Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 5 peyam
v3 test bike - tirşik
v3 test bike
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bişkoka tirşikê ya nû ye. li jor, li milê çepê hatiye bicihkirin, tam li cem behlîcana tirşik.netê. dibêm qey a yekem ez im têketime. ev bişkok deqeyekê berê ne li wir bû. karê mergehez e, admînê tirşikê. bixêr be.



24 roj berê 22:40 | mirovekirind

2. bişkoka ku ji îro ve heta weşandina v3yê wê li kêleka logoya tirşikê xuya bike. ku di testan de kêmasî/xetayên girîng neyên dîtin, texmînî hefteyek-du hefteyên din v3 wê bê weşandin.

ji kerema xwe test bike û fikr/pêşniyarên xwe an jî kêmasiyan li binê vê mijarê binivîsinî. hin taybetmendî hîn kêm in, dîkarî wan jî li vir binivîsînî.

tirsik.win malpera testê ye. ji bîr neke:
1. danegeha wê û ya tirsik.netê tim ne senkron in. ez carinan manuel senkronîze dikim.
2. tevgerên li wir dê bên jêbirin. (dema min danegeh senkron kirin)

ji kerema xwe van tiştan bike:
- têketin bike
- emaila xwe bipejirîne
- derkeve û hesabekî nû veke
- peyam binivîsîne (bi hesabê nû û heyî)
- mijar veke
- deng bide peyaman/fîlman/pirtûkan
- radyoyê guhdar bike.
- chatê bi kar bîne (peyamên taybet)
- ferhengê test bike.



24 roj berê 22:59 ~23:23 | mergehez

3. v3 test bike/145414 ya yekem ez im (⁠ ⁠ꈍ⁠ᴗ⁠ꈍ⁠)



23 roj berê 07:54 | horhorik

4. Ew ji ya ku min hêvî dikir pir pir çêtir bûye.
Ez dixwazim spasiya her kesê ku beşdarî kiriye bikim

Tenê çend xeletiyên piçûk hene. Ez ê bi hûrgulî lê binêrim û di lîsteyek de binivîsim.



23 roj berê 09:23 | cinorek

5. Nêrîna min a yekem;

Serkeftin gelek xweş çêbûye, tirşikê re tiştek wiha hewce bû.

taybetîyan û başkirina beşên tirşik;
- fîlm, pirtûk , ferheng , caps û radyo bû ye sûper!!! dest xweş mergehez
-Beşa profil jî gelek başbûye , tenê bişkokên îstatîstîk - profîla nivîskar pirr mezin bûne.
-Taybetîya fîltreyê ya li ser mîjaran bûye bêtirsuper. kî cara yekem vekiriye, kengê vekiriye wek îstatîstik hebe wê balê bikişîne.Yek jî dema pê mîjarek din dikî ew statîstik naçe û rojane nabe bo mîjare nû heya dîsa pê lê info nekî.
kêmasî ango tiştên "wiha bibe baştir e" din;
-Radyo player û û rûpela taybet gelek baş bûye. tenê mirov nikare biguherîne. yek jî radyoya kevin da rock, slow, metal filan ew hebûn ev jî li vir dîsa hebe baştir bibe.
-Renga şîn nebû ye û pirr dibiriqe. heke kesk ê ango şîna balîcanê bibe baştir e.
-rûpela Zîndida video jî wek wêneyan pê lêkirinê vebe baştir e.
- seo bibe baştir e. Bi seoyê rûpel dikare li ser google gelek beşan de bixûyê û bibe sedem ku gelek kes beşdar bin.Seoya tirşikê nîne û aliyê seo ve dişibe rûpelên 1990 î.
-bişkoka parvekirina mîjaran li ser medya civakî û dîsa html koda playera radyoyê ku hebe mirov parvebike ango kesên din li ser malpera xwe ve bikin.

23 roj berê 20:24 | brzn

6. xeletiya "nivîskarek bi vî navî nehat dîtin" dide. û bi her awayî çima tirkî li pergala nû de heye? malper malpera kurda ye. divê tenê zaravayên kurdî û zimanê dinê yanî ÎngÎlîzî hebin. ekşi sözlük-ê de kurdî heye gelo ?? na dev jê ekşiyê berde ma uludağ?


7. ji aliyê dîtbariyê ve gelkî xweş bûye, destên kedkaran sax bin.

* veguherandin di navbera modan de pir sivik û serkeftî ye. lê belê heke pêkan be moda tarî rengekî laciwerdekê tarî be û ya ronî jî ber zerekî çilmisî mîna kaxidên kayî be dê baştîr be. bi vê rewşa xwe, him ya ronî û him ya tarî çavên mirov diwestîne.
* di beşa zindî de zeviya nivîsê tune ye? wêne bi girtî, vîdyo jî bi girêdanê tê rêzkirin. nebû ye. bi min tiştek xweş bû. divê neyê rakirin. her wiha, bi ser de, bi min bo peyamên beşa zindî bişkoka ecibandin jî were tevlîkirin û peyamên ku tirşikvanan li wir nivîsîne di profîla wan de mîsal di dîwarê de xuya bike wekî kronolojîk. lê dîwarê berê pir ne karbar bû û hatiye rakirin.
* bi min xêzek di nav peyaman da divê. ev dibe, di hemû pergalê de bê sepandin, belkî jî dibe wekî sazkariyekê kesayetî bihêlin tercîha tirşikvanan bo bikaranînê. hejmarên peyaman hatiye rakirin gava di rûpelê de tên rêzkirin. ok. lê gava mirov pê li hejmara peyamê bike, divê wekî tirşika heyî rasterast herin rûpela wê peyamê. ya niha tenê kopî dike.
* radyoya di rûpela serekê de hatiye bicihkirin fikrekî pir xweş e û xweş dixebete. Lê belê bi min divê guherandin û vegerandin jî divê.
* gava dixwazî peyamekê taybet bişînî xwe, bergeha beşa peyamê dibe spî û êdî hew yên din tên dîtin. bo vegerandina lîsteyê divê rûpel bê ji nû ve barkirin. her wiha gava min peyam şand yekî din re di binî de "NaN roj berêI şnvalid Date" xuya bû. her wiha mirov dikare bersivekê bişîne peyamên sîstema tirşikê. li aliyê din kesek wan dibîne nizanim lê belkî ev wekî nîşegeha taybet bê xebitandin. pir ne tiştek muhîm e. Lê divê bişkokak peyamên taybet li ber wêneya profîlê be yanî li hêla rastê jor.
* alavên zeviya peyamnivîsînê xweş dixebitin. lê belê hîn jî, nizanim çima di navbera hişyariya spoiler û nivîsên din de valahiyekê peyde dibe.
* puandayîna fîlman xweş bûye. îja ev 100 çi bû * Lê belê di rûpela fîlman de sê stûn xuya dibe: mijar, mijar û dengdan. xuya ye mebest ji ya yekê agahiya fîlman e, divê bê rastkirin.
* divê ji sedî sed bişkokekê serbixwe hebe ku bikarhêneran bibe fîlmên wergerandî. di vê rewşa heyî de mirov nikare xwe bigihijîne wan. her wiha gava bi riya alava formê mirov dikare here lîsteya fîlmên "wergerandî" lê di beşa binnivîsê de agahî an pelên jêrenivîsan tune ye. etîketên zimanan ên li beşa agahiyê de (mijara pêşîn) naxebite. Gava tu pê li zimanekî dike, te nabe fîlmên xwedî wî zimanî.
* di rûpela profîlê de, gava tu pê li hemû drop-down menuyan dikî, rûpel ber bi jêr ve fireh nabe û mirov nikare hemû ser hev bibîne.
* min di nav mijarekê de alava lêgerînê bi kar anî. Û ev hema di cihê xwe de ma, ez herim kîjan mijarê ferq nake:
- dengdan: çepik
- peyamên îro hatine nivîsandin
{ "niviskar": 0, "d": "cpk", "q": "", "time": "iro" }
}
* min nedît, lê di profîla nivîskaran de bîşkokekê "bişopîne" heba dê xweş bûya.

22 roj berê 11:22 ~11:28 | biruya hayao miyazaki

8. tirşik v3.0/145453



20 roj berê 19:12 | mergehez

9. Rûpela destpêkê (êdî jê re çi tê gotin) tune.
Qala ve dikim Here lînkê

Min got belkî endezyarê me ji bîr kiribe*

20 roj berê 19:51 | horhorik

10. Ji ber ku "dengdanên dawîn" li rûpela pêşî hatiye sabîtkirin tenê 6 mijar xuya dike. Weke versiyona berê, li rûpela pêşî tenê mijar hebûya baştir dibû. Destê we sax be.



19 roj berê 07:35 | bayesar

11. bo nîşeyên rêveberiyê:
*. gava min versiyona nû diceriband, mirov dikarîbû ji xwe re jî peyaman bişîne. ew spîbûna ku min qalkiribû di wê ceribeyê de peyda dibû. êdî nabe, jbk êdî nikarî ji xwe re peyam bişîne. * ji xwe, divê hatiba betalkirin ev "taybetiya nelibendê". baş bûye.
**. ew pirsgirêka "drop-down menuyên rûpela profîlê" xuya ye hatiye çareserkirin. sihetxweş.
***. mebest ji peyvên "guherandin, veguherandin" ev e: stranê biguherîne, yekî din veke, yan jî here strana berê. bîska din stranekê farisî lê dida. çima ya farisî guhdar bikim. pştre min dîsa vekir stranekê tirkî. bila vebijark miheqeq bên tevlîkirin *.

--
1. serrastkirinekê biçûk bo rastnivîsê: di profîlê de wiha dinivîse: "têktina dawîn"

2. belkî malper hîn tê çêkirin, loma îngilîzî maye. lê di zeviya nivîsê ya dm-yê de wiha ye: what's on your mind? heman tişt di rewşa derûnî de jî heye: write your post here...

3. ji bo bişkoka radyoyê ya ku li rastê jorê ye: gava tu bişkok dibe ser, du pencereyên biçûk ên nivîsê (popup) vedibin: pencereya mor a ku tenê radio dinivîse. ev ji rêzê ye. tu mişkê bibe ser kîjan bişkokê bi heman rengê pencereya nivîsê vedibe wekî search, add new, theme switcher, search (mebest guherkera zimên e qey) û user avatar. lê di heman demê de pencereya agahiyên radyoyê jî vedibe yên ku navê stran, barkera/ê wê û bişkoka "here radyoyê". yanî her du pencereyên biçûk ên nivîsê tên ser hevûdin. divê bên çareserkirin.

4. pêşniyaz: bi min dengdanên dawîn ên 7 rojî bi temamî bên rêzkirin û gava mirov pê li bişkoka "yên din" bike bila hemû dengdanên 30 rojî bên rêzkirin. ev pêdivî ye jbk rojên ku kesek serî li tirşikê nade û tu tişt nanivîse û hêla çepê vala dimîne, qe nebe bila hêla rastê tije be. min pir guh nedabû lê, heke mewdeya wê lîsteyê hebe, bile mewde jî bê rakirin. ha tu bibêjî ma kê dixwînî û kê deng didî birako, erê tu rast dibêjî.*

5. min nû dît, ev bişkokên bnr û vbnr efsane ne law. sihetxweş!

6. hîn xuyanga ser gerokên telefonan neceriband bi xweşî lê wele pir xweş xuya dike. sihhetxweş . tenê dixwazim balê bikişînîm ser "dengdanên dawîn." pir cih digire. bi min divê ew jî wek 7 roj/rojev/tevlîhev here jor. divê yên dawîn bibe stêrka wê bişkoka jêr-çepê. rewşa heyî di dîmenderên teng telefonan de pir ne karbar û kêrhatî ye jî.

Nîşe: Gelek gerokên android hene ku xwedî vê vebijarkê ne: "vê malperê wekî sepan bar bike". Wekî mînak tu dikarî ser vivaldiyê malperên eksisozluk, evrimagaci yan wikipediayê wekî sepan bar bike Telefona xwe. Û bikaranînên wan siviktir dibe û ceribandinekê hîsa sepanî dide mirovan. Min ceriband, mixabin bo malpera tirşikê tenê kurterê saz dike. Nizanim gelo mirov çawa/çima dikare malperên din bi ser gerokê wek sepan bar bike û ya tirşikê çima nabe. (Belkî ew xwedî sepanên resen in, loma.) Lê heke ev tişt were çareserkirin belkî pêdivî bi sepana resen a tirşikê nemîne.

18 roj berê 20:54 ~21:23 | biruya hayao miyazaki

12. -Peyamdank ango cîhê peyamê de , dema mirov pê lê dike dûre bixwaze ji yekî re peyam bişîne pê li + dike rast e rast popup a lêgerînê tîne gelek baş e (Nivîskar tê lê mirov dikare nav mîjaran de jî lêgerîn bike, welhasil dema mirov ji bixwaze navekî ku ne bikarhîner be jî bîne û jêre binvîse, ew dem peyamdank spî dibe ango diqerime , yek jî dema pê li 3 xalan dikî dixwazî biçî profila wî lê naçe.Yek jî piştê guhertina ziman popup lêgerîna kesekî wek îngîlizî ma (Author divê vegeriya nivîskar piştê guhertina ziman li kurmancî)
- Ez dema têketina tirşikê dikim li ser profila xwe da peyamê xwe nabînim (ew menuya bin profilê da tune.peyamen li tirşikê , ew kiye filan bêvab).Lê bê têketin dikarim bibînim.
-Vekirina mîjarê da Nav 2 line tê ne hewce ye 2 be , 1 line bes e
-Min xwest ji capsên barkirî linkek wergirim lê nedît.Pardon min dît lê ji ber ku wêne pirr mezin vedibe her mirov lînka wî kategoriya wî filan nabîne. piştê ku min goog chrome ve ekranê piçûk kir min dît.
-Bi rastî profila kesekî mÊzekirin mirov pirr diwestîne.Ji ber ku ekrana profîlê pirr mezin e û cîh girtiye.Font werin piçûk kirin, line bên teng kirin ango wêne bê piçûk kirin wêbaştir be ku mirov rast e rast nÊrînekî de her tiştî bibîne.Dibe ku hevekî were organize kirin.Mînak; bila du tab hebin Yek
Li tirşikê brzn (tab1) Profîlan brzn (tab2). Bin tab1 bila menûya bin profila wêne da hebe. tab2 de jî istatîstik û agahî derbar de hebin.Ji ber ku istatistik û agahî pirr belawela ye û mirov dikare tenê ser tab2 ya çep û rast ê de bibîne.Welhasil divê bê organîze kirin.
-Herkes wek rêveber dixûyê. gelo bo testê herkes wek rêveber lê hatiye zêdekirin ? yek jî ez maila herkesî dibînim.
-Dema min xwest mail biguherînim , mailek merge.dev fialn da nîşan. (divê maila mina kevin bide nîşan.)
-Ji bo endambûna tirşikê bersiva ewlehîyê jixwe hatiye dayîn û ser rûpel dixûyê.divê veşartîbe.
-li çepê menuya mijaran de (dawîn rojev. filan) navbera her mîjarê de gelek navber heye hevek bihat teng kirin baş dibû
-Fonta tirşikê ango rengê spî ku dibiriqe mirov diwestîne an li min wisa tê nizanim.wek reddit.com , urban dictionary. filan be baştir nabe.

spas

17 roj berê 00:41 ~01:29 | brzn

13. E-peyamên me çima xuya dike?



15 roj berê 08:20 | horhorik

14. bersivên 4 peyamên dawîn: tirşik v3.0/145495



15 roj berê 14:01 ~14:06 | mergehez

15. Bila wekî Twitter û Facebook-ê Instagram jî lê were zêdekirin. Û dema me username-a xwe lê zêde kir bila bibe lînk. Dema yekî rûpela me nêrî û înstagramê dît bila bikaribe pê lê bike.



15 roj berê 14:19 | horhorik

16. Di wergerandina ingîlîzî de;
- dema ku meriv dikeve "danegeh"ê bûtona "bar kirin" bi kurdî hatiye nivîsandin.

- Dema li ser lînka profîlê li jor bitikînî, "peyamên taybet" bi kurdî hatiye nivîsîn.

- gava berê login bûnê dikî ku peyamekê biecibînî dibêje; "you have not login". Dive be rast kirin; "you are not logged in " baştir e. Her wiha li hêla "download" bûtona "veke" jî bi kurdî hatiye nivîsín.

Û
Min niha nêrî lo rûpela profîlê gelek tişt nehatine wergerandinê ingîlîzî.



15 roj berê 14:22 ~14:34 | cinorek

17. Gelek spas , ez test dikim û pirsên xwe li beşa pirsan de dinivîsim.



15 roj berê 15:26 | brzn

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
(bnr: bingehên gramêra kurdmancî)...
cemile dinçer [2]
Stranbêjeke bi stranên hunermendên me navdar bûye lê ji tirsa q*na xwe...
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
A ku ez bi kar tînim û jê razî me ya samî tan e. Bi awayekî berfireh û...
sîdar ferîd [1]
min ew bi strana xemik talane nas kir. dengê wî jî cuda ye û e...
hevalnav [1]
(bnr: rengdêr) e. piştî ku hin zimannasên kurmanciyê ji soraniyê re bê...
belki ev jî bala te bikişînin
» testa koronayê
» bike kul û derd

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî