Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
avestakurd.net - tirşik
avestakurd.net
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. rêveberên wê kesên wisa ne ku li ciyekî nûcheyeke li hemberî pkk'ê bibînin "kef" bi ser devê wan dikeve û hema di cî de wê nûcheyê diweshînin. wek dijminê pkk'ê tev digerin û weshanê dikin bi vî awayî heqaretê li kurdan dikin.



06.08.2013 21:00 | rojgar

2. Kurdiya we hema bêj e seranser li gora mentiq û hişmendiya zimanê Tirkî tê nivîsandin..dema ez nûçeyên wan dixwênim hema ez dibêjim qey ez malpera mîllîyetê a tirka dixwênim. Hema tenê zimanê avestayê bi kurdî ye...



07.08.2013 01:56 | nan û av

3. malperek ji malperên kurdî ye ku bi kurdî nûçeyên derheqê kurdistan û cîhanê de bi kurdan û kurdistaniyan radigihîne.. xweyê wê dilbixwîn dara ye.. di sala 2012an de hatiye damezrandin û gelek nivîskarên navdar ên kurd ên ji her parçe û devereka kurdistanê di vê malperê de qûnciknivîsiyê dikin.. normal e ku kurdiya wê gelekî di bin tesîra zimanên din de be ji ber ku pirraniya nûçeyên xwe bi wergerandina nûçeyên ajans û rojnameyên cîranan çêdike.. yanî pirraniya nûçeyên xwe ji nûçeyên tirkî û erebî yên di çapemeniya tirk û ereban de belav dibin werdigerînin kurdî û diweşînin..

çendî nûçeyên wê îthal bin jî xet û rêbazeka kurdistanî daye ber xwe û baş xirab birêve diçe.. bi saya têkiliyên xweyê malperê yên bi malbata barzaniyan û hikûmeta herêma kurdistanê re carinan nûçeyên flaş û sansasyonel jî di vê malperê de derdikevin û gelek caran di çapemeniya tirkî de jî ev nÛçe bi navê (bnr: li gorî agahiyên me ji herêmê bidest xistîn) tên weşandin..

ji bo ku hevalên ku xet û polîtîkaya vê malperê wekê dijayetî û dijmanayetiya pkkê binav û pênase dikin bila (bnr: nifşên nû yên kurd yên ku bi dezenformasyonên pkkê mezin bûne)..



07.08.2013 05:15 | endazer

4. Gava rojnamêyen tirkan de JI bo hin "NUçeyen derewra" wek referans têN NISANDAN, KEYFA SERêXWE DIXWIN..



07.08.2013 06:12 | jir

5. malpera ku Diyarname her dem ehmeqtiya wî bi wî dide diyarkirin

(bnr: http://diyarname.com/news.asp?idx=7003)



07.08.2013 11:41 | xewnname

6. Li gor malpera we dîroka avakirina wê ne sala 2012 e. Malper di sala 2000'an de hatiye avakirin..



07.08.2013 12:57 | nan û av

7. Tu hê alan ji hev dernaxî, tuyê çi bizanî li Rojava çi diqewime!

Bnr:

http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=7341



07.08.2013 22:49 | cemilo

8. sTÊRKA ÇAPEMEniya kurdÎ ye. rÊYA ME RONÎ dikÊ. kURO HETA NAHA MIN LI TI DERÎ NEDÎTIYE KÛ JI BO TIŞTÊN WEK HEV GOTÎINA ''xuşka FILANKES'' HATÎ BIKARANÎN. gER MIROV GELLEK SER HEVDÛ VE BIÇIN MIRoV DIKARÊ BIBÊJÊ FILANKES CÊWIK IN AN JÎ CÊWÎ NE. lÊ VÊ MALPERÊ JI BER AVAHIYA KÛ CÊWIYA BURC XELÎFEYA KÛ LI ÎMARATÊ YE Û RAYEDARÊN VÊ ŞIRKETÊ NIYET HENE KÛ LI HEWLÊRÊ ÇÊbikin DIBÊJÊ : Xuşka “Burc Xelîfe“ li Hewlêrê tê çêkirin.. gelo radeDARÊN VÊ MALPERÊ VAN TEŞBÎHÊN BI VÎ AWAYÎ JI QUNA XWE DERDIXIN. ha ji were lÎnk : http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/xuska-burc-xelfe-li-hewlr-t-ckirin-h5038.html



28.10.2013 13:27 | nan û av

9. malpera ku ez bawer im tirşikê dişopînin.

duh nûçeyek li ser strana gönül dağı ya neşet ertaş, çêkirine.

di tirşikê de tam berî 2-3 rojan behsa vê meseleyê hatibû kirin.



02.03.2014 16:06 | simurg56

10. malpera ku mirov dibêje gelik sofîstîke ye lê eslê xwe de tiştek welê nîn e.Nûçe ji yek destî der dikevin yanî ji destê dilbixwîn darayê kobanî.Heke mirov d.dara nas bike wê politikaya wê ya dijberiya pkkê jî fêm bike.Dilbixwîn dara rikberekÎ pkkê ye ji ber ku wî nekarî barê şoreşê ragire xwe ji bin bar avêt û ji med tv'yê dûr ket.Ji ber eksa ji wê demê mayî wi xwast evda xwe, tatminiya xwe pêk bîne ev hewldan jî hemî ji ber wê ye.Dema girtina roj tv dê vî camêrî şahidiyek xef ji dadgeha danimarkayê re kiriye -ji devê amed dîcle-.Nizanim bala we çûye ser, şewaza nûçeyên rûdaw tv 'yê û avestakurd.net'ê çima ev qas dişibin hev ?

Ji ber çi min digot nûçe ji destê yek kesî der dikevin. sedema wê : niha redaksîyon , xwedî, berpirsyar hemÎ yek kes e.

daxuyanî ji endamên redaksyona avestakurd ji bo raya giştî:



xwendevanên hêja,

em wek endam û hevkarên redaksyona malpera avestakurd, ji xwendevanên xwe re radighînin ku ji dema belavkirina vê daxuyaniyê û pêve em ne hevpar û hevpişkên nivîsên ku di malpera avestayê de diweşin.

me wek rojnamevan dixwest bi erkên xwe yên kurdayetî di rojnameyeke bêalî de rabin, lê me dît ku ji niha û pêve em ê nikaribin bi wî erkê pîroz rabin, loma me biryara xwevekişandinê ji malperê da.



xwendevanên rêzdar



wek hûn jî dizanin, ji sala 2008an de, bi awayekî aktîv tiştên ku ji me hat bêdudilî me kir. hinek kes ji me ji demeke dirêj ve di malperê de naxebitin, lê navên wan hîna jî li redaksyona malperê girêdayî maye.

em hêvî dikin ku di zûtirîn dem de, navê me ji redaksyonê bête rakirin.

serkeftin û pêşveçûn ji bo rojnamegeriya serbixwe

endamên ji redaksyona avestakurd yên vekişiyayî



zinar ala



lava darwîş



ezîz xemcivîn



ahîn zozanî



arşevê oskan



05.02.2011



02.03.2014 19:44 | cekdar

11. malpera ku ne dijberê pkkê ye dijminê wî bixwe ye. ji kerema xwe ka li vê nûçeyê binêrin.

http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/ax-gihay-ber-deriy-ocalan-dixwin-h5743.html



gelo qûnbixwîn (pardon minê bigota gulbixwîn) efendÎ çûye gundê amarayê û ev nûçe nivîsandiye? nexêr!

nexwe?

ev nûçe berî çend salan li medyaya tirkî hatibû weşandin, camêr jî ji wan wergirtiye.

min ne wê demê ne jî niha ji vê nûçeyê bawer nekiribÛ lê gulbixwîno bawer kiriye ev jî tişteke normal e.

ixtimaleke biçÛk e ku nûçe rast be jî. ma em çi bikin her ehmeq ji kîse xwe û ji serê vî ve...

lê mesele ne ew e!

çima Îro ev nûçe tê weşandin ?

çimkî Îro, yên ku zikê dilbixwîno têr dikin bi kolandina xendekan gÛyeke mezin dixwin. camêr jî xwestiye bi nîşandana ax xwarina hinekan, gû xwarina hineken veşêre.

lê yemezler babam yemezler!



13.04.2014 09:19 | oxir

12. malpera ku nuçeyÊn xwe bi zimanÊ gelÊ xwe, bi zimanÊ kurdÎ dike ye.

ger nuçeyÊn wÊ nerast bin jÎ di wan rojÊn ku kurdÎ li bakur wenda dibe hebÛna wÊ xweş e.



13.04.2014 09:45 | şoreşa penûsa kurdî

13. (bnr: bloga dilbixwîn dara)



malpera ku weke bloga dilbixwîno dixebite l. carna bêimze, bê sernivîs bîranînên xwe dinivîse.



09.09.2015 11:57 | xendekî

14. Malpereka nûçeyê ye. Hin niviskarên li jor neheqî lê kirine. Ya rast ew e ku Bi xwendina avestakurd.netê Haya mirovê ji her çar alîyê cîhanê çêdibe.

"Fîlma seks ya kandîda Lîsta Ebadî Prof. Dr. Intîzar Ehmed Casim derket - Vîdyo"

"Milîsekî Heşda Şebî xwe ji keçikekê re tazî kir (FOTO)"

"Cara yekemîn keçeke Kurd xwe tazî dike"

"Vîdyo – Keça Kurd Saya Kerîm fîlmên porno dikişîne û dozgerê giştî li dijî wê doz vekir"

"Kim Kardashian li Meksîka jî rihet nasekine (foto)"

...



09.07.2019 11:14 ~11:13 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» avestakurd.net

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî