siberiade

 Andrey Konchalovskiy

 Valentin Ezhov Andrey Konchalovskiy

 1979


 yekitiya sovyet

 rûsî elmanî

 190

 dram dîrok romantîk şer

  (1970.01.01)

 rizgarm (2022.03.17)

 Filma ku di sala 1979 an de ji aliyê derhênerê rûsî konçalovski ve hatiye kêşan e. Bi daxwaziya partiya komunîsta wê çaxê ve ji bo çîroka kişfkirina petrola sîbîryayê hatiye kişandin. Ji ser sê nifşên malbatekê behsa vê meseleyê dike. Heman demê dîsa ji ser vê malbatê behsa dîroka sedsala 20. jî dike. Her çiqas bi daxwaziya çîroka kişfkirina petrolê hatibe kişandin jî filîm tenê li ser vê mijarê nesekiniye. Bi meseleyên dîtir ev çîroka qewîtir û geştir kiriye. Cihê mixabiniyê ye ku ev filma xweşik edetî bi salan e ji gel tê îzole kirin û hê jî nirxa ku divê bibîne nedîtiye.


siberiade - Tirşik

siberiade


. Film derheqê sê nifşên malbatekê de ye ku qedera hemûyan nêzî hev e û cih û warê wan bûye cinet û cehnima wan. Di heman demê de kurteyek ji dîroka ûris ya sedsala 20. e. Film ji aliyê partiya komunîst bi bûtçeyek mezin hatiye piştgirîkirin û kişandin. Senaryonivîs û derhênerê filmê andrey konçalovski ye. Ev derhênerê serkeftî heman demê de birayê lîstikvan û derhênerê navdar ku di vê filmê de jî cih girtî nikita mihalkov e. konçalovskî fêm kiriye ku nikare ji bin vê barê derkeve bangê hevalek xwe yê din jî kiriye û du senaryonîvîsa encax ev bara hildaye. Lê dîsa jî rêvebiriyê ne ecibandiye û tevî ku filîm xelat girtiye jî gotegot û kurtepistên li paş sernaryonivîs derketine mecbûr hiştiye ku koçî dya yê bike. Piştî van agahiyan heke em werin ser filîm, him rexneyê tîne ser rêveberiya komunîst û him jî bi pesn û wesfên girs derdixîne asîmana. Çi bi dîmenên berbiçav çi jî yên veşartî. Filîm ji serdema çariyê dest pê dike. Yanê ji demsala zivistanê dest pê dike û berê ve buhar û havînên bi xwezayê ve yekbûyî tînin pêş me. mebesta filîm ya sereke petrol derxistina welatên sibîryayê ye. Bi metaforên xwe yên veşartî, çîrokên xwe yên ku bi xalên biçûk bi hev ve tên girêdan û bi hûrgulî, sehne û dîmenên xwezayî, lîskvan û lîstikvaniyên serkeftî şahiyek mezin ji bo bîneran pêşkêş dike. Ji du beşan pêk tê. Beşa ewil behsa berî şoreşê û şoreş û piştî şoreşê dike. Beşa duyem behsa salên şêstî dike. Yanê karin bêjîn behsa serpêhatiya dîtina petrolê dike. Derhêner beşa ewil bi hûrguliyên ne kêrhatî fetisandî ye. Jixweber mirov xilmaşî dibe. Lê beşa duyem hebekê din zindî û herikbar e. Ez ji beşa duduyan qet aciz nebûm. Filmek serkeftî û xweşik bû. Bi rastî hêjayê pesna ye. Lê nehatiye cihê ku heq kiriye. Gelek kêm kes û malperan wesf û pesnê filmê daye . Lê mîna min got hêjayê darî kirinê ye. Her tiştî bidin alî ev muzîka filmê ku ji aliyê çêkerê mûsîqayên filman edward artemievê ku ji bo filmên tarkovskiyê hêja jî muzîk çêkirine bi her tiştî ye :






    • siberiade0 daxistina giştî
    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= tune
    (imdb: 7.9)
    pûanê bide fîlmê: