gelecek uzun sürer

 Özcan Alper

 Özcan Alper

 2011


 elmanya fransa tirkiye

 tirkî kurdî

 108

 dram

  (1970.01.01)

 pêşewa (2022.07.09)

 Keçikekî ermenî ji stenbolê radibe tê amedê ji bo teza zaningeha xwe. Ev teza cikvaknasiye û mijara wê ser çîrok û kilamên ku mirovên salên 1990 an hatî wênda kirin û qetil kirinê ye. Ew keçik dema tê amedê ser vê dixebite wê demê haj êş û janê xwe yî dinê û evînê jî dibe.


gelecek uzun sürer - Tirşik

gelecek uzun sürer


. Fîlma özcan alper e. Li fîlmê lîstikvan zimanê tirkî, kurdî û ermenî xeber didin lê zêdehî bi tirkî ye. Fîlmekî pir dramatîk e, ez kengê sehneyekî ji vê fîlmê bibînim xemgîn dibim. Zêdehî jî him rastiya jiyanê him rastiya axa me dide ber çavan. Lîstikvan jî serkeftî ne, herî zêde jî min lîstika durukan ordu eciband. Li vê fîlmê jiyana amedê ya rojane mirov bi çavekî din dibîne (fîlm 2011 da hatiye çêkirin, gorî wê demê helbet). Wekî din min soundtracka fîlmê jî pir eciband:

Xelatên fîlmê: 2011 - Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Kerala - Xelata FIPRESCI 2011 - 18. Mihrîcana Fîlman Altın Koza- xelata mûzîka herî baş 2011 - 18. Mihrîcana Fîlman Altın Koza - SİYAD xelata fîlma herî baş 2011 - 18. Mihrîcana fîlman Altın Koza - xelata Yılmaz Güney 2011 - 18. Mihrîcana fîlman Altın Koza- xelata lîstikvanê mêr ê herî baş 2012 - Mihrîcana filman Vesoul Asya - xelata çîroka herî başî resen






    • gelecek uzun sürer0 daxistina giştî
    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= tune
    (imdb: 6.6)
    pûanê bide fîlmê: