58039. (bnr: seîdê hemo)
Dengbêjê dengzîz li gor hin gotegotan gava kilam gotî camên malê li ber dengê wî yê zîz şikestine, bi navê seîdê hemo jî tê naskirin. Ji Cizîra Botan e. Kilam û stranên gelek xweş gotine. Hemwextê hesen cizrawî û mihemed arifê cizrawî ye. Hingî dengê wî xweş bû û di nav gel de dihat naskirin û stranên welatparêzî digotin ji cizîrê ji aliyê ataturk û îsmet inonu ve tê mişextkirin(sirgunkirin). Ji cizîrê berê xwe dide başûr. Stranên wî di radyoyên wî çaxî de wek mînak radyoya bexdayê pişka kurdî li welat belav dibin. Dawiyê bêriya welat wî ji qehra dibeicîne ji bo bê efokirin strana kemal kemal dibêje. Werhasil tê efokirin vedigere cizîrê lê piştî demekî dîsa ji ber ku stranên welatparêzî dibêje tê mişextkirin. Seîdê Hemo hêj ciwan di temenekî hindik ds dimire. Hinek dibêjin mihemed arifê cizrawî û hesen cizrawî ji zikreşiyê jehr dane seîdê hemo û bi vî awayî miriye. Çi qa rast e kes nizane.
Stranên wî:
ew milkê kurda
ehmedê mala musa
Dewrêşê Evdî
Ax de loy loy, lo Sowaro
Vî Seqlanî helame
Çûme bajarê Zaxokê
Ehmedê mala Mîsa
Ew Bexdayê Paytexte
Lê lê nemînê, xata mîrata Digûrê
Yar Gewrê deb(Bav) Gewrê xulama Endîwerê
Hey Melawo Melawo
|