1. Di civaka me Kurdan de nifir cihekî taybet digire. |
|
12.07.2013 15:43 |
gulan
|
2. (bnr: wey topa seddam li nav şeqqê te bikeve) |
|
12.07.2013 15:50 |
endazer
|
3. ji kilamên dengbêjan nimûneyek (bnr: xêrê bikî û qet nebînî) |
|
12.07.2013 15:51 |
endazer
|
4. Li ber lehiya gulanê herî. |
|
12.07.2013 15:58 |
gulan
|
5. gotinên nexweş in lê li ber dijûnên me sivik dimînin. |
|
12.07.2013 17:08 |
simurg56
|
6. mejiyê te bi tekerê kamyonan bizeliqe |
|
29.07.2013 20:28 |
quto
|
7. nifirê kurda ewqas tûj û dijwarin hey hewar. xwedê parastinê bide. kengê kurd êdî nifirê tûj bi dengekî li ser dijmina dike, ew dijmin sedê hezar tarûmar dibe! |
|
29.07.2013 21:42 |
urartu3000
|
8. dema diya min ji me aciz dibû an jî dema me ew di qehirand ji me re weha digot: hey piştka te şkestî, bîboka te xelayî.. min şkestina piştê fêm dikira lê ez hê jî nizanim bîbok çî ye.. |
|
29.07.2013 21:56 |
nan û av
|
9. çavê te birijê, bîbok bi teqe, stû bişikê.trîolojiyek wusa hebû li gundê me. |
|
29.07.2013 22:57 |
çukko
|
10. nifîrên ku mînakek ji wan, yek cîranê me rojê hezar caran ji kurê xwe re digot ; "osooo kezeba te reş bibe osoo" |
|
30.07.2013 00:27 |
brusk56
|
11. heyta bi heyta tu ruyê xweşiyê nebînî rebbî!... |
|
30.07.2013 00:50 |
cirano
|
12. nifira xwehê: birawo, tu li serê heft çiyabê jî, her tim ew gula kumê te ji min ve xuya be. |
|
30.07.2013 02:50 |
seydayê_peyvan
|
13. bayê tofanê li te xe.. |
|
30.07.2013 11:37 |
newenda
|
14. tu xêr ji xwe nekî |
|
30.07.2013 12:05 |
pezkûviyê cûdî
|
15. Hey te heft xwelî serê xwe kiro... |
|
30.07.2013 12:12 |
pezkûviyê cûdî
|
16. "Çûndin hebe hatin tinebe" |
|
30.07.2013 14:39 |
sorro
|
17. bavê min dema navê dewleta tirk dibihîsê vê nifirê dike: ''dewletê tu li ser dewletan bigerî.'' yanî tu bibî piç û parî û dewletên cîran jî te di nav xwe de ji xwe re leve bikin.. |
|
30.07.2013 15:06 |
endazer
|
18. "serê xwe xwaro" |
|
06.08.2013 12:05 |
saryaudisasarya
|
19. kezîkurê! |
|
06.08.2013 12:18 |
endazer
|
20. xwudêjiminstando! an wey rebbî xwudê te ji min bistîne.. |
|
06.08.2013 12:26 |
endazer
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |