Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
beledî - tirşik
beledî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li cizÎrê ji bo brûskê tê gotin.. wek belediyê veda tê bikaranîn di nav hevokê de.. ez ne xelet bim bi eslê xwe ji erebî ye..



04.04.2014 13:39 | endazer

2. lI SER VÊ PEYVÊ MESELEYEKA PISMAMÊ MIN HEYE..

dEMA CARA PÊŞIYÊ KU CIWAN HACO HATIBÛ BATMANÊ PISMAMÊ MIN JÎ ÇÛBÛ KONSERA WÎ.. vÊCA HETA NÎVÊ ŞEVÊ MABÛN BATMANÊ Û PAŞÎ JÎ VEGERIYABÛN HEZEXÊ.. dI RÊ DE HERKES XEW VE DIÇÊ. jI BER KU DI KONSERÊ DE GELLEK WESTIYABÛN.. hERKES Xew VE DIÇÊ LÊ XEWA PISMAMÊ MIN Û XEWA ŞIFÊRÊ DOLMÎŞÊ NAYÊ.(XEWA ŞIFÊR WERÊ JÎ DIVÊ NE RAZÊ *. PISMAMÊ MIN JÎ DI DAWIYA YA DOLMÎŞÊ DE YE.. dIXWAZÊ WÊNEYEKÊ HEVALÊN XWE YÊN RAZAYÎ BIKIŞÊNÊ.. wELHASIL MEKINA XWE YA WÊNEYAN DIDERXÊNÊ Û WÊNEYEKÊ HEVALÊN XWE DIKÊŞÊNÊ.. nAVA DOLMÎŞÊ TARÎ Û ZILOMAT E.. jI BER KU NÎVÊ ŞEVÊ YE.. dI VÊ TARIYÊ DE JÎ FLAŞA MEKINEYÊ PÊ DIBÊ.. şIFÊRÊ DOLMÎŞÊ JÎ NIZANÊ KU PISMAMÊ MIN WÊNEYÊ HEVALÊN XWE KIŞANDIYE.. dEMA ŞEVQA FLAŞÊ DIBÎNÊ SERÊ XWE DI CAMA DOLMÎŞÊ RE DIDERXÊNÊ Û LI EZMANA DINÊRÊ Û WEHA DIBÊJÊ: eYN BI XWEDÊ BELEDÎ VEDA..



05.04.2014 01:19 | nan û av

3. beled bi erebî ji bo wargehan, bajar û bajarokan re tê gotin. peyva navdar belediye jî ji vir tê. beledî jî ji tiştên têkildarî beled tê gotin. bi eslê xwe ne erebî ye. ev peyv ji peyva polis/politika ya grekiya kevn tê. (bnr: pal)

van peyvana bi bandora şer û bazirganiyê derbasî zimanên aramî û suryanî dibin. û cara ewil di qûranê de tê bikaranîn. dûv re dikeve nav erebiya gel. gelek peyvên din hene di qûranê de ku ji zimanên grekî, aramî û suryanî hatine wergirtin. yanî em dikarin bêjin zimanê erebî di eslê xwe de ne hewqas dewlemend e. bi bandora zimanên din ên samî niha hewqas dewlemend e.



10.07.2015 04:27 | elegez

4. (bnr: we gotibû şaredarî)

şaredarî, belediye.



10.07.2015 15:51 | shorbevan

5. Ronahiya birûskê ye. Ronahiya ku bi valabûna barê elektrîkê di nava ewr û erdê yan ewr û ewrekî de dertê holê û wek xêzeke şikestî çîk dide.



26.01.2020 03:24 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» beledî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî