1. biwêjeke mecazÎ ye.. ji vegotina narÎnî û hesasiyeta qelbê mirovan tê bikaranîn, helbet ji bo qelbên rast û durist ne ji bo qelbên qelp.. di strana bi navê ez xeyîdî me yê de jî tê behskirin.. wek; ''şûşa dilê'm şikestiye ez xeyîdî me'' herwiha gotineka pêşiyan jÎ heye ku dîsa tê de behsa şûşeya dilan tê kirin.. wek: ''şûşeya dil ku şikest nacebire''.. |
|
28.01.2014 01:32 |
endazer
|
2. gotina ku strana mihemed arif cizîrî, eman koçerê de jî wisa derbas dibe; biwêjeke orjînal e û bersiva pirsa "çima dilê şikestî nacebire" ye. |
|
29.01.2014 21:30 |
simurg56
|
3. tişta ku dema dişikê, êdî bi hêsanî nahê selihkirin. |
|
30.01.2014 10:21 |
karmatî
|
4. Karakterek di "hinara dawiya dinyayê" ya bextiyar elî de heye ku bi navê "mihemedê dilşûşe" hatiye bi nav kirin. Û di helbesta seyyidhan kömürcü ya bi navê "kara" de beriya ku dest bi helbestê bike nivîsiye "şûşa dilê min şikest" û wateya vê hevokê eşkere kiriye "berteka ku dêya min li hember mirinê dide ye". Bi rastî xwiya ye bi awayek qewî di nav jiyan û wêjeya me de "şûşeya dil" cihek ji xwe re çêkiriye. Dema meriv ser hûr dibe, ne ku dixwazim bi paye û gotinên betal zimanê kurdî derxim esmana, wellehî ev biwêja ango hevoka metaforek pir kûr û watedar û girîng e! |
|
12.09.2021 19:17 |
rizgarm
|
5. (bnr: şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê) |
|
13.09.2021 00:24 |
bûtîmar
|
6. tenik e, zû dişikê mixabin. divê meriv hay jê hebe û nede kesên beredayî. dema dişikê, gelek zehmet dibe jinûve berhevkirina wê. û êşeke bêhempa têxe dil de ku meriv hemû daxwaz û xîreta heyî ya bo jiyînê winda dike û ti tahm namîne. |
|
13.09.2021 01:18 |
xelîl
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |