1. du serlehengê wî heye: selim ışık û turgut özben. |
|
17.10.2013 00:29 |
biruya hayao miyazaki
|
2. Romaneke ku min hê û hê û hê jî nexwendiye. |
|
17.10.2013 01:35 |
ceso
|
3. yên xwudêjêstandî pêşniyarek baş e li gorî min.. lê yên pêgirtî jî ne xirab e.. |
|
17.10.2013 20:54 |
endazer
|
4. (bnr: yên ku dayîkên wan lawo dikin) |
|
17.10.2013 21:02 |
seranser
|
5. min pirtûk nexwendiye lê bi qasê min xwendibe ji pirtûkê hayîdar im.. saya serê hevalên ku li ser facebookê heta êvarî monologên olric û efendiyê wî parve dikin.. hazir mijar vebûye dixwazim bêjim ku min seyra rêzefîlma lostê jî nekiriye.. lê bi gotinên hevalan navê hemû karakterên rêzefîlmê dikarim ji ber bixwînim.. |
|
17.10.2013 21:11 |
endazer
|
6. Dibêjin ev demek dirêje nivîskar Dîlawer zeraq li ser wergêra vê pîrtûka oguz atay disekine...em dibêjin jê re qawet be! |
|
17.10.2013 22:09 |
mem alan
|
7. pirtuka ku ne tenê li tirkiye, li dinê jî heta ku hatiye nivîstin emsala wî nîne ye. yekem pirtuka oğuz atay e lê bi serê xwe çeşnekî edebî pêk anîye. bi tevayî bi pirtuka yusuf atılgan ya bi navê aylak adam re tê behs kirin ji ber ku di her du pirtukan de jî hêmanên psîkolojîk yên bi metodakî wek hev hatine nexşandin hene. |
|
17.10.2013 23:25 |
saladin
|
8. navê xwudêjêstandî ji ber wergera kurdî kenê min anî û ne xerab e jî. navê bi latînî yê ku atay bi xwe dayî ye disconnectus erectus e. |
|
17.10.2013 23:28 |
saladin
|
9. berhema stûr ku berî gelek salan ketibû destê min lê min hêz xwe de nedîtibû ku bixwînim. |
|
17.10.2013 23:33 |
simurg56
|
10. emsalê pirtûka bi navê oblomova ji aliyê ivan goncharov ve hatiye nivîsandin. |
|
07.03.2014 20:34 |
kevçiyê dil
|
11. navê pirtÛkeke oğuz ataye. lÊ 700 rûpel çi ye yaw. qey tu naxwazî kes bixîne. |
|
09.05.2014 01:48 |
mergehez
|
12. berhemek qedirbuhaye ku ji bo min bûye lûtkeya edebiyata tirkî ango pîvana edebiyata tirkî. Heta ne tenê di qada edebiyata tirkî de di edebiyata cîhanî de jî reng û rûyek nû aniye, li edebiyatê tiştek mezin zêde kiriye. Bi rastî her çiqas çavê me li gelek cihan pêketibe û bi jêgirtinên wê xwe mîna pirtûk hemû xwendî hesab kiribe jî û me ev berhema di hiş û mêjiyê xwe de mîna berhemek asayî û ji rêzê sêwirandibe jî ne tiştek wisa ye. Her rûpelê de , her risteyê de, her hevok û het peyvê de bi awayek efsûnî min xistiye bin bandora xwe. Bi kar anîna zimanê wî yê bi berfirehî em fêm dikin ku ne xwestiye xwendevanan biêşîne ne jî xwe ji lîstik û sêra wêjeyê dûr bixe. bi vegotin û teknîkên cûr bi cûr, bi ceribandinên gelek serkeftî, tinaz û tiranê ye xwe bi dîrokê kirin û dîsa bi nêrîn û qaîdeyê xwe anîn ziman... Yanê welehî niha ez çiqas peyvê bînim ba hev ji bo vê berhemê dê her kêm bimîne. Ev gotina klasîk ku dibêjin "min nedixwest pirtûk biqede" cara ewil min di vêya de hîs kir. Ne ji ber bûyer û çîroka romanê, min dixwest ev ziman û lîstokên wê yê ku êdî hedê xwe derbas kiriye pê hebekê din jî tehma dev û mêjiyê xwe xweş bikim. Ne ku ez mîna xwendevanek aşiq û sewdaliyê zimanê tirkî xeber didim, ev berhema mîna ku min got berhemek cîhanî bû ji bo min. Dihêla ku xwendevan di derheqê zimanê xwe de jî nêrîn û saloxên nû li ber xwe bibînin û zor bidinê. |
|
13.12.2021 13:05 ~2021.12.14 19:53 |
rizgarm
|
13. Pirtûka ku dema medrese, heta min xwendîye çavê şeytên derketiye û bêxwedîkê kezeba min reş kirîye. Pirtûk xweş e, mijar balkêş e lê yabo yadê gelek depresîf e wilo meriv pê xemgîn dibe, dikeve nav hizrên kûr û dûr... |
|
14.12.2021 11:09 |
pîroz
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3] |
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1] |
|
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2] |
|
hirç û govend kêç û pornografî [2] |
|
secrets of the neanderthals [2] |