1. nivîskareke ku ez ne xelet bim ji rojavayê kurdistanê ye, xwediyê pirtûk û ferhengeka bi navê ferhenga etîmolojiya kurdî ye, ji nav weşanên nûbiharê derçûye, pirtûka çapkirî hêja neketiye ber destê min, lê beşek ji pirtûke bi forma pdf li cem min heye, û ji wê beşê dikarim bêjim ku ferhengeke serkeftî ye.. |
|
15.04.2015 13:47 |
endazer
|
2. Helbesta mamoste cigerxwîn e. Ji bo keçan hişmendiyek netewî dide. Gelek cara bûye motîvasyon ji bo min. Keça kurd Keçê rabe serî hilde divê çaxê weha nabî Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xewda bî? Dixwazim zû bixwênî xweş, ji ser rû rakî çara reş Tu gavan pêş de bavêjî, wekî: Andêra û benda bî Çine ev çarik û pêçî, di rexta de xwe rapêçî Bi destê te kelaşînkof, bera zana û xwenda bî Ji dijmin re tu mêrku bî, di hindur de tu paqij bî Ne xav û bê xuy û rij bî, meger çendan li gunda bî Bere gundî û rencber bî, welatparêz û perwer bî Sipî bî yan tu esmer bî, wekî fanos û finda bî Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî Diya şêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî Erê şoxê, erê şengê, bi hevre em herin cen Girêdayî hata kengî, bimênî, dil û winda bî? Dixwazim ko wekî min bî, bi dijmin re tu dijmin bî Di cengê de wekî cin bî, ne rengê bûm û kunda bî Were xuşkê tu zû rabe, di şer de rengê şêra be Bera Ala meya rengîn, li ser şaxan te hilda bî Di rojên şahî û cejnê, binêrim ez li wê bejnê Bi hevre em herin dansê, tu padîşahê rinda bî Şirîn û nazik û rind bî, şeker lêv û sipî zend bî Were em hev bikin hembêz, bere fetwa xwe min da bî Keça zana û jêhatî, bibe partî-Dîmoqratî Bere dîsa tu şêrîna dilê xorta û Seyda bî |
|
16.03.2021 09:27 |
navîgiranmezelîwêran
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
cemile dinçer [2] |
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
sîdar ferîd [1] |
|
hevalnav [1] |