare biaram be yanî.

welhasil ji bo hezkerên rêzefîlmên biyanî, vê fîlmê pêşniyar dikim. lê aliyeke wê ya xerab ew e ku navberên gelekî dirêj didin sezonan: bi qasê 10 mehan!! lê jixwe sezona dawîn 11ê beha bê destpê dike loma hûn niha destpê bikin hûn ê weke mîn qet nemînin li benda destpêkirina sezonan.



Array. dema wî rêzefîlmê de ez dikevim helecanikE o gömin te



Array. sezona nû destpêkiriye. eslê xwe de ne sezona nû ye, bi beşa 05/09 berdewam dike. beşa ewil de zêde atraksiyon tune lê bi giştî vê rêzefîlmê de piştî beşên wisa tiştên ecêb diqewimin. ji niha ve beşa 10mîn meraq dikim.

----spoiler----
vê beşê de hank bi rastiya walter dihese û êdî baş dizane ku walter eslê xwe de heisenberg e. lê dema vê yekê ji walter re dibêje, walterê ku êdî em zanin tam bûye psîkopat, gef li wî jî dixwe. xuya ye navbera wî û hank de wê şerek mezin biqewime.
----spoiler----



Array. rêzefîlma ku min ji hevalan pirr bihîstiye lê ez newêrim destpê bikim.lewra pêşniyara ku dawiyê min guh da "rêzefîlma Lost" bû û bi min ew jî li tiştekî nemînabû,mixabin.



Array. rêzefîlma ku sezona dawîn dilîze û wê piştî 7 beşan xelas bibe.



Array. rêzefîlmekî ku ji aliyê zimanê sînemayê ve pir serkeftî ye. werin metamfetaminê.



Array. min li beşên 5-11 û 5-12 nû temaşe kir.
weke berê dîsa ev beş jî tije sûrprîz in. mirov gelek caran vê rêzefîlmê de nikare senaryoyê texmîn bike.

---spoiler---

Walter White; kuro welleh ev çend sezon in ku li hemberî herkesî te diparêzim û mafdar dibînim lê êdî ez jî ji manûplasyonên te kerixîm. bes derewan bike lo ma tu carekê jî rasterast rastiyê bibêjî, tuyê bimirî? wet nebe ji skyler û jesse re derewan nebêje, jixwe ew êdî zanin kîjan rast e kîjan ne.

skyler; tu hê jî dêlik î. eyn wisa dewam bike.

Jesse Pinkman; tevlîkirina te ya vî karê tekane çewtiya ku walter kiriye, ye. kuro wekî tu gûyek dixwî û tevlî vî karî dibî nexwe tu çima sedem/encamên vî karî napejirînî. ma te got karê tiryakê baxşê gula ye? xuya ye tu wê bibî bela serê walter, belkî jî bibî sedema dawiya wî. ger gava dawîn tu bi awayekê wî xelas nekî û xwe li wî nedî efûkirin, xwedê te jî nehêle.

Hank Schrader; zilamek rast û dûrist î. lê te dikariya carekê guh bidî walter û lê guhdar bikî. bi vî awayî tu jî weke herkesî yî.

Marie Schrader; kezîkurê vê rêzefîlmê de mirovê herî ne-normal û nexweş tu yî. tu çawa dikarî walter û kirinên wî darizînî? hema ji kerema xwe re ji ofîsa psîkîyatra xwe dernekeve bes e.

Saul Goodman; dema perê te were dayîn seyek ecêb kêrhatî yî. lê weke din bênamûsek yekta yî.

---spoiler---

oxweş! min dilê xwe hinekî hunik kir.



Array. rêzefîlma herî organîke.hank zava û bacanxê hêjaye.mîzaheke hurgulî gelek xurt tê deheye.rêzefîlmeke sîpere.kurê xelkê çêdikin ez çi bêjim.



Array. min niha 3 beş ser hev temaşe kir û matmayî mam/şaşwaz bûm/mest bûm/aciz bûm/bihêrs bûm/xemgîn bûm lê bi tu awayî kêfxweş nebûm. sibe belkî berfirehtir jî binivîsim.
ez bawer im heftiya bê wê bûyerên xweştir biqewimin.



Array. rêzefîlmê ku ezê îşev biqedênim.
heçîyê spoiler bidê bila kerdoxan bikevê xewna wî de.



Array. rêzêfîlma ku niha di şopînim...



Array. bi fînalek wisa xelas bû ku heta niha min fînalên gelek kêm rêzefîlman de evqas zewq standiye. weke piştî hemû rêzefîlmên hêja, dîsa morala min ji ber xelasbûna rêzefîlmê xera bû. fînal çiqas xweş be bila bibe, dîsa jî mirov xemgîn dibe.
ev rêzefîlmê di nav rêzefîlmên ku min temaşe kiriye de yek ji yên herî baş bû.
ji bo yên din: battlestar galactica, spartacus, lost(fînal ne lê) û hwd.

--- spoiler---

min 3-4 beşên dawîn ser hev temaşe kir. di van 3-4 beşan de rêzefîlm ewqas vir û wir de guherî ku serê min gêj bû. ew rêzefîlma ku kariye li ser mêşekê beşek bikişîne hat wî astî ku hemû karakterên ku ev bi salan in binê wan psîkolojiya wan dihata neqşkirin, yek bi yek hilweşiyan, biryarên dramatîk standin û mirin û kuştin.
her çiqas walter dawiyê de ji jina xwe re gotibe ku "erê min van hemûyan ji bo xwe kir. hingî di karê xwe de baş bûm, ev îş bi min xweş hat û hwd.." lê dîsa jî eslê xwe de rastî jî hemû tiştî ji bo malbata xwe kiribû. vê sahneyê de tenê tiştên ku skylerê dixwest bibihîse, got. lê bi van gotinên îronîk jixwe skyler jî bawer nekir û vê carê skylerê bixwe jî hîs kir ku çiqas rast bin an jî ne rast bin jî hemû kirin û sûcên walter ji bo malabata xwe bû. walterê ku jesse'yê xayîn weke malbata xwe didît û loma dawiya dawîn wî ji mirinê xelas kir, walterê ku hemû sezonan da hûr bi hûr li ser hestiyariya wî ya ji bo malbata wî, hat sekinîn, çawa dikare di vê îtîraf!a xwe de samîmî be. helbet ev îronîyek bû.
jessê'yê sor û zer, sahneya fînalê de nekuştina walter, te xelas nake. ê ku bû sedem ku tu bikevî îşkenceyê û hezkiriya te bimire, ê ku bû sedema belavbûna malbata walter û mirina walter bixwe û hevalê wî hank, rasterast îxaneta te bû. ger ne wisa bûya, walter jixwe dest ji kar berdabû her tiştî plan kiribû. lê ji ber lawaziya kesayetiya te...

mirina todd û dêlika şîrika wî Lydia jî gelek baş çêbû. todd hember ehmeqbûna xwe dîsa jî xwe gûyek dihesiband. mirina wî ya zindî-zindî baş çêbû. lê gêjê gêj, piştî artêş xelas dibe şûna ku bireve an jî mamê xwe fîlan kontrol bike, diçe ber pencerê û heyran heyran li plana walter dinêre. wekî tu ewqas heyranê walter î, çawa dikarî biwêrî ku dijî wî planan çêbikî gêjo? lydia jî piştî evqas bênamûsiyan mirinê ji zû ve heq kiribû. mirina wê jî gelekî xweş bû; hêdî hêdî û bizanistî û di nav bêçaretiyê de...

dawiya dawîn walter white an jî heisenberg, beşa dawîn de hawirdor gelekî baş paqij kir, heq neke jî jesse azad kir û ji malbata xwe re jî pere hişt. her wiha sahneya dawîn de walter bi zanistî dest avêt maskeyê û dest da amûrên li laboratuvarê ku jesse ji vî karî xelas bibe û were bawerkirin ku her tiştî dîsa walter kiriye. bi vî awayî qenciyek din li jesse kir. jixwe wê ji ber kanserê bimira, niha bi guleyek mir. jixwe ev mirin jî ji mirina ji ber kanserê û di nav tenêtiyê de, xweştir e. yanî eslê xwe de ev fînal fînalek baş bû.

--- spoiler---

xwezî min aniha bikariya hemû bîranên xwe yên der barê de ji bîr bikira û ji destpêkê ve dîsa temaşe bikira.



Array. Piştî vê rêzefîlmê, min jî biryar da ku ez ê jî dest bi pijandina metamfetamîn bikim :P dibêjin perakî hêja tê de heye * TenÊ di belavkirin û neqilkirinê de hinek problemên min hene :D



Array. rêzefîlma ku min texmîne nedikir jî jê hez kirin.
ev rêzefîlm van rojan populertir bû û êdî ji aliyê gelek mirovên cûda ve tê hezkirin û temaşekirin.
mirovên ku mi digot qey ger temaşe bikin, wê bêhna wan jê teng bibe...



Array. di playlîsta min de hinek guhertinan jî çêkiriye;
Knife Party - 'Bonfire'
alex ebert - 'truth'



Array. rêzefilma/helqa ku berev bi dûmahîkhatinêve, min destpêkirî sehkimê u di mawê 2-3 heftîyande ez gehiştim pişka dûmahîye li ser înternete online se'et çarî siharê sehkimê.
aha rêzefilmek wesa bî...
(bnr: pîs ketin)



Array. ew rêzefîlmê ku bi pratika lehengê xwe ya bi navê gustavo ve ji bo warê qaçaxçitî de methodên curbecur û bikêr nişanê me da ye.

bi qasê ku di bîramin de maye, yek ji methodên gotî ew bû ku heval gustavo bi salan şîrketekî xwaringehê dida xebitandin û dema ku berhemê wî ya xwarinê ji meksîka dihat amerîka ye, camêr di nav kamyonê xwe meth jî dixist û gava ku dihat barkirinê an jî di bacgehê de derbasî dibû, gumanê kesê tune bû ku heval methamin dide barkirinê...

xwedê rehme xwe lê bide, merivekî xwedî prensîb bû û bi mirinê xwe de jî dev ji prensibên xwe (wek girêdayîna kravatê) bernedabû.



Array. rêzefîlma ku textê (bnr: game of thrones) hejand
http://www.desktopbackgrounds.me/wp-content/uploads/2013/10/Game-of-Thrones-Breaking-Bad.jpg



Array. rezêfilmê ku bibe malzemeya pirtukekî. wê salê pêşîya me de ji alîya bryan cranston (walthe) ve pirtukek li ser "derew û veşare" vê rezêfilmê derkeve.



Array. rêzefîlma ku mijara wî gelek bala min kişand û min beşa yekemîn hê nû duhê barê kompîturÊ kir. ser xêrê be



Array. Ji bo hezkiryên vê zêrefilmê better call soul tê pêşniyarkirin ku mijara wê dihere berî çiroka volter white û jesse pinkman û serleheng jî parêzerê zirek û jîr soul goodman e.



Array. Rêzefîlma ku dest bi temaşekirinê kirîye(!) . Min beşa yekem temaşe kir. Hele binêrim ka rêzefîlmek çawaye Jon Snow ê GOT ê gotibu ji bo min rêzefîlme herî serkeftî breaking bad e. Madem ewqas pesnê dide herhal efsaneyek e.



Array. vê havîna derbas bûyî min lê temaşê kir, dema yek lê dinêre qet aciz nabe. [spoiler: Rêzefîlm li ser Walter White,kesekî mamosteyê Kîmyayê ye, derbas dibe. Piştî ku Walter White nexweş dibe û diçe nexweşxane dibîne ku qanserê lê dayê. Lê belê nakeve derdê nexweşî ya xwe de, piştî ku ji vê jiyanê koçber bû, wê çi bi jina (bnr: Skyler) wî, lawê wî (bnr: Walter White Jr.) ê xort û keça wî hê nehatiye dinyayê, ketîye derde wan. Ji bo vê yekê jî karê ku jê fehm dike, kîmyayê bikartîne. Bi navê metamfetamîn, cureyêke (bnr: tiryak)ê çê dike. Roj bi roj jî karê xwe mezin dike. Helbet çiqasî karê wî mezin dibe, serê wî ji di nav gû dernakeve. Welhasil min dixwest behtir jî qala rêzefîlm bikim, lê ji nivîsandinê westiyam. Finala wê jî li gorî rêzefîlmên din (bnr: GOT) dilê me rehet kir. (bnr: Ji vir ez dixwazim tiştekî bêjim, Skyler bi Xwedê tu ne ti qûnekî, qîza keran) ]



Array. Zafî mêrdiman na fîlmê Breaking Bad'î mi ra pêşnîyaze kerdê. Labelê ez hema zî seyr nîkerdo.



Array. J'xwe rêzefîlmekî efsane ye. Ne hewceye ez wesf bidim. Tişta herî balkêş ev e ku karakter û Senaryo tam di qerara xwe de kamil dibin. Yanî ti ferqa pêvajoya senaryo û karakteran ji pêvajoya Jiyanê nîne. Zaten j'ber ku di rêzefîlm de her tişt"normal" diherikê, ev rêzefîlm hêja ye



Array. rêzefîlma ku ez hertim bi prison breakê ra têkilhev dikim. nizam çima ? :/ mijara wan jî tu çiqas bivê ji hev cûda ne. *



Array. rêzefîlma ku karakterên resen derxistibû holê. jixwe ji ber vê yekê ye ku piştî xelas bû, rêzefîlmek li ser karakterê saul hat kişandin: better call saul û niha jî fîlmek li ser Jesse Pinkman hat kişandin: (bnr: el camino: a breaking bad movie). min li rêzefîlma saul temaşe nekir, loma nikarim şîrove bikim lê fîlma Jesse meraq dikim.



Array. Rêzefîlma ku bi replîka : i am not in danger, i am the danger/ Ez ne di talûkê de me, talûke bi xwe me di hişê min de mayî ye.



Array. rêzefîlma ku bi xeleka jesse ya ku li ber çêkirina methê matmayî dimîne û dibêje science, bitch! di hişê min de maye.






  • breaking bad0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 92
(imdb: 9.5)
pûanê bide fîlmê: