Sacha Baron Cohen Alec Berg David Mandel
83
merwano (2021.12.20)
Dîktatorekî ku bi fehlan ji hikûmraniya xwe dikeve, ji bo demokrasî li welatê wî bi cih nebe dikeve nav hin rewşên bi talûke.
. filma ku 2012 an de ji aliyê Larry Charles hatiye kişandin e . |
|
Array. fîlmê ku min jî bi hevalan re darî kiriye ye. erê gelek parên têde kenê mirov tînê, bi taybetî jî demên ku tekîldarîya wan bi buyerên di rojevede heyî. lê dise jî fîlm ji serî heta binî bi nêrina rojavayî hatîye çêkirin. |
|
Array. filma ku piştî min hinekî din fikirî, puanê xwe guherend, hinek din zêde kir û kir 86,87 * |
|
Array. Yek ji fîlmên sacha baron cohen a ku mirov nerehet dike, ye. Di nav fîlmê de gelek rexne-qerf ji bo şarezayîya rojava û paşvemayîna rojhilat re hene.
[spoiler: Û herwiha dîyalogek tê de heye ku bala min kişand:
"zoe... please stop using that organic deodorant, we can gas the kurds with that."
"Zoe... tika dikim evê deodoranta xweyazî neemilîne, em dikarin bi wê kurdan xeniqînin."
Bawer im, Li wir îroniyek ji bo yek ji dîktatorên wê heyamê, sedam huseyîn ê ku li helebçeyê bi çekên kimyevî êrişê kurdan kiriye, re heye.
Dîyaloga din jî ku bala min kişand, a ku li dij demokrasiyê diaxife, ye. Li vir teswîra welatek nedemokratîk û xweşbûna wê dewletê dike, lê ew teswîr ji dewletek totalîter, zêdetir dişibe dewleta emerîkî ya ku navenda lîberalîzm û demokrasîyê ye.
vîdyoyê veke
|
|
Array. Fîlmê ku ger ne şaş bim, ev cara sisiya ye ku min temaşe kir. Di cûreya komediyê de dikarim bêjim cihê wê cûda ye ji bo min.
Di fîlm de cihê herî jê hez dikim, sahneya helîkopterê ye*
vîdyoyê veke
|
|
Array. Fîlmê ku serlehengê wê Sacha baron Cohen(bnr: general Aladdin) e. Cureyê fîlm komedîya absurd e. Gelek rexneyan him li ereban(bnr: rojhilata navîn) û him jî li demokrasîyên rojavayî dike. Dema ku qala başiyên dîktatorîyê dike, rexneyeke ecêb baş derdikeve holê ku dema em welatan biguherînin hemû tişt ji bo vir jî derbasdar in. Ji ber ku armenceke fîlm kenandin e. Ez bi têra xwe pê kenîyam jî û dikarim bêjim ji vî alî ve serkeftîye. Lê ji aliyê teknîkî ve nikarim tiştekî bêjim ji ber ku di vê mijarê de zanîneke min a kûr tuneye. A ji were axaftina general Aladdin
vîdyoyê veke
|
|