1. ajansa nûçeyan a rûsî ye, êdî bûye kurdî jî. ser xêrê be, daxuyaniya malperê: |
|
14.04.2015 13:26 |
xendekî
|
2. (bnr: sputnik news) |
|
14.04.2015 14:35 |
ceso
|
3. xweş bûya. her sipas ji bo wê karê giring. dive em her tim tiştên wusa pîroz bikin. ki kevrek ji bo zimanê kurdî hildide ew pîroz e. simurg56 jî pîroz e. |
|
14.04.2015 18:08 |
cinorek
|
4. Sputnik, yek ji ajansa navdar ya ûrûs e ku ji îro pêve dê weşana kurdî jî bike. |
|
14.04.2015 18:12 |
seydayê_peyvan
|
5. malpera ku ev demek e dişopînim û diecibînim. xuyaniya malperê wan xweş e. |
|
22.04.2015 22:56 |
simurg56
|
6. stara xwudê li ser be wekê eynikekî dibiriqe, çawa min lÎnka malperê tikand, wekê ku tavê dabe çavên min, çavên min êşiyan.. |
|
22.04.2015 23:04 |
endazer
|
7. malparên wisa hebin parvekin em indî di rûdaw û anfa da kufikî bûn Kurm ketin me. |
|
23.04.2015 12:16 |
shorbevan
|
8. ecêb e lê ji gelek malper û rojnameyên kurdan bêtir li ser xeta kurd û kurdistanê ye, ez dibêjim xebera hikûmeta rusyayê ji weşanên malperê nîne nexwe niha derî û derebe lê dadabûn.. ji bo nimûne, ji bo wan kesên ku di xwepêşandanên li mahabadê ji aliyê asayîşa îranê ve hatine kuştin, di nûçeya bûyerê de gotine ''şehîd''.. analîza li ser serdana barzanÎ ya ji bo amerîkayê, tu wê bêjî qey barzanÎ bi xwe rûniştiye û nivîsiye.. |
|
09.05.2015 01:40 |
endazer
|
9. (bnr: dengê rusya) |
|
14.05.2015 00:24 |
ceso
|
10. ajansa fermî ya dewleta rûsyayê ye ku berê bi navê dengê rûsya weşanê dikir. wê rojê gava ez ketim malpera dengê rûsayê ev hişyarî derket pêşiya min |
|
14.05.2015 00:42 ~00:43 |
ceso
|
11. malpera ku tenê ji bo piştgiriya wê be jî têdikevimê û çend nûçeyên wê dixwînim. |
|
28.06.2015 19:27 |
simurg56
|
12. bikaranîn û rastnivîsa kurdî ya vê malperê gelek xeletî dihewîne. di înfografan de i'ya gir bi noqte hatine bikaranîn bi muntezam! li vê NÛÇE-KARÎKATURÊ ji dya re gotiye abd a tirkî: Here lînkê li vira çima -n'ya veqetandeka -an'ê nenivîsandine nizanim. Here lînkê ev bikaranîn devokî ye ne yê standart e.(û gelek cihan min dît.) û çendên din... |
|
18.09.2015 11:47 ~2017.04.19 14:16 |
biruya hayao miyazaki
|
13. omer faruk baran digot ez ê derbasî vê ajansê bibim. Divê derbas bûbe heta niha lê kes qalê nake.. |
|
18.09.2015 11:59 |
mergehez
|
14. bo kurdî karek giring e. dive be ecibandin. |
|
27.09.2015 18:52 |
cinorek
|
15. berê min li vir jî nîşan dabû sputnik kurdistan/76196 |
|
27.09.2015 23:58 ~2015.10.01 23:06 |
biruya hayao miyazaki
|
16. malpera ku hingî diçe baştir dibe. hejmara nûçeyan zêde dibin. |
|
16.10.2015 21:43 |
simurg56
|
17. Malpera ku çend roj in rasta lînkên nûçeyê wê têm. Min heta niha nedizanî ev çi malper e. Heta min got bawerke ev jî ji yek wan malperên beredayî ne ku hemû nûçeyên wan copy-paste û derew in. |
|
17.10.2015 00:47 |
brusk56
|
18. min berê jî peytekî kurt parvekiribû li ser kurdiya sputnikê. bi rastî jî êdî ez bi dilrehetî dikarim bibêjim ku ji nûçeyên sputnikê ya tirkî bo kurdî tê wergerandin. wekî mînak li vê nivîsê binêrin: |
|
03.11.2015 23:20 ~23:20 |
biruya hayao miyazaki
|
19. ajansa ku li ser androidê xwediyê bernameyek gelek xweşik e. heta di nav bernameyên nûçeyan de belkî ya herî baş be. ji hêla naverokê jî baş e. |
|
03.11.2015 23:30 |
paşê min got what the fuck
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |