1. tişta ku min heta niha ket nekiriye lê bi min tiştekî xweş e. ji ber ku ji telefonê nivîs xwendin gelek xweş e. carekê min di telefonê de nivîsek xwendibû û paşê dema li malê li ser komberê bûm, dîsa rast lê hatibûm û matmayî bûbûm. ji ber ku nivîs ew qas dirêj bû ku min qet hêvî nedikir nivîsek wisa dirêj bixwînim. |
|
29.06.2014 01:24 |
brusk56
|
2. çalakiya ku tu car min hij jê nekir, dilê min jê re germ nebû.. |
|
04.03.2015 00:24 |
ferhenga şikestî
|
3. Karê min o ke gama ke ez ronişena metro, metrobûs ûsn. telefonê xo ra kitab wanena. |
|
04.03.2015 01:22 |
endazyar
|
4. (bnr: ji telefonê tirşik xwendin) |
|
04.03.2015 07:53 |
brusk56
|
5. (bnr: kindle) |
|
22.04.2015 19:26 |
kurê xelkê
|
6. (bnr: calibro) |
|
22.04.2015 23:04 |
seydayê_peyvan
|
7. yên belaş û herî xweş hebin parvekin |
|
23.04.2015 12:29 |
shorbevan
|
8. Tiştê ku bi min pir xweş e, bi taybetî ji aliyê aborî de pir bi kêrî min tê. Lê ji ber ronahiya dîmendera telefonê hindik maye ez kor bibim. Rindê ku pargîdaniya bi navê yotaphoneê a rusan telefoneke bi cot dîmenderî çêkiriye. dîmendera pêşîya telefonê normel e lê dîmendera paşiyê bi teknolojiya e-inkê (e-hibir) hatiye çêkirin. ji bo kesên wekî min ew teknolojî pir baş e. |
|
27.04.2016 14:42 ~14:43 |
remlavêj
|
9. pir zehmet e. ji telefonê nûçe-xwendin tenê bi serê xwe min diwestîne, ka ezê çawa pirtukan bixwînim. xweş e mirov ji telefonê pirtuk bixwîne lê ji yê bikare re. |
|
27.04.2016 15:59 |
azadixwaz
|
10. (bnr: samsung note series) |
|
27.04.2016 16:28 |
cinorek
|
11. telefona min î andorîd nîn e ji ber vê yekê ez nikarim ji vê derfeta îstîfade bikim. Lê hebûya jî min bikarnetanî. Qet min jê hez nekir.. |
|
27.04.2016 18:44 |
elegezêra
|
12. bi qasê pirtûka rastîn ne xweş be jî, ne xerab e. |
|
27.04.2016 20:08 |
simurg56
|
13. hebekî zehmet e, ji ber rÊwiyên meraqdar, heçku gûyek hebe, çavÊn xwe beloq dikin û li telefona meriv dinÊrin.. |
|
27.04.2016 22:08 |
ferhenga şikestî
|
14. mixabin, tiştê ku ez nikarim bikim. ji telefonê nivîs xwendin, li ba min dişibe fast food. erê têr dike lê, ez dinepixînim, ava tirş ji qirika min tê. kêrî tiştekî nake. |
|
16.01.2018 18:57 |
biruya hayao miyazaki
|
15. Min her sê pirtûkên sisiyaneya (bnr: the hunger games) bi kurdî lîstikên birçîbûnê bi yekem destêlê xwe ya jîr û destdanî xwendibû. Lê pêşniyar nakim. Ji aliyê çêja xwendinê ve tiştek ji min nedibir lê çavên min zehf diêşand. Çav jê girîngtir e welle. Min cara yekem baş nekir, xwe berda bûm pê xwendinê. Lê belê zû werqilîm. Ji xwe re e-pirtûk xwînerekî kirî jê xelas bûm. Ev çavê yekî aciz nake wekî rûpela pirtûkan e. |
|
16.01.2018 20:27 |
bilbilê dilkul
|
16. tiştek gelek bifeyde ye, çiko tu dikarî hemû pirtukên xwe di telefonêda kom bikî û ji xwe re bigerînî û herî ku ji ew derê bixwînî. |
|
17.01.2018 04:18 ~04:18 |
aqilkêm
|
17. Ji bo pirtûkên ku bi zimanê biyanî ne, re gelek ideal in ji ber ku ev pirtûk li derve zehv biha ne. Lê di torrentê de kesek dikare van pirtûkan bihêsanî û herwe daxîne û bi sepan û amûrên wek kindle, google books û lithium re li her cihê bixwîne. |
|
15.10.2018 23:43 |
xelîl
|
18. karê ku min zêde diwestîne ji ber ku xwendina pirtûka bi piranî ji nîv seatî bêhtir wext dixwaze, çavên min jê aciz dibin. |
|
03.06.2021 19:15 |
merwano
|
19. Kiryara ku ez qet jê hez nakim. Ji xwe bala mirov belav dibe û çav jî dibetile. |
|
04.06.2021 00:44 |
xabûrî
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |