Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
farisî - tirşik
farisî
(1) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. zimanekÎ pir xweş e ku mirov pê hîn bibe û eger mirovek berê kûrdî û tirkî zanibe, jê ra qet ne zehmet e ku pê hîn bibe.





10.05.2014 20:01 | rûbar payîz

2. mîna tirkiya îro xwediyê du şêwe ye. a yekem wekî tirkiya îro li dibîstanan bi vê şêwe tê bikaranîn, hema hema bandorî beşên jiyanê ya rojane kiriye. a din jî mîna osmanî berê demeke kin hatiye bikaranîn. hêla çandê xwe mezinkiriye. lê li dema şahên-komar ve bi armancên îdeolojîk ve hatiye qewirandin. her çiqas qîmeta vê şêwe piştî şoreşa îranê hatiye dan jî carde gihiştina demên xwe yê berê hêsan nebûye. û nizanim çend tiştên din...



30.12.2014 22:12 | biruya hayao miyazaki

3. (bnr: min kurd im farsî niyezanim)



30.12.2014 22:19 | endazer

4. Ez pirr diheyirim; kurdên bakurê kurdistanê heyranî vî zimanî ne lê bes dijminê Sondxwarî yê tirkî ne wek ku tirkî neyarê kurdî be lê bes farisî dostê kurdî be. Ewqas pesn pesn pesn iyğğğ êdî dilê min dixele. Tirkî zimanê nihal atsiz rte û Alparslanan e lê farisî jî zimanê humeynî ahmedînejadan e. Bi a min tu ferqa wan nîn e.
Ha zimanekî xweş e yan na?
Ev jî meseleyekî din e. Di rastiya xwe de hemî ziman xweş in geş in Wexta tu pêşî lê veke şitl didin bi xeml û rewş şîrîn û xweş dibin û Wexta pêşî lê bigirî wekî berfînek tu bibî deynî çolistanekê diçilmisin û nema gul didin.
Ne hewceyî ewqas wesf û pesnan e. Zimanekî serdestan e û Hew!
Ez fêm nakim ev edeta pesindayîna farisî ji kû bû emelê me? Yên ku çûne du helbestên firux û şîrazî û sohrab xwendine û çend stranên namjo guhdarî kirine li ser serê me bûne pisporê farisî bûne zimanzanê farisî bûne farisîlog û zomomo foroso por xwoş o bla bla bla
Yav tê bêji qey ji xwudê de farisî hîn bûne, di nava Farisan de mezin bûne, di dergûşê de bi mevlana û şîrazî di xew de çûne offff bes
Neyse ezê jî herim sê hefte qursa farisî û werim deh rûpel pesnê farisî bidim û bibim ji koma farishezan tilililili...
Heqet min behsa fulara xwe jî ji we re kiribû?



24.12.2016 22:08 | ferhenga şikestî

5. Nemîdanem :-)



24.12.2016 23:40 | esefî

6. Birayê ezîz ji ber ku çanda me zimanê me dişibin hev em hijê dikin. Û em eynî malbatêne cudahîya wê li gor min wek soranî wek dimilkî ye. Sîyaset di ziman de divê cih negire. Zebanê Farisî xeylî xûb est. Welî zebanê kurdî âlî est *



25.12.2016 21:02 | pepûle

7. kerem'kin pdfa ferhenga kurmancî-farisî: Here lînkê

zimanek wisa ye ku kizînî ji dil û hinava min tîne.



17.07.2019 22:54 ~2020.07.13 19:40 | tizbîkêş