Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
beyran - tirşik
beyran
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. xwarineke dîlokê ye ku weke parêva sêrtê sibeh/beriya nîvro tê çêkirin û xwarin.

lê êdî hema bêje her saetê rojê peyda dibe.

eslê xwe de şorbe ye. ji birinc, goşt û donê stûyê berxan, bîberên pul, lîmon, xwê û ji sîr tê çêkirin. tabî baharat jî.

ez ê ku zêde nikarim tîjatiyê bixwim, ji vê xwarinê gelekî hez dikim.

li dîlokê bi taybetî li xwaringehên metanet, kelebek, yesemek, ali usta û hwd. xweş tê çêkirin. lê berevajî yên din li metanetê, hê jî piştî nîvro nayê peydakirin.

ev şorbe di lalîkên sifir de tê pêşkêşkirin, ez bawer im ev jî tama wê zêdetir dike.



li ser kesên weke min, bandora bombeya gazê dike. dema xwarinê re, ji hemû laşê min xêdan davêje û ji hestir ji çav, dev û pozê mirov diherike. (tabî belkî hemû ne hêstir bin jî *)



26.09.2013 15:38 | simurg56

2. Xwarineke xweş a min pê dilşa dibe. Piştî ku mirov vê xwarinê dixwe weke her xwarina xweş mirov rehet dibe, derdê wan kêm dibe.



24.01.2015 20:53 | azadixwaz

3. Xwarinê dîlokî xweşin lê nêzê beyran nebum sîr u pepik iyy.hevalên min yên mêr gelek ji vî xwarinê hez dikirin.gelo mêr çima wisa ne nizanim.



18.06.2015 14:40 | ronahî

4. xwarina ku tê de pepik tune. lê sîr zehf heye ew rast e *



18.06.2015 18:11 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» beyran

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî