Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
badînan - tirşik
badînan
(0) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. badînan yan behdînan devereke kurdistana başûr e.

Erdnîgariya wÊ:

ji aliyê bakûr ve botan û hekarî dikevin ser sinorê vê deverê. başûrê rojhelatê vê deverê bi devera soran ve tête girêdanê. başûrê rojavayê vê deverê dikeve ser sinorê parêzgeha musilê. li aliyê rojava dikeve ser sinore deverên hêsîçe (heseke) û qamişlo yên kurdistana rojava. rûberê vê deverê di navbera 20.000 ta 30.000 km2. ev devere ya dewlemend e ji layê cografî ve. herwesa ev devere ji çiya, deşt, gelî û rûbaran pêk têt.

li vê deverê bi 10an çîyayên navdar hene wekî çîyayên metîn, gare, spîrêz, şaraniyê, pîris, meqlob, elkoş, çîyayê şirîn, çiyayê şengalê, çîyayê akrê û heta domahiyê.

deştên navdar jî ev in: deşta silêvaneya, deşta sindiya, deşta dubanê, deşta feydiyê û çendîn deştên dî.

herweku tête zanîn kurdistan bi giştî ya dewlemende di warê çavkaniyên avê da. herwesa çendîn rîbarên navdar jî li vê deverê hene weku rûbarên: dîcle, hîzil, ro-şîn, zêyê mezin, xabûr, nihnik, xazir, sîrwanê mezin û gelek rîbarên dî.

bi giştî li devera badînan hemî corên dar û barî lê şîn di bîn. lê yên bernîyas weku: sêv, tirî, hejîr, hinar, xox û heta domahiyê. zêdebari hemî corên keskatî yê.

devok (zarava*

xelkê vê deverê jî weku badînî (behdînî) têne navkirin. herwesa têne naskirin bi kirmancên kurdistana başûr. navê devokê (zaravayê) wan jî her badînî ye. devoka badînî nêzîkî devoka botanî û hekarî ye. ji ber ku ev hersê devere nêzîkî êk in. lêbelê, mixabin ji ber egerên sîyasî û parçebûna kurdistanê mirov hest pê diket ku ev devere jêk dîrin û di warê kargêrî (îdarî) de jêk cuda ne. lê herçend e jêk cuda ne jî belê bazirganiyeka bi hêz di navbera wan da heye.



ji bo bêtir agahdarî: http://ku.wikipedia.org/wiki/bad%c3%aenan



îxtîmalek mezin kesê/a ku vê amadekiriye neteweperwerekî/a herêmî ye:9 lewra heçko tixûbên xwe zêde fireh kiriye* lê ez jî nizanim bê tixûbên wê ji ku derê heya ku derê ye..



20.05.2014 13:03 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» badînan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî