Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
duckduckgo - tirşik
duckduckgo
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Motora lêgerînê ye go ji Google,yahoo,bing'ê gelekî ewlehîtir e. Ev çend rojin bikar tînim û zehf jê xweş im.



12.12.2017 01:46 | gumgumok

2. qedera du salan min vê motora lêgerînê xebitan. her çiqas li ba google û bîngê ewlehîtir be jî, xala lêgerînê de bersivên baş nade lêgerînên meriv ku ev taybetî jî ji ber hevnedana wan a agahî û zanyariyên kes û kompûteran e. nuha ne motora sereke ya amûrên min e lê belê her tim di firefox-a xwe de vê motorê wekî rêzgirtina ked û armanca wan sereke dihêlim ji bo ku ji bîr nekim jî hema carê dixebitînim. hun jî kêm nebin.



12.12.2017 17:34 | biruya hayao miyazaki

3. malpera ku ev demek e bi kar tînim û gelek jê qayîl im. min berî niha ji bo demeke kin yahoo û yandex jî ceribandibûn lê zûzûka vegeriyabûm googleê. lê duckduckgo'yê heta niha qet ez poşman nekirim.

motora lêgerînê têra xwe baş e, tişta ku ez lê digerim baş texmîn dike û encaman li gorî vê yekê rêz dike. di motorên din de, encamên eletewş derdiketin pêş. heta ku mirov, ya di dilê xwe de bibîne, diwestiya. yek jî nedibû wek googleê, lê ev malper serkeftî xuya dike.



17.12.2017 21:30 | simurg56

4. Malpera go bikarhênerên wê bi piranî ji encamên lêgerînê gilî dikin e. Yek ji sedemên vê pirsgirekê ew e go web-crawlera Duckduckgo tenê bi serê xwe têrî nake û encamên lêgerînê ji berhevkirina encamên Yahoo, Bing û Yandexê pêk tê.

Slogana we yî li ser ewlehîye çiqa girîng û tiştekî baş be jî, ewlêhiya datayê ewqa ne xema insana ye. Ji bo wilo jî piştî 12 salan duckduckgo hê jî negihaye hejmarên mezin û google ji cihê xwe nelebitiye. Gelek kes dibê piştî go xizmeta google baş be, dikare datayê min hilêne.



05.12.2020 15:14 | hueyn

5. piştî çend salan min bîr bir ku di duckduckgoyê de mirov dikare lêgerînên xisusîtir bike bi nîşaneka baneşanê. mîsal wiha:
!wiki malta
!imdb totoro
!tw tirşikvan (li twitterê)
!p pirtûk (li pinterestê)

an jî di motorên din ên lêgerînê de:
!google xebroşk
!yahoo galler
!bing lezgî

mirov dikare ji vir sedan riyên din ên kin fêr bibe: Here lînkê



12.05.2021 09:44 ~09:46 | biruya hayao miyazaki

6. Tûne ye.



02.06.2021 03:15 | heval.js

7. êdî navrûya motora lêgerînê ya ddg bi kurdî ye. ji xwe yên geroka vivaldi û firefoxê bi kurdî dixebitînin heta niha ji zû de hay lê bûne ji ber sazkariya "zimanê gerokê". lê yên nizanin jî dikarin zimanê pîroz hilbijêrin.

lê niha hinin kêmasî hene. ji sedî sed ne bi kurdî ye. lê belê wer xuya dike, piraniya motorê hatiye wergerandin. yên kirine destên wan sax be. kurdînûs deyndarê we ne.



23.10.2022 16:58 ~16:58 | biruya hayao miyazaki

8. geroka ku ez jî li browsera operayê bi kar tînim. min nedizaniya bo kurdî hatine wergerandin.

min niha lê nêrî bi rastî jî bişkojka kurdî derket *

dest û kedê hemû kedkarên wan sax bin.



24.10.2022 17:09 | xelîl

9. niha ji bo windowsê hatiye afirandin û weşandin.
Here lînkê



25.06.2023 13:40 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» duckduckgo bi kurdî

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram malper komputerprogram malper komputerprogram malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî