Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
anagora - tirşik
anagora
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyvek tirkî ye ku ketiye zimanê hinek kurdan û perîşan bûye reben...

orjînala wê "ona göre" ye, yanî bi kurdî "li gor wî/wê"

vêca kurd vê peyvê wisa bi kar tînin:



"-anagora hemû kesan tu mafdar î, xem neke."



09.04.2014 20:26 | simurg56

2. peyva ku li îdirê zêde tê bikaranîn e. weke simurg56 gotîye, xuyaye ku bi tirkî ye, lê li alîyê me, wek "anegorî" tê bikaranîn.

(bnr: anegorî min, payva anegorî bi tirkî ye)



10.04.2014 10:38 | nazim tolhildan

3. peyveke pir ecêb e. dema min dît, min qey bi zimanekî biyanî ye û peyvek zanistî ye. lê belê tirkmancî derket. ku em li da tirkekî vê peyvê bi kar bînin wê fêhm nekin ku tirkî ye. yanê ewqas peyvek orjînal e. *



10.04.2014 11:14 | mergehez

4. peyvê ku haya min jê tune bû ku ev peyvek tirkmancî ye, ta ku min vê bi diyalogek de bikaranî. dema ku min vê peyvê xeberdanekî de bikaranî, kêna hevalê min ê nisebinî hat û got: "yanê ew bû kurmancî!?" wêca, ez berketim ku ev ne kurmancî ye: Lê em çi bikin ew derbîrê me de cîhek girîng girtî ye. *



10.04.2014 12:14 | ervah.azad

5. ev peyv di sêrtê de jî tê emilandin, diyar e ku ji zimanê tirkî de derbas bûye zimanê kurdî. kurdî de cihekî xweş girtiye, gava dibihîzim li min eceb naye.



10.04.2014 16:28 | rêzan

6. anagora ne ji 'ona göre' tê. li cem me jî tê bikaranîn lê ji 'niha gora' tê jixwe em nabêjin 'niha' em dibêjin 'ana' mesela 'ana têm' gora jixwe peyveke kurdî-farisî ye, niha jî kurdî ye.

wek mînak em wisa dibêjin ' ana gora wî/ê... falan û bewan



10.04.2014 16:39 | ferhenga şikestî

7. anagora peyva ku bi min, kin bûna peyva ''a niha li gora'' min an ''gora wî'' yanî weke ''gorî min'', ''gorî wî'' ye. a niha li gora min ev peyv di zimên de sibik bûye û bûye anagora. em bi xwe bi karnînin, lê belê gorî mînakên di hevokan de hatiye danîn ez dibêjim.

ha em ji 'a niha' re dibêjin ''ana'' kin bûye.



11.04.2014 00:34 | giyanstêr

8. Kalikê min di shûna " ona göre" bikardianî



11.04.2014 03:45 | hemdilaarda

9. Yê gotinê rast, anegorî ye.heta kalkêmin û pirkamin jî wusa digotin. wana ji tirkî nezanî bûn, kurmancî kî safî xeber didan, loma em nikarin pêşîn bibêjin ew peyvek ne rast e. Gere em etimolojî vê binêrin.



28.04.2014 22:15 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» anagora

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî