Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ederlezî - tirşik
ederlezî
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneke gelêrî yê qereçiyên ewropayê ye. bi fîlma dom za vesanje (eng: Time of the Gypsies, ku: wextê qereçiyan) navdar bû. li zimanên wek tirkî, yunanî, rûsî hwd. hatiye wergerandin û stirîn. ji aliyê komekê li kurdî jî hatibû wergerandin lê belê ji ber ku youtube-yê nikarim vekim navê komê nayê bîra min.



li vê stranê tiştê ku mirov fêm dike ew e ku qereçiyên ewropayê jî weke kurdan dibêjin "dayê" û "babo".



06.04.2014 09:38 | oxir

2. strana ku ji kengî de ye ez navê wê digeriyam.. xwedê ji oxir razî be..

çend versiyonên wÊ:



goran bregoviç ---->http://youtu.be/VIsNbMhBwqo

beirut ----> http://youtu.be/wIglsZ1R4EQ

koma berçem ----> http://youtu.be/BiBvUMYs_bQ

özgü namal ----> http://youtu.be/KNfUF3TpSsc



06.04.2014 10:27 | mergehez

3. navê straneke goran bregović a bi navê wextê çîngeneyan ve ji bo fîlma emir kusturica hatiye çêkirin e. straneke pir xweşe û hema bêje ji fîlma xwe zêdetir tê zanîn.





19.10.2016 11:56 | nazim tolhildan

4. versiyona wê ya bi kurdî jî heye, komeke bi navê berçem, bi navê dilerizim jê re gotinên kurdî li hev anîne û stirhane. wekê versiyona orjînal kêfa min ji versiyona wê ya kurdî re jî nayê. hewayeka vê stranê ya erebesk heye, qesw û melankoliyeke giran xwe li newqa newaya stranê pêçaye, û eger belayek neyê serê min fîlm jî fîlmeke overrated e.

koma berçem-dilerizim;



20.10.2016 03:05 | endazer

5. tê de dibêje dayê kêfa min gelekî ji wir re tê.



14.01.2017 17:58 | nubin

6. Alternatifek ji bo versiyona kurdî




15.08.2017 11:36 | sloujouc

7. Gotinên stranê :


zimanê orjînal

Sa me amala oro khelena
Oro khelena, dive kerena
Sa o Roma, daje
Sa o Roma, babo, babo
Sa o Roma, o daje
Sa o Roma, babo, babo
Ederlezi, Ederlezi
Sa o Roma, daje

Sa o Roma babo, e bakren čhinen
A me čhorro, dural bešava
Romano dive, amaro dive
Amaro dive, Ederlezi

E divado babo, amenge bakro
Sa o Roma, babo, e bakren čhinen
Sa o Roma, babo, babo
Sa o Roma, o daje
Sa o Roma, babo babo
Ederlezi, Ederlezi
Sa o Roma, daje


kurdî

Tev hevalên min oro dilîzin
Oro dilîzin û îroyê pîroz dikin
Dayîka min, tev Roma
Bavo, bavo tev roma
Ax dayika min tev roma
Bavo, bavo tev Roma
xidiryas, xidiryas
Dayîka min tev Roma

Bavo Tev Roma nêçîra berxa dikin
Ji bilî min, rebenê ez, cihekî Cûda rûdinim
Roja qereçîya, roja me
Roja me, xidiryas

Bavo Berxekî bidine me
Bavo, bavo Tev roma
Ax dayika min tev Roma
Bavo bavo Tev Roma
Dayîka min tev Roma



21.06.2020 17:04 | yûsiv

8. Û nişeyek ev strana koma berçem li (bnr: erxenî) ya delal hatiye kişandin.





21.06.2020 17:08 ~17:09 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ederlezî

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî