Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
fetwayenkurdi.com - tirşik
fetwayenkurdi.com
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Malpera weqfa suleymaniye ye, dest bi weşana fetwayên kurdî kirine.

www.fetwayenkurdi.com



31.08.2014 22:00 | mîr

2. malpera ku bi slogana 'fetwa agahiya ronker e' weşanê dike. kurdiya malperê ji ya hudapara me bastir e *



31.08.2014 23:52 | simurg56

3. ez nû pê dihesim.. nizanim ne ji înterneta min e ne ji tişteke dî, ev du sê deqîqe ne, min pêlê kiriye lê malper nû vebû.. neyse min lê nêrî weqfa suleymaniyeyê ya prof. dr. abdülaziz bayındır derket.. zimanê malperê gelekî xweş e, sivik û sade ye, heta ji zimanê geelk malperên xwerû kurdî jî çêtir e..

min li fitûwên wan ên li ser cîhadê nêrîn, fitûwên wan di çarçoveyeke aşitîxwaz de ne..

ser xêrê be, hêvî dikim bibe wesîle ku bal û eleqeya li ser kurdî û li ser dînê heq, îslamê zêdetir bibe..

ev jî lînka rûpela facebooka a.bayindir e ku tê de reklama vekirina fetwayenkurdî.comê heye; https://www.facebook.com/abdulazizbayindir/posts/10152232644270017 (tirkên îslamo-faşîst heta di vir de jî di şiroveyên xwe yên di bin lînka malperê de kîn û nefreta xwe ya bi salan vereşandine)



01.09.2014 00:54 | endazer

4. zilamekî hevzayend di rewşekî gelek zorê de ye, ji wan re pirsiye " (...)Ji vê bonê, min guneh kirin, tobe jî kir, êdî hew ji destê min tê, ez nikarim tiştekî bikim. Tiştek min dikişîne wê derê. Lê belê(...) Însanên wiha divê çi bikin?"



bersiva wan a delal(!) piştî silav û rêzî bi vê hevokê destpê dike: Tevdên gunehan mîna kişandina cixarê ji meriv re dibin xûy.



tobe ya rebî! cixare û berpêbûniya zayendî! asdfghj.



http://www.fetwayenkurdi.com/?p=645



ne canikno vê car ev nebû. û erê, hevzayendî tiştekî normal e û hun peyv û fetwayên ji bejna we bilindtir didin xelkê. barî ji wan re pêşniyarên çûna psîkologan bikin ku bi rastî jî hun karibin alî wan kesên muhtacî alîkirinê bikin.



edît: min tirkiya malperê jî xwend ku ev pirsan ji aliyê wan ve hatiye wergerandin. pirs li gorî tarîxa tirkî di 2009an de hatiye pirsîn. 2014an wergerandine kurdî.



08.09.2014 23:09 | biruya hayao miyazaki

5. bersiva pirsan li gorî ayetên quranê didin..

mal û malpereke dÎnî ye û fitûyên xwe li gorî çavkaniyên dînê îslamê didin.. giringtirîn û bingehÎntirîn çavkaniya dînê îslamê jî quran e.. gelekî normal e bersiva pirsên derheqê hevzayendîtiyê de jî di çarçeveya quranê de bidin.. ji xwe ji pirsê jî dixweye xweyê pirsê yekî dÎndar e û dixwaze bizanibe bê ka dînê îslamê çawa li hevzayendîtiyê dinêre.. camêran zor û kotekî li tu kesî nekirine.. tenê li gorî ayetên quranê di dînê îslamê de cihê hevzayendîtiyê destnîşan kirine.. herkes serbest e û bi dilê xwe ye..



08.09.2014 23:55 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» fetwayenkurdi.com

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi oldin malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî