Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bêder - tirşik
bêder
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Wekî em ji peyvê jî fêhm dikin bêder dereke gilover û bê der e. Ji ber vê yekê dibêjin bêder. Dirêjî û firehiya bêdera gilover nêzî 8 mîtroyan e. Belê berê bêder çawa dihatin çêkirin û amade kirin em dixwazin di vê nivîsa xwe de ji we re binivîsin. Li serê zevîyan an jî li serê gireke bilind yê ku nêzî zevîyan û ba lê tê bêder dihat çêkirin. Dereke rast, bi tevir û bêran dihat kolandin û rast kirin û paşê jî dar, ber û gilêş ji nav wê axê dihatin paqij dikin , dema ku ew der nêzî qulaçekê hat kolandin di nava wê derê de stûnek nêzî 2 mîtroyan ya dirêj li nava xîmê bêderê diçikandin û zeft girêdidan da ku paşê gayê bingêrê pêve girêbidin û dewar û gayên din jî li cem wî girêbidin. Gava ku ew stûn di orta bêderê de baş zeft dikir, paşê xîmê bêderê yê kolayê baş şil dikir û dikir herî da ku bêder baş bê rast û duristkirin. Dema ku ew ax hat herî kirin paşê telîsekî kayê jî bi ser vê herîyê ve dikirin û bi mêran baş hevîr dikir da ku herî û ka tevlîhev bibin. Paşê vê herîyê bi banguranan digêra ku rast bibe. 2- 3 rojan ev gêrîna bêderê dewam dikir, di nava van rojan de bêder baş rast, hişk û qahîm dibû û her wisa bêder ji gêreyan re amade dibû.



24.07.2013 14:46 | endazer

2. (bnr: bênder)



24.07.2013 15:22 | cirano

3. (bnr: omer faruk baran) ê (bnr: sirûc) î hewl dide ku kovareke wêjeyî bi navê (bnr: bêder) derxê. min hê nedîye belkî derxistîye jî.



24.07.2013 17:40 | seydayê_peyvan

4. kovara bêder. (bnr: ibrahim halil baran) ew jî li ser kovarê xebat dike.



24.07.2013 18:08 | baz21

5. kurê kerê

ser bênderê

ceh dixwe

nade kerê

ker gunehe bavête ye ...

- ev ji hezkirina kurda ji zaroka ye. -



17.04.2014 18:26 | dara berrûyê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêderên kevn bi ba neke

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî