1. (bnr: di tirşikê de piranîya tirşikvanên sêrtî) |
|
16.07.2013 22:37 |
berxêres
|
2. peyva ku ji aliyê piraniya nivîskarên tirşikê ve di wateya nivîskarên tirşikê de tê bikaranîn.. dikim nakim lê nabanim û bikar nayînim.. heta carinan vê têgehê bi nivîskarên tirşikê re dikim pêguhertî û berdêlî.. |
|
24.11.2013 00:49 |
endazer
|
3. Winê ji mira bêjin "çomez" û hem jî nivîsên xweş bixwzin. Pozê we jî naşewte? * |
|
24.11.2013 15:43 |
şemopiv
|
4. nivîskarên ku ji ber ku niha bêminet, çi tê bîra wan dinivîsin, gelek îtîrafan dikin û fikrên xwe yên xef radixin holê; dema tirşik têra xwe populer bû, wê newêrin ku navê xwe yê tirşikê ji heval û mirovên xwe re aşkere bikin. belkî ji ber vê yekê wê herin û hesabeke nû vekin. |
|
04.01.2014 17:58 |
simurg56
|
5. asta ku ez naxwazim ku ji bo her nivîskarên tirşikê bê bi kar anîn, e. di tirşikê de astek hîn jortirîn divê, li gor min ev gotin divê ji bo nivîskarên ku astek hîn baştir heq dikin, re bê gotin. mesela ji bo mazlumozdogan, endazer, brusk56, simurg56, oxir, zero, cekdar û hwd.. |
|
02.03.2014 22:20 |
mergehez
|
6. nizanim li ku ne vana yaw. tu dibêje qey rojiyên silmanetiyê zora wan dibe. |
|
24.06.2015 02:57 |
hola êzîda
|
7. misilmanin xêncî hola êzîda û remazana îslamê xwarin ji wan re qedexe dike. Loma jî tirşikê nakelînin. Em êzîdî hêvî dikin qe na bira di fitara xwe de bitirşikînin, lê xuyaye nefsa wan ji dêlva tirşikanin mirîşkserjêkirin dixwaze. |
|
24.06.2015 18:27 |
hola êzîda
|
8. Ewqasî silmanên serhişk û hesin in, ku di remezanê de tirşika vîrtûel jî naxwazin. di remezanê de tirşika vîrtúel jî qedexeye heta fitarê. Lê ez wek êzîdî ji wan re dibêjim: îslamiyeta rast ne ev e. |
|
24.06.2015 18:35 |
hola êzîda
|
9. xuyaye rojî zorê daye wan lê ne ji hemde meriv 24 tevizandîye meriv nan dixwe jî dîsa bihişê xwe nayê. yekî meyî farqinî bi rojîye ji birçîna di xeriqe yê dorê wî tînin hişê wî ew jî hêrs bûye dibêje min berdin bira ez bimrim bîna xwedê derê ev rastî ye par pêrar wisa bûbû. dev ji tirşikvana jî berdin bira bimrin edî bîna hola ezîda derê. |
|
24.06.2015 20:51 |
shorbevan
|
10. Navê kesên ku li tirşik.net tiştan dinivîsin e. Li gor Google Translate-ê tê wateya "tiryakîfiroș" |
|
07.12.2019 00:58 |
serfiraz hêvî
|
11. Ji kerema xwe min ji çomeztîye xilas bikin û ez ji we me! |
|
06.05.2020 01:20 |
dilnaz
|
12. evqas tirşikvan pirin, nivîskar gelekin, lê kesên ku dinivîsin, hindikin, nizanim çima? |
|
10.05.2020 01:06 |
afa
|
13. însan ancax navekî ewqas nexweş li xwe bike. sed sal jî derbas be ez ji xwe re nabêjim tirşikvan. bê lome be. |
|
10.05.2020 06:02 |
yekda1da
|
14. Van rojan gelek kesên (tirşikvan) nû dibînim.Ez bixwe ev çendek e kêm bi kar tînim.Ser xêrê be. |
|
04.08.2020 22:29 |
brzn
|
15. Ji tirsa rexneyên wan mirovan nikarim li tirşikê binivîsim . |
|
19.09.2021 20:18 |
xemakê
|
16. yên ku heya niha kesekî re rexne nekirine jî tê de ye. |
|
19.09.2021 21:41 |
heval.js
|
17. Kesên zêde kubar in ez dibêm qey* |
|
20.09.2021 10:51 |
biaqila malê
|
18. Dema min dest bi nivîsandina tirşikê kir ,min demek dirêj bê navber dinivîsand.Dû re navberek dirêj dîsa vegerîyam dîsa çûm lê ti car min dev ji şopandina tirşikê berneda.Wek tirşikvanek heta tirşik hebe heta ku dilê me lÊxe em ê bitirşikînin. Wisa difikirim ku tirşikvanên din jî wek min in. |
|
26.04.2024 23:36 |
brzn
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |