Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bêperetî - tirşik
bêperetî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kul û derdê [qijilyo] bû, min xwest jê re bibim derman. *



dema ku pere di berîka mirov de nemÎne ji wê rewşê re dibêjin bêperetî, gelek caran hatiye serê min. lê ku hevalên mirov ên jidil ne yên xwarinê hebin, ne derdeke bêderman e, bi deynan heta demekî mirov dikare safî bike.



22.07.2016 22:29 | endazer

2. Ji deyndariyê ewlatir e*



22.07.2016 23:55 | ferhenga şikestî

3. (bnr: pirsgirêka herî mezin ya mirovê modern)

êdî rewşek berbilav e. ha, belkî di berika mirovan de têra riya an û xwarina wan pere heye lê dema mirovji yekê pere dixwaze bersiv tim eynî ye: welleh krediya min heye, loma qet pere cem min tune.

êdî ji bo kirîna erebe û xaniyan û hwd. herkes di bin barê krediyekê de ye. loma meaşê wan yên 5-10 salên pêşerojê jî ji niha ve xerckirî ne.



23.07.2016 09:16 | simurg56

4. tunebûn, pereyê meriv hiş û mêjiyê xwe bi xebitîne meriv bê wî namîne.. dibêjin ji kevir jî dertê.., rewşa pere hebe û meriv nexe nisîbê xwe bê peretiya herî dijwar eve.., gere meriv ne tima be lê meriv îdareya perê xwe bike û qîmeta wî zanibe jiber bêperetî/tunebûn zore..



24.07.2016 04:10 | shorbevan

5. Derdê min ê sala 2015'dan wî dixwast bi huner û peyvêd xwe yên sûper bête nasîn balam peyva bêperetiyê pê zeliqî



02.04.2020 18:06 | qijilyo

6. halê ku ji roja roj ve tê de me



03.04.2020 00:14 | bedirxan

7. (bnr: min pere çandin heta şîn bibin)



03.04.2020 13:25 | xabûrî

8. tiştekî dijware.
li wî cîhanê her tişt bi hêzê ve tekîldare. hemu pêwendî hemu kar welhasil her tişt li gorî hêzê birêve diçe. hetta hetta têkîliya dê-bav û zarok jî li gorî hêzê tê sazkirin. mesela dê û bav di nav zarokên xwe de kî ku herî zêde pere qezenç dike ji wê ra cudatir dinêrin û jiyan û fikrên wê ra rêzdigrin, tevlê nabin.

di cîhana modernda jî hêz pereye. pere herî girîntir tiştê li wî dinyayê.

em werin bêperetiyê;
wexta tu bêpereyî(ne bi awayî sezonî, bi awayî demdirêj) jiyan dibe dojeh, tu kes rêza te nagire. her tişt paş de diçe. gava tu bixwazî halê xwe dirust bikî ew wext jî astengên bêperetiyê derdikeve pêş te. tu bixwazî perwerdehiyek xweş bistîni bêperetî dibe asteng nizanim pereyê internetê, pereyê pirtukan, compîter hwd. hwd. quzzilqurt lîste dirêje.
her tim wisaye; asteng pir, çareserî pir zore. heke şansê te jî tunebe el fatiha li ser te.

û qey wana bes nîne li ser da gotinên bereday ya mirovan jî gohdar dikî. herî xirab jî wiyaye.



18.12.2020 12:50 | lonw karda

9. Di nava dewleta gelê dagirker de bêperebûn zehmet e.
Ger otonomî ji herêma Kurdistanê re bê dayîn dê aborî ye pêş bikeve. Ez sond dixwim ku ew ê biguhere. Ji ber ku nijadperest in ev aborî dê wiha bidome.
Ez ne bêpere bim jî, ji ber bêqîmetiya pereyê tirkiye ez ê feqîr bim.

niha nirxê dolar bûye 19,20 tl..



31.03.2023 19:06 | horhorik

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêperetî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî