1. destana navdar a li derdora silîva Amedê derbas dibe û evîna siyabend û xecê û lehengiya siyabend vedibêje ye. li ser vê destanê bi aliyê sînemaya tirk ve film jî hatiye çêkirin. |
|
15.06.2013 00:02 |
azadixwaz
|
2. mijara kulama hozan serhede |
|
18.11.2013 23:53 |
sîyabend
|
3. Lehengên destana siyabendê silîvî ne. Ev destan ji bo kurdan mem û zîna duyemîn e. Ji destanê çend rêz : |
|
19.11.2013 00:13 |
ceso
|
4. pirtuka yekem û tenê ya ku min di dema xwandekarîya zaningahê de bi zimanê kurdî xwandiye. êdî qet nayê bîra min ka çi têde bû. tenê tê bîra min ku destanaka evînê bû. |
|
19.11.2013 02:20 |
saladin
|
5. evîndarên çiyayê sîpan |
|
20.11.2013 10:41 |
newenda
|
6. min vê destanê ji romana Ronî war xwendibû çawa ku min qedandibû min got divê navê vê destanê biguhere êdî orjînala destanê çawa ye nizanim dibe ku Roni war guherandibe lê qardaşim min ne êvîn dît ne jî evindarî. divê navê destanê bûbûya 'destana siyabend a neqenc' jixwe xecê ji siyabendê hez nake lo ji ber ku di derdora wê de kesek namîne ji mirina siyabendî xemgîn dibe neyse lo |
|
08.12.2013 19:08 |
ferhenga şikestî
|
7. serê min ji li ser kab û çongen xwe deyne, birine min bikewine! te dinya li pêş çavên min xweş kir xeca minê êdi dinya ji bona min xweş e, ne derewin e! |
|
26.04.2014 22:53 |
hebhinarkê
|
8. Min romanê Siyabend û Xecê ya ronî war nivîsandiye ji fûarê standibû. Ronî War bi xwe li dezgehê fûarê de dabû min. Min destana ”Siyabend û Xecê” ne eciband Welat Agirî 3 ê Gulanê 2017 Çîrok û destanên Kurda di jiyana rojane de ciyekî girîng digrin. Bi rastî ew giringî ne wek berê ye, bi pêşketina teknolojiyê ve, di atmosfera nifşên nû de hin guhertîn pêk hatin ku serpêhatî, klam, çîrok û destanên me ji wan guhertinan bêpar neman. Jidûrketina çand û edeta ne bi tenê problema nifşên Kurda ên nû ye, herweha pirsgirêkeke global e. Bi awayekî zelal xuya dike ku teknolojîyê reng û rûçikê dinyayê guhastiye û tesîra edet û toreyan wek berê nemaye. Lêbelê ev qiyasa di navbera kultur û teknolojiyê de mijara gotareke cuda ye. Ev gotara me derbarî Destana Siyabend û Xecê ye. Di nava Kurda de edebiyata devkî gelek xurt e/xurt bû. Bêdewletî û bêdibistaniyê riya pêşiya edebiyata nivîskî girt, û Kurda bêçare xwe spartin zar û ziman, peyv û gotinan. Xwezî edebiyata nivîskî jî haqas pêş biketa, ev ji me re dibû dewlemendiyek. Di van salên dawî de Kurda dest bi nivîsê kirin. Divê em antîparantêz bêjin ku malbata Bedirxaniyan û Kurdên Sovyetê sed sal berê dest pê kiribûn, lê ev karê pîroz di nav hemî Kurda de belav nebûbû. Wek me got, di salên dawî û xwasma dawiya sedsala nazdemîn û destpêka bîst û yekemîn ve jimara nivîskaran jî zêde bû. Baş e, gelo van nivîskaran çi dinivîsîn, mijarên nivîsên wan çi bû? Helbet tûrikê meriva de çi hebe, ew ê bê nivîsandin. Û tûrê Kurda jî heta ber devî tijî bû; evîn, mêrxasî, serhildanî, bêbextî, mirin, kuştin, azadî… Ev hîs û hestên hezar salî bi riya çîrok, klam û destana wek avê diherikîn û bi dengê xwe ê Kurdewarî Serhed, Dêrsîm, Xerzan, Botan, Berzan, Hewreman yek bi yek silav dikirin. Nivîskarên me jî devên telîsan vekirin û bi pênûsê peyv û gotinên xwe li ser lênûsê xemilandin. Çi devkî be, çi nivîskî be, gelê Kurd jî çîrok û destanên xwe gelek ders û şîret wergirtin û di bin rê û rêbaziya van pend û salixdanan de berê xwe dan pêşerojê. Min Destana Sîyabend û Xecê him devkî bihîstibû û him jî nivîskî xwendibû. Ev mideteke li ser vê destanê difikirim ka çima ji sedsalekê derbasî yeke nû bûye. Ji ber ku di vê destanê de ne evîn heye, ne şer û cenga dijberî dijmin û ne jî azadkirina welêt. Erê min ev destana ne eciband û ez ji we re sedeman jî yek bi yek rêz bikim: Siyabendê Silîvî amojna xwe dixapîne, gayê cot dide şerjêkirin û bona pêjandina goşt û çêkirina savar jî xaniyê apê xwe dide rûxandin ku dar û kêranan bişewitîne. Yanî tu fêda wî naghêje lêzim û eqrebên wî û serda jî zirarê dide wan. Dema apê wî dibihîse ku tiştekî weha kiriye, tirsa apê xwe ji malê direve, newêre vegere malê. Îcar bi kîn û nefreteke mezin pez û dewarên gundiya qir dike. Herêmê terk dike, derbasî Serhedê dibe û di mala Emer Axa dimîne ku Emer Axa xwediyê sî û sê gundan e. Îcar radibe dilê xwe dixe qîza Emer Axa. Siyabend yekî gurrî ye, radibe riya keçikê digre, lê keçik wî naxwaze. Herweha di axiriyê de Emer axa keça xwe dide gurrî, Siyabend çi bike baş e? Çil roj û çil şevî dawet û dîlan çê dibe, lê Lehengê destanê şeva gerdek û zifafê keçikê dişîne mala bavê wê. Bi vê kirêtiya wî ve keça axê dibe nexwaşê cî û nivînan û midetek şûnda dimire. Ev jî têrê nake, Emer Axa û dewletê tîne hemberî hev û pişta xwe didê diçe. Dewlet dikeve gund; kevir li ser kevir nahêle, Emer axa jî, birayê wî jî darda dikin. Siyabendê me xewna xwe de keçeke gelek xweşik û rindik dibîne, radibê berê xwe dide rojhilatê welat, dibe mêvanê birayên Xecê ku Xecê ji êla Şikakiyan e. Siyabend dixwe, vedixwe û pey re dawa Xecê dike. Birayên wê dibêjin: Keko, em heft bira ne û xûşkeke me heye. Heke tu ji me re heft qîza bînî em ê xwîşka xwe bidin te. Ew jî vê daxwazê naîne cîh, radibe heft bira û şeş pismamên Xecê dikuje. Xecê hildide derbasî Sîpanê Xelatê dibe, konê xwe vedigire, nêçîrê dike, herweha çend roja dixwe, vedixwe û pey re jineke din dibîne û dide pey vê jinê. Jinik dibêjê ez bi filankes re destgirtî me. Guh nade filankes, bêvankes, radibe jinê dibe, mizgîniya hêwiyê dide Xecê ku qaşo Xecê evîndara wî ye û şirîkê vê destanê ye. Herweha çend roj derbas dibe, vê jina belengaz jî dikuje. Îcar dibêje Xecê, divê em ji vir herin, ev der ne cîhekî tekîn e ku tu dibê qey ewî zor û zilm dîtiye. Dikeve rê, dê here herêmeke din ku di wê rêwîtiyê de, dide dû pezkûviyan û encamê de di zinêr de dikeve û dimire. Min di vê destanê de tu tiştekî watedar nedît. Zirar heye, ziyan heye, zilm heye, bêbextî heye, heye û heye… Gelo sedem çibû ku ji bi devkî û nivîskî ji sedsalekê derbasî yeke nû bû? Riataza |
|
08.05.2017 10:34 ~12:03 |
mîr
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |