Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 83 peyam
felsefe - tirşik
felsefe
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji dev û qelema nivîskar alî gurdilî pênaseya felsefeyê:



''Di destpêkê de mirov dikare bibêje ku felsefe di nav loda hewldanên mirovî de hewldana herî zehmet e. Mijarên felsefeyê gellekî fireh in û felsefe, bi awayekî gellekî kûr li ser mijarên xwe radiweste. Wek tê zanîn felsefe ne zanistek e, bi tenê mirov dikare bibêje ku ew zanayiyek an jî rêya lêgerîna zanayiyê ye.

Ji ber vê yekê jî danasîn, fêrkirin û fêrbûna wê jî, gellekî zehmet e. Bi taybetî jî ev helwesta felsefeyê a ku bi awayekî gellekî kûr li ser mijarên xwe radiweste, di destpêkê de çavên xwendevanên nû ên felsefeyê gellekî ditirsîne. Lê çiqasê ev helwesta felsefeyê mirov bitirsîne bila bitirsîne, divê mirov xwe bi paşve nede. Lewra taybetmendiyên felsefeyê dişibin kaxizên tûrnûsolê.

Wateya vê yekê ev e: Ê ku difikire, lê dipirse, li wateya jiyanê digere û dixwaze ku jiyana xwe watedartir bike; hege ew di vê helwesta xwe de xwedîbawer be, wê ji vê helwesta felsefeyê ya wêrek netirse. Piştî vê domanê, mirov ji xof û tirsên bêwate, wê rizgar bibe û li wê li delaliya xazîneya felsefeyê temaşê bike. Di serdema pêşîn de fîlozofên yewnanî, vê rewşê bi “hezkirina zanyariyê” bi nav kirine.



Danasîna Felsefeyê



Bi awayekî eşkere mirov dikare bibêje ku heta roja me ya îrojîn, danasîneke naguher ya felsefeyê ne hatiye dayîn. Çimku her fîlozofekî li gor xwe danasîneke dane, ku kêm zêde mirov dikare bibêje ku ev danasîn nîşana nêzîkayîtêdana wan e. Ji ber vê yekê, danasîneka felsefeyê a ku hemû mirov li ser wê danasînê li hev tên tune.



Çimku fîlozofek, dikare ramanên fîlozofekî beriya xwe bipejirîne û nepejirîne jî. Fîlozof beriya her tiştî dixwaze ku serbestiya xwe nîşan bide. Cihêrengiya ramanên wan ne ji quretiyê, lê belê mirov dikare bibêje ku ji nêrîna wan ya gerdûnê û ji serbestiya wan pêk tê. Li gor zanyaran, felsefe cara yekemîn li Îyonyayê (Keviyên behra Egeya îroyîn) derketiye holê û di wateya hestekî de hatiye bikar anîn: Hezkirina zanayîyê.

Di zimanê yewnanî de wek philosophia tê bikar anîn. Philosophia peyveka hevududanî ye. Ji peyvên philo (hez) û sophia (zanyarî) pêk tê. Ji zimanê erebî, wek peyva felasife derbasê zimanê tirkî bûye. Peyva 'philophios' yekemîn car di wateya 'kesê ku li bastûra tiştan digere' de ji bo Herakleîtos hatiye bikar anîn. Heralkeîtos, wê demê bi nasnavê “Fîlozofê Tarî” dihat nasîn.



Bi taybetî jî peyva 'sophios' dihat wateya "ê ku xwedî marîfet û desthilatîyê (şiyanê) ye." Bi vî awayî felsefe, dibû hewldaneke ramanî, ku li xwezaya tiştan digeriya û dixwest ku li gor aqil û mentîqê, xwezaya tiştan şirove bike.



Herakleîtos ji bo felsefeyê dibêje: "Zanyarî ji bo pêzanîna xwezayê, anîna zîman ya heqîqetê ye û bi awayekî pirsyarker, vejîyîna li gor vê heqîqetê ye."



Ramanwerê romayî Seneca jî, ji bo felsefeyê dibêje: "Babeta felsefeyê ya sereke ew e ku mirovan, bike xwedî edeb û terbîye."



Dîsa fîlozofê Serdema Navîn ê îslamê Kindî dibêje: "Felsefe, xwenaskirina mirov e."



Îbnî Sîna jî bo felsefeyê wiha dibêje: "Armanca felsefeyê, derxistina holê ya xwezaya waneka (nesneya) ye."



Di Serdema Pêşîn û Serdema Navîn de danasînên felsefeyê, her ber bi zanyarî û sererastkirina jiyana rojane ve ye, ku ji xwe zanyarî jî di wateya ku mirov raman û tevgerên xwe li hev bîne, de ye.



Zanyarî



Erdema herî mezin. Bi civak û gerdûnê re yekkerbûna mirov e, di tevgerên xwe de pejirandina serweriya zanayiyê ye, li ser hemû liv û tevgerên xwe fikirîn û pejirandina rênîşanderiya aqil û zanayiyê ye.

Di rewşa zanyariyê de mirov tu carê nikare bibe êsîrê zewq û xweşiyan. Zanyar ew kes e ku, dikare li hember zewq û xwestekên xwe raweste û têbikoşe. Lê di dewra hemdem de jî fîlozof dema ku felsefeyê dinasînin, têgehên razber (soyut) bikar tînin.



Hegel ji bo felsefeyê wiha dibêje: "Felsefe, baweriya hezkirina heqîqetê û hêza aqil e."



Kant derheqê felsefeyê de dibêje: "Têgeh, an jî zanayîya aqlî ku bi çêkirina têgehan tê bidestxistin."



Ev mînak jî nîşanê me didin ku felsefe lêgerîneka bêrawest e û her dem, di hewl daneke wiha de ye...''



19.07.2013 04:07 | endazer

2. pisporiya hemû kurdên ku xwendî û çepgir in, e.



22.07.2013 22:05 | simurg56

3. (bnr: felsefevan.org)



11.11.2013 00:04 | brusk56

4. Beriya dest nivîsa xwe bikim divê vê tiştê bibêjim ku felsefe tiştek e wisa ye ku em nikarin bi gotinekî wê pênase bikin û bihizirin. Ji ber vê yekê ye ku ji beriya mirina Îsa û 2000 sal berê heta niha her tim felsefevan di derbarê felsefeyê de tiştan gotine û xwe pêş xistine. Lê dîsa jî ez bixwe pênaseyek dirêj binivîsim û bihêlim ku hûn baştir fêm bikin.

Di serî de ji bo ku em baş fêm bikin divê li ser peyva '(stûr: felsefe)' yê bisekinin. Koka peyva felsefeyê ji zimanê yewnanî ji peyvên (stûr: philia-sophia) hatiye (stûr: philia) tê wateya hezkirin (stûr: sophia) jî tê wateya zanîn û rasteqînê. Ger em rasterast wergerînin kurdî em dikarin bibêjin ku felsefe hezkirina zanînê, rasteqînê ye. Lê ev têra me nake divê em baştir vekolin û felsefe ji me re çi dibêje derxin.

Ji heta mirovên berê heta vêga ji bo ku em tiştekî baş fêm bikin divê em wê tiştê baş pênase bikin. Ji ber ku pênaseyek dirust û rast dibe encama tiştê rast. Ji ber wê divê em vê yekê ji bo felsefeyê jî bikar bînin.

Felsefe bi min hunerê ramanê ye û ji aliyê kesên ku baş difikirin û wateyan baş barî tiştan dikin ve dikeve nav şiklekî. Helbet felsefe hunerê pirsan e jî ji ber wê yekê felsefevanên herî baş zarokên 3 - 4 salî ne.

Bi rastî pênase kirina felsefeyê karekî zehmet e ji ber ku tesîrên civatî û dîrokî li ser mirovan tesîrên cuda kirine û dema li gor xwe jî felsefeyê pênase kirine encamên cuda derketine. Ev tesîrên cuda helbet li ser felsefevanan bandorên cuda kirine û ramanên cuda pêş xistine ji ber vê yekê ye dema em li ser felsefeyê vedikolin em hezar ramanên cuda dibînin. Jixwe ne pêwîst e ku em bi pênaseyekî felsefeyê baş fêm bikin. Felsefe li dij qaliban e ger em bi gotinekî an nivîseke felsefeyê pênase bikin dê em ê wê bixin nav qalibê û di serî de şaşiyê bikin.

Gelemperîya fîlozofan bi ramanên cuda wateyan barî felsefe, jiyan û dinyayê dikin. Bi min ev tiştekî şaş e. ji ber ku em hemû mirov ji hev cuda ne û em hemû jî hev cuda werar bûne ev yek jî dibe sedema cudabûna fikrên me. Ger em bi ramanên mirovekî din xwe pêş bixin dê çi wateya cudabûnê dimîne. Li ser vê mijarê dixwazim mînakek bidim. karl marx di derbarê fîlozof û felsefevanan de wisa gotiye. "
"gelemperiya fîlozofan tenê wateyan barî dinyayê kirine. lê divê em dinyayê biguherînin ne wateya bar bikin."
hûn dibînin ku Marx jî bêhay wateyek barî felsefeyê kiriye û gotiye felsefe ji bo dinya were guherandin bê bikaranîn.

Pênase û wateya felsefeyê tenê ne di navbera fîlozofan de di nav çandan de jî guheriye. Ger mînak bidim dema em felsefeya Yûnanîstanê antîk dinêrin em dibînin ku felsefe pirsa em ji çi çêbûne, dinya ji çi çêbûye bi kurtasî pirsa çi ji çi çêbûye dida. Lê di heman demê de li aliyê rojhilatê ev pirs cuda bûn. Li Çînê felsefe pirsa ji bo pêşketina civatê çi pêwîst e dida.

(stûr: ka em binêrin fîlozof çawa fikirîne*
sokrates felsefeyê wekî hunerê fikirînê, rexnekirinê û nîqaş kirinê dîtiye û gotiye nivîs mirovan tiral dike. ji ber wê berhemeke wî yê nivîskî tuneye.
xwendekarê Sokrates, platon di akademîya xwe de xwe îzole kiriye û felsefeyê kiriye. di akademîya xwe de bi girseyek biçûk re bi dîyalogan felsefeyê kiriye û van diyalogan nivîsîye. Li gor wî jî felsefeya rasteqîn di pirtûk û berhemên nivîskî de divê nê gerîn. Helbet ev tişt nayê wateya ku berhemên ku fîlozofên din nivîsîye ne girîng in. Ew berhem di nav xwe de problemên dewlemend dihewînin û dema em wana dixwînin ji aliyê ramanan vê dewlemend dibin. û helbet bingeha fikrên me jî ev pirtûk digrin.
nivîskarê navdar û fîlozofê navdar Johann Wolfgang van Goethe jî van nivîsên xwe jî bi min li gor van tiştên ku li jorê min nivîsîye re gotiye. " kesên ku ji sê hezar salên dawîn tiştek hîn nebûne, di tariyê de rêya xwe nikarin bibînin û helbet roj bi roj dijîn û winda dibin û diçin.

Lê helbet û helbet ti gotinek nikare felsefeyê pênase bike û wateyek lê bar bike wekî ku 3 hezar sal berê heta vêga çawa mirov li ser felsefeyê fikirîne û wateyan bar kirine dê sê hezar salên din jî li ser felsefeyê bifikirin û wateyan bar bikin...



11.06.2022 23:28 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» felsefeya serdema yekem

Kategoriyên mijarê:: zanisti felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî