1. yek ji zimanên ku herî zêde tên axaftin e. li gelek welatên ewropayê tê axivîn. (bnr: almanya) (bnr: swîsre) (bnr: lûksemburg) (bnr: liechtenstein) (bnr: awistirya) li hin deverên belçîka û îtalyayê jî. li gor wikipediayê Here lînkê li dor 95 milyon însan bi vî zimanî diaxive. dîsa li gor wikipediayê di nav zimanên ku zanyaran herî zêde bi kar tîne de di rêza dûyemîn de ye. |
|
10.10.2017 16:29 |
kurê xelkê
|
2. ev bûn du sê meh dixwazim xwe lê germ bikim, dikim nakim bi xwe re nabînim. |
|
10.10.2017 21:59 |
endazer
|
3. zimanê ku min jî dil hebû hîn bibim lê heta niha min kê dîtibe, dibêje jê dûr bikeve. |
|
10.10.2017 22:06 ~22:07 |
simurg56
|
4. min du salan di lîseyê da dersa vî zimanî hildabû, ji min xweş dihat.. |
|
11.10.2017 00:07 ~00:09 |
bûtîmar
|
5. Derdê giran e. Fêrbûna almanî gelek zehmet e. Mamosteyê zimanê almanî me lê xwedê dizane ez jî nizanim. |
|
11.10.2017 23:18 |
bêrtî
|
6. ji bo kesên ku dixwazin hîn bibin an jî hîn dibin ez ê hin çavkanî parve bikim. |
|
27.11.2017 16:32 |
kurê xelkê
|
7. Zimanê go min niyet e xwebixwe bielimim. Va îro ezê dest pê kim. vîdyoyê veke |
|
08.03.2018 13:16 |
gumgumok
|
8. nêzikî salekî ye ez almanî fêr dibim, êdî dikarim xeberdanên rojane bikim û nivîsên hêsa fem bikim felan. min li almanyayê bi kurseka almanî ve dest bî vê pêvajoya fêrbûnê kir. Fêrbûna almanî ne bi wekî fêrbûna îngilîzî hêsa ye. Divê meriv bi rasrî jî hemû bala xwe bide zimên. |
|
08.03.2018 16:44 ~16:48 |
jifêzagorda
|
9. zimanê ku ez bawer im ji ber artîkelan gelek kes dev jê berda ye. |
|
28.12.2020 23:24 |
hueyn
|
10. zimanê ev çend meh in piçek piçek min dest pê kiriye. lê hîn hefteyeke bi germî hîn dibim. bawer im êdî dikarim hino hino bipeyivim. ziman ji kurdî zortir û tevlîhevtir e. çavkaniyên xebatê zêde ne lê li kurdistanê hevalê bipeyivin kêm in. hîn negîhame zimanê wê yê hezkirinê belkî şêrîn be * |
|
28.12.2021 21:30 |
berxweda
|
11. Zimanê ku bûye delalîka ber dilên bijîşkên Tirkî. Gelek kesên ku piştî ku dibin bijîşk û ji ber tehda hevkarên xwe, yan tehda nexweşan yan ji ber mercên karê xwe, pêşî xwe fêrî Elmanî dikin dûra diçin welatek Elmanîaxev. Xwedê hin hevalên min ji xwendekarîyê dest bi zimên kirine, ya bi xêr! |
|
29.12.2021 19:22 |
pîroz
|
12. zimanê ko bi řamana min mirovên herî guncav ji bo hînbûna wî kurdên ko bi tirkî û îngilîzî dizanin in. belê divê wun pêşîyê sê zimanan bizanin bo almanî hêsantir bibe :D |
|
30 roj berê 23:19 ~23:34 |
keyomerd
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |