Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
eprax - tirşik
eprax
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. xwarinek e ku navê wê navên îlacan tîne bîra mirov.

(bnr: eprex) bi tirkî sarma, tê gotin.

germ cuda; cemidî cuda xweş e.

li hema bêje hemû deverên kurdistanê û tirkiyê, tê çêkirin û hezkirin.

ji bo xwarinê pêşîn navik tê çêkirin. navika wê li gorî dever û daxwazê ji birinc an jî ji savarê û ji tiştên dîtir pêk tê (ronê zeytûnan, pîvaz, nene, xwê, bîberên pul, mexdenoz û hwd.)

piştî çêkirina naveroka wê, ev naverok li ser pelçima dara mêwê (dara tiriyê) tê danîn û ev pelçim bi awayeke taybet tê pêçan. ger kesek zane çêkiribe pêwist e ku piştî ku xwarin hat pehtin jî pelçim venebe û wisa pêçayî bimîne.



26.10.2013 17:48 | simurg56

2. ji peyva yaprak ya tirkî ya di wateya pelg, pelçimê de ye, hatiye.. em ji vê xwarinê re dibêjin pelçim.. li cem me ji xeynî pelçimên mêwan pelçimên silkan, pelçimên tîtukan, pelçimên keleman jî tên bikaranîn ji bo çêkrina vê xwarinê.. hetta min dîtiye ku pelçimên dara tûyê jî hatiye çêkirin..



26.10.2013 18:15 | endazer

3. li ba min ev bêje ji yaprak ê tirkî ketî ye kurdî. guhêrka dengên vê bêje texmînî ev şeklî ye:

yaprak>yaprax>aprax>eprax/êprax *



em werin bersiva “lê çawa?”:

dengê y-/-y-/-y nîv-dengdêr an jî nîv-dengdar e. di kurdî de dengê /y/ di serê bêjeyan piranî naye bikaranîn. celadet alî bedirxan di pirtûkê xwe yên bi navê “elfabêya kurdî-bingehên kurdmancî” û “rêzimana kurdî”de nisbeta y-/-y-/-y di zaravayên cida de wanî daye:

bakur=51,

başûr=68,

rojavayê bakurê(palo)=45,

rojavayê bakurê(siwêrek)=44,

nisbeta giştî=200,

di destpêka bêjeyan de=4.

belê 4. mixabin nivîskar ka ev çar bêje kîjan in ne daye. (ne zor e ku em bêje di nav van de “yek û yar” hebe )



di pirtûkê duyemîn de dibêje ku bêjeyên biyanî ku bi /y-/ destpêdike û bi dengê o-û dewam dike, dema têdikeve kurdî, y- ya xwe winda dike. mînak: erebî yûsif/yûsuf> bi kurdî ûsif yan jî îsif dibe. yan jî bi tirkî yol > ol (dîn?: di tirkî de yol wekî wateya dîn û terîqet jî tê bikaranîn. ev wate, ji wateya erkana erebî ketî ye tirkî. dibe ku di vê rêya jî ketiye kurdî)



di yaprak de ne o ne jî û heye. bersiv hêsan e: y her çi be jî wekî dengê i meyldarê ketinê ye û dengê piştî xwe jî dike ê.(bi kurtî: ey/ye=ê, a ya yaprak dengdêra kurt e) di roniya vê agahiyê de ev alternatif jî heye:

1) ev dibe îstisna be,

2) a ya yekemîn (û duyemîn) ne wek a ya kurdî dengdêra dirêje. kurt e. dibe ku mu’emeleyê wê wekî o/û hatiye kirin. ev ne tiştekî ecêb e.



26.10.2013 22:48 | biruya hayao miyazaki

4. (bnr: qeprax)



27.10.2013 00:43 | brusk56

5. xwarina ku dema tirş were çêkirin, qet jê hez nakim. lê hinek bi taybetî wisa çêdikin.



18.01.2015 14:49 | simurg56

6. Y/eprax, bi gotineke din pel. Xwarineke ku sar jî tê xwarin germ jî. pîlavek bisos a teybet di nava pelên cûrbecûr ên weke pelê mêwan, keleman û silkan de tê pêçan û paşî tête kelandin. Bi şertê ku ciya min çêke xweştirîn xwarine. Di vênavbirê de pelên herî xweş ên kûlîlkên dolmikan in. belê kulîlkên dolmikan. tahmeke xweyî teybet hene û pir lezîz in.



18.01.2015 22:17 | seydayê_peyvan

7. aprax jî tê gotin. dibe ku yapraka tirka jivir hatibe. xwarina ji pelê karrîyê û pelê xerdelê çêdibe meriv ji tehma wî têrnabe xwarina ku ji pelê mêwa çêdibe ku zêde tirş be îmana meriv û rihê meriv jê diçe.



13.06.2015 10:46 | shorbevan

8. (bnr: pelçim)



13.06.2015 14:55 | xendekî

9. (bnr: makîneya çêkirina epraxan)



14.06.2015 10:17 | simurg56

10. (bnr: pirax)



05.05.2018 01:45 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» eprax

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî