Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
femînîzm - tirşik
femînîzm
(5) (3) (2)
di mijarê de bigere

1. Baweriya wekheviya jin û mêr e.
Û tevgera vî fikrî ye.



13.04.2018 05:06 | gumgumok

2. jina komunîzmê. tiştê pîs.
Divê Kurd ji vê yekê dûr bisekinin!

Edît:
xwe be. ne be kera ekolojîk...

Here lînkê

Here lînkê

binefşî rengê me nîn e...



11.05.2020 17:03 ~2020.05.17 23:30 | fîriko lao

3. peyva reha xwe ji latînî tê "feminia" û ek femînîzm derbasê fransî bûye anku wisa tên bilêv kirin.
Tevgerek e jina ye.Ji bo perwerde ,kar û mêzekirina zarokan de û gelek tiştên din de wekheviyê diparêze û bo hemû jina vî yekê dixwaze.Mebesta vî tevgerê her qadê de , aliyê maf de wekheviya jina li hember mêran diparêze.



11.05.2020 18:12 | brzn

4. femînîzm him ji bo jina kurd û him jî ji bo civaka kurd xelasî ye, felat e, rizgarî ye. wekheviya wan şertek jiyana birûmet e. dijmin dîtina fikra komunîzmê, sosyalîzmê, femînîzmê ji bo xwedî dewlet, xwedî mal û milkan normal e. lê belê yên ku di bin mêtingeriyê de ne, çima dibin dijmin, ecêbiyek e.

lê di nav fikra femînîzmê de jî gelek cure, gelek fraksiyon hene. wekî mînak femînîstên komunîst û ên sosyalîst dibêjin ku çavkaniya zilma li ser jinan kapîtalîzm e. anarkofemînîzm û femînîzma fransizan dibêje koka zilmê di pergala bavûkalan de ye. hinin hene dixwazin li nav pergalên polîtîk û dînî pirsgirêkên jinan û wê zilmê çareser bike yê ku li jinan tê kirin, wekî femînîzma îslamî û femînîzma lîberal. yanî guh nedin peyvên dijminan. çawa kurd ne yek in, tê de sunî û êzîdî û elewî û ateîst hene, tê de bajarî û gundî hene, kurmanc û soran û zaza hene, tê de azadîxwaz, statu-xwaz, sosyalîst û îslamî hwd hene, femînîzm jî mîna kurdan ne yek e, ne homojen e. ji xwe mirov nikare wan homojen bifikire. ji ber ku nasnameyên hebûnê çiqas pir bin, pirsgirêka jinan hewqas jev cihê dibe û çareseriya wê jî cihê dibe.

bifikirin jinek kurd a nexwende ya sunî û gundî li kû ye, jinek kurd a elewî û bajarî û xwende li kû ye û rabin jinek tirk dînin ber wan. mirov nikare pirsgirêka wekheviyê li ser yekî çareser bike, divê hemû mînak werin hev dan û wiha bê nirxandin.

ka ez peyvê bînim ser van gotinên jêr ên nebaş. hinin dibêjin divê ev gotin ji ferhengan bê rakirin. bi min divê bimînin, lê neyên bikaranîn. divê bimînin ji ber ku dema dijmin har bûn, mirov motîvasyona xwe ji bîr neke. ehmeqiyeke mezin a civata me di van peyvên berbelav de xuya dibe:

kur darê pişta bavê ye, qîz warê xelkê ye
adar ne bihar e, xox ne ti dar e, qîz ne war e
kur dîwarê hundirin, qîz dîwarê derve ne

mêrên herî demokrat û çepgir ên kurdan jî tê de ne, di pratîkê de di derheqê jinan de wiha difikirin, rasterast nefikirin jî, wiha hîs dikin. ji ber vê fikra wan a genî, ne keç didin xwendin, ne wan mîna mirovan dibînin, xizmetên xwe didin çêkirin. dema xwestinê jî qelen di bavê de dimîne û bi bêveger didin mêr. ew zawa keç bikuje jî êdî ji bo keç mala bavê wê namîne. dema dêûbavê keç bimire, ji mîrasê jî mehrûm in. qala lêxistinan nakim.

hinin şahidiyên min ev in, û ne ceribandinên jev cihê ne, çavdêriyeke belav e. polîtîkbûna jinên kurd çîrok e. ne çîrok be jî kêmaniyeke pir biçûk e di nav tevahiyê de. ji xwe hêviya min bi wan jin û mêrên kurd in ên ku bi ked û tevgerên xwe dixwazin civata me li ser milên xwe bilind bikin a ku bi zaneyî hatiye paşde hiştin, lê belê niha mîlyonan di nav malan de li bin zilma bav û bira û mêr dinalin. ên ku bibêjin na, femînîzm jehr e, baweriya we hebe, ew bi jehrî ketine. divê kurdên xwedî wijdan ji wan dûr bisekinin.

lê belê...

em armanca kizlar haydi okula jî pir baş dizanin. kesek nikare me bixapîne û bibêje ev kampanya tenê ji bo "wekhevî"yê ye. lê bila ev bimîne hevaleke din.



11.05.2020 18:20 ~18:26 | biruya hayao miyazaki

5. Tevger, bîrdozî û serhildana li hemberî hişmendiya kirêt a zayenditiya civakî ye. Her çiqas di çanda populer de wek ji bo serdestkirina jinan û bindestkirina mêran û wek femînazî were lansekirin jî ne wisa ye. Ev tevger ne tenê ya jinan e lê ya hemû zayendên bindestkirî ye. Daxwaza jiholêrakirina hişmendiya zatenperestiyê ye.

Di sedsala bîstûyekemîn de daxwaza wekheviya hemû zayend û têkiliyên zayendiyan ne tiştek "pîs" û "komunîst e. Û divê kurd jê dûr nesekinin, berevajî divê zêdetir xwedî derkevin û di jiyana rojane de û li derdora xwe bisepînin.



11.05.2020 18:39 | xelîl

6. Tevgerek li ser parastina mafê jinan e
Lê;
Di nav vê endigariya rojhelata navîn de wek her tiştî ev tevgere jî ne di wateya xwe ya esil de ye. Niha piranî di nav destê populizma nivşên Z de her roj bi gotinek eletewş; hundirê wê, têsîra wê hatiye valakirin. Eksena xwe danîne li ser mijara dijmintiya zilaman û li gor ehlaq û nêrîna civatên biyanî dixwazin civaka xwe bibînin lê xeletiyek herî mezin ev e ku mirov jiyana yekî din di jiyana xwe de copy-paste bike. Welhasil piranî ev tevgere ji bo min neyînî xuya dike û ne alîkarê jinê ye.



17.02.2021 19:41 ~20:03 | de facto hozan

7. li ser youtubeê du roj berê dokumanterek bi navê "hem musluman hem feminist" hate weşandin. yên baldar dikarin lê binêrin.

di danasîna tirkî de tune ye, lê di ya îngîlîzî de hevoka pêşîn ev e (hema hema):
dokumanter bi çîroka Konca Kuri dest pê dike, femînîsta pêşîn a misilman a Tirkiyê ku ji hêla hîzbullaha Kurdî ve hate revandin û kuştin; ji ber ku xwendina wê ya îslamî ya jin-navendî a wekî radîkal hate dîtin.

yanî madem tu hewqas jê bawer î, çima di ya tirkî de xwe sansur dikî? ez mirovekî femînîst im lê this is bullshit. (tawanbarî bo min: di kurdî de nekiriye lê di îngîlîzî de baş nepeyiviye*)




02.02.2022 17:32 ~17:41 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» femînîzma marksîst

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv tekili zimanpeyv tekili zimanpeyv tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî