Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
dodik - tirşik
dodik
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Peyva ku xendekî aniye bîra min. Wusa hîs dikim ku min tiştek biqîmet wenda kiriye û piştî salên dirêj dîsa dîtiye * wexta em zarok bûn em diçûn dersa Qur'anê, ji bo ku em cihê xwe wenda nekin me dodik dixist navbera rûpelên em li wir mane. Bi piranî me bi pelên teqwîmê çê dikir. Pelê qat dikir, serê wê jî tûj dikir.

(bnr: cihnîşana pirtûkan)
(bnr: bookmark)



17.05.2019 02:37 ~02:38 | roza

2. Me digot dîkik. Dema em diçûn quranê me ji kaxeza nava cixareyan çêdikir. Vê peyvê min jî birê zarokatiyê.



27.05.2020 16:14 | gêjê

3. me jê ra digot darik.
cîya min digot ku darikê we winda be, zêhna we yê jî kêm be..
me jî darikê xwe rinderind vedişart di nav elbêtkê da.



17.05.2019 19:07 | bûtîmar

4. Heke ez şaş nebim em jê re digotin dîkik.
Min lê nêrî lê tu agahî nedît derbarê de. Divê ji kalikê xwe pirs bikim. Her gav ew ji me re çêdikir bi pelên lênûskan. Çima digotin dîkik wele hişê min lê ma bixwedê. Dibe ku ez şaş im jî lê zêde naşitirîm.



17.05.2019 19:25 | bilbilê dilkul

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dodik

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî