Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
cinorek - tirşik
cinorek
(36) (0) (9)
di mijarê de bigere

1. nivîskareke hêja ya tirşikê ye ku ez bawer im xwediyê malpera cinorek.wordpress.com'ê ye.



09.09.2013 23:00 | simurg56

2. eger malpera ku tê behskirin ya wÎ be û welatên ku di malperê de hatine danasîn jî ew bi xwe lê gerihabe rêz û hurmetek mezin heq dike.. û ez ê ji camêrinan re bêjim bila bejna xwe li ber ger û geştên vî camêrî û serguzeşt û serpêhatiyên wî bitewînin stûyê min diêşe an nexwe..

nivîskarek yê tirşikê ye helbet ji nav 600 nivîskarên din ên tirşikê.. lê çalak û çarpêk e û xweş dinivîse..



09.09.2013 23:10 | endazer

3. zonê ma yanî kirmanckî/zazakî zano. çi weş!



12.09.2013 20:35 | kurdane

4. seba ke puanê karmayê ey -1 bi, mi ci rê çend çeppikî cenayê, la ancax resa -0. la no mîyan de sereyê mi zî têmîyan bi. dersê matematîkî de ma musayê ke hûmara "0" ne negatîf (-), ne zî pozîtîf o. No -0 ku ra vejîya? *



16.09.2013 16:28 | kurdane

5. Car caran me rexne li hevalên pkkyî dikiran û me digot gellek muteessib in (hişk in) û ji bilî fikra wan tehemmula wan ji ti fikrî re nîne. Weka din me digot dema di peyiv in bê esl û bê bingeh di peyîv in. Lê willehî dema ez vî hevalê mey ê cinorek dixwîn in ez hezar rehmetê li hevalên pkkyî tînim. Belê mirov dibê dijber (muxalîf) lê ne bi vî şeklî. Ez bawer im hema heta êvara ji xwe re dibêjê gelo ez çi bikim û çawa bikim rexne li partî(bdp) û pkkê bikim. Ezbenî em jî car caran rexne li siyaseta pkkê û bdpê dikin lê dema me ev heval dît me got rehme li me bê. Em li cem vî hevalî hê şagirt in. Rexne bikin lê ez bextê we me ewqas jî bê bingeh û bê esl rexneyan nekin..



22.09.2013 21:51 | nan û av

6. li gorî dane û agahiyên bi dest îstîxbarata tirşikê ketîne li paytexta koreya başûr li seulê dijî.. lê li seula rengîn çi dike, bi çi ve mijûl e bes xwudê û cinorek dizane..



30.09.2013 02:15 | endazer

7. gerokê tirşikê ye. şûna me hemûyan li dinyayê digere û nivîsên xwe yên derbarê gerên xwe de, li malpera xwe diweşîne: http://cinorek.org

welleh bi qasê ji malpera wî tê dîtin xweş geriyaye; tirkiye, îran, kore...

xwedê bêyî ku ji keyfa wî kêm bike, hinek jê bide me jî îşelleh



09.10.2013 18:20 | simurg56

8. xwezî di peyamên xwe yên di tirşikê de şûna rojeva kirêt û bêhnpêketî ya kurdistanê behsa cih û warên lê geriyayî, xawrinên xwarî, mûzîkên guhlêbûyî filan kiribûya..



22.10.2013 14:24 | endazer

9. mîmar e.. xwezî logoyeke xweşik ji bo tirşikê çêkiriba..



26.10.2013 22:00 | endazer

10. Li qoserê kazimo heye. xwarinê şîn û dawetan gişî ew çêdike. jê re silavekê bişîne, wê tirşikeke li gorî dilê te çêbike. Silavê min jî lê bike... *))



26.10.2013 23:11 | devliken kelogiri

11. trol.



20.11.2013 07:49 ~2019.07.02 17:22 | şoreşa penûsa kurdî

12. ya ku mixabin bêhemdê xwe weke cîranek dixwînim.



20.11.2013 20:09 | simurg56

13. xwezî herkes mina cîranek bixwinÎbÛya. gava sifte de malper ava kiribÛ google dipirsi ku
'hÛn dixwazin cindoruk lêgerÎn'...



21.11.2013 17:21 ~2019.05.01 05:03 | cinorek

14. HEKE DEV Jİ SîYASETÊ BERDE MİROV DİKARE JÊ HEZ BİKE.



24.11.2013 19:49 | oxir

15. bi siyaset û siyaneta xwe ve qedr û qîmeteka bÎst û çar eyar yê tirşikê ye.. eger fikrên wî yên siyasî şaş bin jî ne ji dileke pîs û xirab derdikevin û ji bo xêr û qenciya kurdan û kurdistanê ne.. nizanim hewce ye bêjim lê ez b xwe ligel gelek fikrên wî yên derheqê siyaseta kurd de me.. ne sempatîzanê tu hêz û hizbekî ye dikare bi serê xwe bifikire û fikrên xwe bi azadî bêyî tirs û pakî û perwa biseridîne..

lê dilê min dixwaze ku ji siyasetê zêdetir behsa mijarên din bike, ji ber ku ji xwe temamê kurdên li bakurê kurdistanê bi fêhm û ferasetaka çewt û çelexwehrî polîtîze bûne û jê mejîreşî bûne û ji siharê heta êvarê wek darkutkekî nikilê xwe li daran didin bi gotinan rejîman diguherînin û dewletan demokratîk dikin, qenebe bila yên wekê cinorek xwende û kalîfîye behsa mijarinên din bikin.. me ji vê çerx û gêjgerînka lanetî derxînin.. ez bi xwe heta mecbûr nemînim behsa siyasetê nakim.. ji ber ku nifşên nû yên kurd yên bi derew û dezenformasyonên pkkê mezin bûne ji ülkücüyan jî serhişktir û korbawertir in..



24.11.2013 20:13 | endazer

16. yek ji demirbaşên tirşikê ye.. ev çenik û çend roj in pêjn jê naye.. xwudê bike ku hema bi silametî be..



13.12.2013 23:12 | endazer

17. nivîskarê di mijara (bnr: hakpar) ê de xwediyê 6 şîroveyan e ku temamî 11 şîrove lê hatiye kirin *



bawer dikim. qoyî (bnr: hakpar) ist e *



19.01.2014 08:06 | berxweda

18. ger ew û li youtubê de "Omar Ali Khandro" heman kesin, ez dixwezim jê re bibejim ku stranan zahf heja dide par ve kirine.



22.01.2014 17:58 | ervah.azad

19. nivîskarê ku tirşik bicih hêliştiye Û aware bûye..



22.01.2014 21:59 | endazer

20. nivîskarê ku piştî demekî dirêj despê nivîsandinê kiriye ye.

dÎSA Bi xêr hatiye ..



29.01.2014 11:13 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» cinorek

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî