shoah

 Claude Lanzmann

 Claude Lanzmann

 1985


 fransa îngîlîstan

 elmanî Hebrewî polonî fransî îngîlîzî yewnanî îtalî

 566

 belgefîlm dîrok şer

  (1970.01.01)

 rizgarm (2021.03.29)

 Belgefilma di derbarê komkujiya cihûyan de bi gotûbêjên xwe yên ku bi merivên cûr be cûr re hatiye kirin agahiyên berfireh û dîrokî dide. Belgefilm di 11 salan de hatiye kişandin û bi qasê 10 saetan jî dirêj e.


shoah - Tirşik

shoah


. Belgefilma ku li ser komkujiya cihûyan hatiye amadekirin e. Wateya peyvê di zimanê îbranî de mîna "bablîsok" an jî "bahoz" e. Bi gelmeperî ji bo vê rûdana dijmirovî tê bi kar anîn. Kesên ku bi hezar şens û siûdî filitiye behsa hovîtî û barbariya ku li ser wan hatiye kirin dike. Pirî caran nikarin dawiya axaftinên xwe bînin. tu bêjî hema hema hemû li derê welatê xwe ne. Mîna amerîka û îsraîl. Xala dina ku bala meriv dikêşîne kesên ku bi cihûyan re cîrantî kirine ew hesûdî û çavsoriya wan hîn jî di dilê wan de ye. Dibêjin "belê me ji cihûyan hez nedikir lê me serpêhatiyek wisa jî ji bo wan nedixwest." Lê pir jî xem nakin. Niha ew di mal û dikanên wan de ye û kêfa wan li cihe. Kesên ku di van saziyên hovane de berpirsiyarî an peywirdariyek kiriye bersivên çewt û hevû din nagire didin. Gelek caran jî ditengijin û dilukumin. Lê dîsa jî bêyî ku jê biêşin an fedî bikin bersivan gorî xwe didin. Dîmen û şûnwarên deng jê hatiye birrîn û di qêrîn û zarînek zêmarî de her difetise tim li pêşberî me ye. Ew nizanin bêjin çi em nizanin û kes nizane bêje çi. Her xemgînî û her girî û bîranînên ku li gel nexwestina anîna bîra xwe bi cihên xwe yên qeyîm û zexm qet bê ku kêliyek bê ji bîr kirin ji mêjiyan dernakeve dê li çavê me fêrmeskan peyda bike. Bi rastî, ji wê çaxê de çawa ku kesî ji vê bobelata hovane tiştek fêm nekiriye dê mîna olanek bê bersiv di mêjiyê me de her xwe li dîwarên nezaniya bixe û taliyê biweste û mîna reşahiyekê xwe bide wir. Kesek cihû di cihekê de dibêje "heta vê rojê kesekê ewqas zext û zorî neanîbû serê cihûyan". Ez fikirîm û min got "ji ber nasnameyekê hatin darizandin û bi awayek wehşîtî hatin ceza kirin. Niha kurdên bêbext jî ji ber nasnameya xwe tên darizandin û ceza kirin. Mebesta min ne berawirdkirina êş û azarane lê her cara ku bobelatek tê serê me kurdan em her dibêjin heta vê rojê kesî ewqas zilm û zorî bi me nekiribû. Niha nizanim heta vê rojê me çendî caran wisa gotiye." Xelkên ku ji ber nasnameya xwe tên ceza kirin ez bawerim bêhtir ji hevû din fam dikin. Bi dilek xemgîn û keser min temaşe kir. Asoxîn tenê pirsek ma di hişê min de: "Çima?"






    • shoah0 daxistina giştî
    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= tune
    (imdb: 8.7)
    pûanê bide fîlmê: