Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
ceso - tirşik
ceso
(34) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. (bnr: sherlock holmes)

niviskarê ku zane kî, kengî, çi guyî li ser ferhenge xwarîye ye.

ez eceb mam ku hê tu kesî tiştek li ser vî camerî ne nivîstiye.



19.10.2013 00:22 | saladin

2. Nivîskarê ku endazer tu xêrhatin û mêrhatinê lê nekiriye lew ji endazero dehwacî û gilîkar e,

Ez bi xêr hatim *



19.10.2013 00:24 | ceso

3. bi xêr hatiye, ser seran ser çavan hatiye.

admînên xweragir û meşrebfireh xêrhatin lê ne kirine, eyba wan e.



19.10.2013 00:31 | saladin

4. nivîskarê ku piştî bihistiye tirşik xwediyê formatekî ye, * peyamên xwe yên kevin rast dike .

bêhenek, xwedê jê razî be gelek ked dide tirşikê û nivîsên xweş dinivîse. ji xwendina wî dilşa me



22.10.2013 00:01 | brusk56

5. eyba mezin şerma giran! ev çawa ne min heta niha bîr nebiriye û bi ser navê konseya rêveber ya tirşikê bixêrhatina vî camêrê xweşnivîs nekiriye.. tu were di tirşikê de di demeke ev qas kurt de ev bi qasê barê kerekî peyaman lê bike û bila kes newe nebêje xerÎbo tu ji kû ve tê yî jî..

nivîskarê ku eger xwudê bêje erê siba bi rêûrismek têra xwe rismî em ê wek malbata tirşikiyan bixêrhatinê lê bikin.. heta hingî û piştî hingî jî bila her di nav xêr û xweşiyê de bimîne û binivîse..



22.10.2013 01:01 | endazer

6. nivîskarê ku van rojan tirşikê ji çolbûnê xelas dike. xwedê jê razî...



18.11.2013 22:49 | simurg56

7. nivîskarê ku gelek bikeyf dixwînim û dişopînim .



19.11.2013 00:05 | brusk56

8. nivîskarekî sîpere. ku van rojan em dibên binivîse ceso bila sedqa serê te be.mal ava.



29.11.2013 10:31 | tivirloismail

9. nivîskarê ku dinivîse û dinivîse lê dîsa jî li xwe zêde nake.. min got belkî hejmara peyamên wî vêga gihiştibe heta hezarî lê mîratê nû ji sÎnorê pênsedî bihuriye.. ez ditirsim hinekan çavin lê dabin..



04.12.2013 00:03 | endazer

10. Nivîskarê ku bi sedan peyamên xwe yên çirtovirto jêbiriye. Mixabin.



04.12.2013 00:06 | ceso

11. nivîskarê ekspansîyonîst û ekspresyonîst yê ku ferheng parsel parsel ji xwe re standi ye. saet xweş.

û kenê min jî bi tekilîya wî û xuya bûna mijara formata tirşikê her du heftîyan carekê li aliyê çepê tê. :d



edit: min car din li şîroveya xwe meyizand, dibê ku sîyonîstbê.



04.12.2013 03:03 | saladin

12. nivîskarê ku dixwaze ji raya giştî re bibêje ku piştî çar salan bi rêkûpêk dîsa vegeriya twitterê. navê wî yê twîtirê jî ceso ye. navê wî yê bikarhêriyê jî cesodino ye.



19.12.2013 21:45 | ceso

13. fenomenê twitterê ye ku min dest bi şopandina wî kir.



20.12.2013 00:04 | saladin

14. nivîskarê ku ger navnîşana xwe ya twitterê ji raya giştî re eşkere bike, ez jî dixwazim bişopînim e .

kerem ke li vir binivîse ; hesabên twitterê ên niviskaran



20.12.2013 00:06 | brusk56

15. nivîskarê ku heta niha 830 peyam lêkirine û tenê reşşikek standiye.. ew reşik jî ji bo peyama xwe ya li ser mijara lgbtî yê standiye..

(bnr: kurê xelkê)

(bnr: tiştên ku divê bavê mirov pê nehesin)



01.01.2014 22:48 | endazer

16. nivîskarekî newêrek û li peyamên xwe xwedî derneketî ye. heya niha belkî heft heşt reşşik standine lê mixabin ji ber wisa bawer kiriye ku van reşşikan bi neheqî lê werkirine, wî jî peyamên wî yên ku reşşik standine jê birine û firandine. çima? ji ber çi? ji ber ku tu neheqiyê û heqaretê li kesê nekiriye û tenê fikra xwe eşkere kiribe jî reşşik standiye. mirov li peyamê dinêre û li reşşikê dinêre. li peyamê dinêre li reşşikê dinêre lê dîsa jî mirov ji navê dernayê bê ka ev reşşik ji ber çi bû. hingê ê min jî hêrsa min radibe û peyamê hildigrim û li qûna dîwarekî dixim. ta niha min ji ber fikra tu kesî reşşik û meşşik nedayê hettan neheqî li min jî hatibe kirin. ji bilî du peyaman ku yek ji wan min peyamê xelet fehm kiribû û min çeppikek jî dayê û ya din jî ev e mihemed pêxember/21478 ku tu eleqeya wê ne bi mijarê re û ne jî bi formate re heye lew min jî reşşikek dayê.



01.01.2014 23:04 | ceso

17. nivîskarê ku bilindiya pozê min jê re bûye derd.

(bnr: nepîva û heft û nîv)



03.02.2014 10:07 | gulan

18. ew nivîskar e ku ji ber qelema wî ko bûye û qelemtiraşa wî jî nîne, ji mêj de ye di trişikê de nanivîse..



10.02.2014 05:53 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ceso

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî