1. derhênerekî sînemayê anîmasyona japon e. herî mezinê derhênera sînemayê anîmasyon jî ew e. em dikarin, wî wekî mîmara anîmasyonê jî bibîne. ev jî wî dike hunermendê manga û anîme. babeta fîlmên wî piranî li ser zaroka ye û lehngên wî jî hema em bibêje giş keçik e. |
|
11.10.2013 23:45 |
biruya hayao miyazaki
|
2. japonê ku kurdiya wî têra xwe baş e. |
|
08.03.2014 23:35 |
simurg56
|
3. derhênerê ku ez herî pir jê hez dikim, e. wî, isao takahatayê derhênerê fîlma hataru no haka, Û kesekî din studyoyek bi navÊ ghibli vekirine û di wê derê de animeyÊn xwe çÊkirine. xebata hayao miyazaki ya ewil animeyeke ku li ser dizekÎ navdar, rupan sansei, ye. navê anÎmeya wî jî rupan sansei ye. wi bi hevalê xwe isao re vê animeya di salên 1971 û 1972an de kişandiye. li gor wê demê animeyek pir kêrhatî çêkirine. piştî vê animeyê xwestiye ku fîlmekî jÎ bikişîne Û dîsa li ser rupan sansei di sala 1979an de fîlmek kişandiye. navê fîlma wî ya ewil rupan sansei: kariosutoro no shiro ye. fîlmÊn wî ên din: |
|
09.03.2014 00:06 |
mergehez
|
4. nivîskarê wendayî ye. |
|
26.10.2014 11:59 |
berxweda
|
5. fîlme wî bi rastî gelek eceb in.Hecî temaşe bike ye beje min wellah tu rast dibeje. |
|
24.03.2015 23:10 |
mîr bedirxan
|
6. Derhenêrê bi aliyê hemû zarokên bayîzdê ve baş tê zanîn e, çikû min hemû anîmasyonên wî yek bi yek da temaşekirin ja me li ser xeberda, nîqaş kir em tev lê kenîyan û hew... Ji dewsa wan qirêjîyên li ser navê perwerdê ji zarokan didin jiber kirin xwezila li her dibistanê fîlmên wî mirovê xweş bidin temaşekirin. |
|
11.04.2018 16:52 |
jifêzagorda
|
7. nhk (Japan Broadcasting Corporation) dokumanterek qala hayao miyazaki di malpera xwe de diweşîne: 10 years with hayao miyazaki. du beş in. miyazaki destûr daye tenê yek kesî ku wî bide ser fîlmê. di beşa pêşîn de pêvajoya çêkirina ponyo on the cliffê tê ser dîmenderê û temaşevan dibîne ku afirînerê me yê delal mîna dayikên helkî yên ku bi êşa zikê xwe, xwe diavêjin vê derê û wê derê, fîlma xwe ya nû difikire û riya xwe ava dike. gelkî kêfa min jê hat. |
|
04.04.2020 21:32 ~21:46 |
biruya hayao miyazaki
|
8. Fîlma wî ya nû the boy and the heron (lawik û masîxwer) li Tirkiyê jî ketiye vîzyonê. Bi kelecanî ez ê herime. (✿ ♡‿♡) ji fragmana fîlmê fêm dikim ku bi rastî gelek şopên fîlmên wî yên din jî li ser fîlmê tê dîtin, hema belkî hemû. |
|
28.10.2023 09:52 ~09:55 |
biruya hayao miyazaki
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |