corpse bride

 Tim Burton Mike Johnson

 Tim Burton Carlos Grangel John August

 2005


 amerîka îngîlîstan

 îngîlîzî

 77

 anîmasyon dram malbat fantastîk mûzîk romantîk

  (1970.01.01)

 hueyn (2021.08.07)

 Victor, amedekarîya zewacê dikir, bi Victoria re. Lê berî ku bizewice xwest ku gustîlkan biceribîne, yekê dike destê xwe ya din jî dike destê Bûka Mirî û piştî wê Victor derbasî jiyana miriyan dibe.


corpse bride - Tirşik

corpse bride


. Anîmasyonfîlmekê tim burton e ku bi metoda stop-motionê hatiye çêkirin. Mijara fîlmê li ewropayê di sedsala 19emîn de derbas dibe. Yek ji lehengên fîlmê viktor (bi dengê johnny depp) û dergistiya wî viktoria amadekariya dawetê xwe dikin lê tiştê ecêb ew e ku viktor bê hemdî bi mirîyekê (emily) re dizewice û bi hev re diçin welatê miriyan. Li aliyê din jî viktoria li hêviya viktor e. Çiqasî viktor li welatê miriyan girtî bimîne jî taliyê viktor û viktoria digihijin hev. Bi ya min beşa herî balkêş ew e ku wexta emily çend gotinan ji viktor û viktoria re dike û dibê "ez hij te dikim lê tu ne ya min î, bi saya te (viktor) ez bûm azad, niha jî ez te azad dikim". Her wiha strana ku emily gotibû jî gelek bi mana bû... Ya rast ez gelekî hej anîmasyonan nakim lê ev hêja bû. Divê ez spasiya pîroz bikim ji bo ku min hay ji vê fîlmê kir.



Array. Wek gelek fîlmên ku Tim Burton derhênerîya wan kirîye gelekî lê hêja ye û xweş e. Xemgînîyek tîr cîhên ku ji ber çîroksazî û gûftûgotîyan maye tije dike... Bi dilek sot hûn lê dinêrin lê ew şewatek xweş e, meriv heta dawîyê pê tehmişkî dibe. Piştî ku fîlm diqede çend xulekan jî hûn nikarin xwe ji bandora wê xwe xilas bikin..






  • corpse bride0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 82
(imdb: 7.4)
pûanê bide fîlmê: