a man who defies the world of bl

 Kôichirô Miki

 Izumi Kawasaki

 2021


 japonya

 japonî

 0

 komedî romantîk rêzefîlm

  (1970.01.01)

 biruya hayao miyazaki (2021.05.21)

 Rojek mobek fêm dike ku ew di hundirê "cîhanekê bl-yê" de dijî. Hemû xortên derûdorên wî de ne, hezkiriyên hev in, an jî wê bi tesadifekê qlîşeyên yaoiyan di nav demekê kurt de bibin hezkirî û ev ne tiştekî rêliberwêgirtin e. lê mob dixwaze hezkiriyekê wî ya keç hebe, lê di vê cîhanê de keç li wî nanerin. xortên çeleng û lewend ên ku dema dikevin nav civatekê ronî ji wan derdikeve û gul û çîçek û sosin vedibin û hema nebû dilên wan dikeve yekî. mob ji bo ku dilê yekî nekeve wî, hemû qlîşeyên yaoiyan dixwîne û dest bi berxwedanê dike.


a man who defies the world of bl - Tirşik

a man who defies the world of bl


. rêzefîlmekê blyê ya japonan e. ji şeş beşên kin pêk tê û di adara çûyî de hatiye weşandin. ji mangayekê hatiye adaptekirin û armanca afirandina wê jî rexnekirina mangakayên yaoi ye. ji ber ku hemû çîrokên yaoiyan li ser heman qlîşeyan ava dibin: seme dirêj, lewend û sergiran, uke stûdirêj, piştzirav û nazik in; fujoshi li her derê ne û xortên çeleng û xweş dikin ship. hwd. japon ne di romantîzmê de feqet di warê qomediyê de bi rastî ji tayland û taywan û koreya başûr baştir in. belkî jî ew gazî û hawarên wan ên peyvan hêmanekê xurt a qomediyê dide xerîbên mîna min. ji ber ku di cîhana bl-yê de dixwaze serleheng be, dixwaze mob be (lehengê alîkar), herkes potansiyela têkiliya hezkiriyê hildigirin. qehremana vê rêzefîlmê jî piştî xwendinên dirêj ên yaoiyan fêr dibe ku ew jî di talûkeyê de ye. heke bêhemdê xwe kitêbên xwe bixe erdê, li kuçeyê rastî serseriyekî bê, di baranekê de li benda otobusê be yan jî serxweş bibe, wê miheqeq seme an jî ukeyekî were yên ku gul û çîçek dora serê wan di nav roniyêkê de vedibin û di awirên ewilîn de wê aşiqên hev bin. loma ber xwe dide û naxwaze bibe hezkiriyê xortekî. di vê serpêhatiyê de gelek sehneyên qomîk derdikevin. heta niha ez di bl-yekê de hewqas zikopişto nebûbûm. lê divê hişyar bikim, heke tu manga an jî rêzefîlmên bl-yan nizanibî, nexwendibî, lê temaşenekiribî, wê ji bo te hemû hêmanên qomediyê bêmane bin. ji ber ku rêzefîlm/manga yekser rexnekirina mangayên/rêzefîlmên yaoi ye.






  • a man who defies the world of bl0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 85
(imdb: 7.1)
pûanê bide fîlmê: