Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
fileh - tirşik
fileh
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di berê de ji bo kesên ku ne misilman bûn kurdan ji wan re digot fileh. ango ne misilman...



15.07.2014 02:19 | xendekî

2. peyva ku ji bo xiristiyanan re tê gotin

nîşe: ji bo yehûdiyan cihû û ji bo xwedênenasan re ji kafir tê gotin.



15.07.2014 11:50 | karmatî

3. ji bo kesên ne misilman in tê gotin. hevaleke min hebÛ ateîst bû. Ew ji bo baweriya xwe ya olÎ tim digot fileîzm.



15.07.2014 21:08 | kurê xelkê

4. dema mere tiştekî ecêb û ji nerêzê bikin an jî bibêjin û ev ji aliyê mezinan ve mîna bêehlaqî bihata dîtin, wanî digotin:



-ma tu fileh î!



ev bikaranîn rê dide ku fileh ji bo tiştekî nebaş jî hatiye bikaranîn. lê hin tiştên din hene ku ji "filehî" jî derdikevin û dibe "kafirî".



bîska din li bin mijara şoreşa rojava min nikarîbû biryara xwe bida ku ez li nav hevoka xwe peyva fileh an xiristiyan an jî mesîhî bikarbînim. bi ya min yê herî xêr mîna li nûçeyên kanalên başûrê peyva mesîhî bikaranîne. pirsnîşanek li serê me dernayê.



06.11.2015 00:57 ~00:57 | biruya hayao miyazaki

5. (bnr: gawir)

(bnr: kafir)

(bnr: cîhû)

(bnr: êzîdî)

peyvek ji bû îsewîya an mesîhîya tê gotin peyva pê li mesîhîya heqaret dikirin an pîs dane nîşandan. misilman û kurdê me berê û niha jî pir cahilin û nijadperstbûne ne ji bû kurdîtîyê ji bû îslamê hetanî niha tiştekî li gorî mantiqa xwe nekirine..



06.11.2015 02:44 | shorbevan

6. Li gorî teoriya min peyva file tê wateya kesên filitî, kesên rizgarbûyî.

Dîsa li gorî teoriya min, koka peyvên filitîn, felat, fileh, felah, fîhil heman e. Bi peyvê fellah re peyva fileh li gorî min bi qest hatiye tevîhev kirin.

Li gorî min peyva fileh peyveke gelek kevn e û ji dema berê îslamê civatên mesîhî wek pênasên xwe xwebixwe bikaranîne û pişt re jî ev peyv ji bo wan hatiye bikaranîn.

Li gorî rêbazên fileyan(xiristiyanan) gava mirov ji dayik dibe ji bo ''guneha pêşîn'' ku adem li bihuştê çêkiriye wek gunehkar tê dinyayê. Ji bo cezayê wê gunehê mirov ji xwedayê xwe hatine dûrxistin û ji bihuştê hatine deranîn. Rastî xezeba xwedê hatine. Mebesta wan ya olî ev e ku dixwazin ji vê gunehê ku bi neçarî tevlî bûne xwe bifilitînin.
Îsa Mesîh felatker(rizgarker) e. Ola îsa mesîh(mesîhî) felat(rizgarî) e. Mirovên ku di riya îsa mesîh de çûne û ji xwe re ola îsa mesîh bijartine fileh(rizgarbûyî) e. Ji wê gunehê ku bêtawan bêgavî wê bûne, bi riya îsa mesîh( wek canek ji ruhê xwedê ne wek pêxemberek) û bi alîkariya ruhaniyan(serokên, reîsên arişî, manewî) xwe filitandine, rizgar kirine.

Jixwe li lîteratûra wan li kultûra wan de rizgarîxwazî(felatxwazî) cihek gelek mezin digire. Sereke mijar der barê felat, felatker, filitîn de ye. Wek mînak, seromoniya xwe ji gunehan weşandinê, tehfîl kirin(vaftîz kirin). Çîroka çarmix kirina îsa mesîh û gelek wekî wana sereke baweriya wan.

Li gorî min ez di teoriya xwe de hevgirtîme. Lê ji ramanên cuda re girtî nîn im.



28.11.2017 00:30 ~00:35 | rûbar

7. non-muslim û ciya min jî dema ku pir acis dibê an jî ji min diqehere dibêje filleh.



28.11.2017 00:57 | gulêê

8. alîyê serhedistanê * wek fille tê xandinê.



28.11.2017 03:16 | bûtîmar

9. @rûbar li gorî xwe şîroveyeke ji bo vê peyvê fileh hilberandiye lê tu têkiliya wan û wê tune ye.

file/fileh/fellah hemû yek in û erebî ne û di erebî de tê wateya "cotkar". di serdema misilmanên hêla me de kurd bi sewal û eskeriyê mijûl dibûn û yên mesihî jî bi çandiniyê û heman bibêje di hemû herêmên darulîslamê de ev tişt wisa bûye.

heta îro erebên enteqyayê/edeneyê ya elewî/ nûsayrî ji xwe re dibêjin fellah. ji ber ku heman temamê vê miletî bi cotkariyê mijûl dibûn heta do jî. reng e xelet bim, çimkî di demekê zû de min xwendibû ku di serdema yavuz sultan selîm de ji bo li cem ermeniyan bi cotkariyê mijul bibin, ereb anîne herêma klîkyayê/çukurova û amîkê ji dora nav sûriyê û cebela lubnanê ku îro jî li wir erebên şie an jî nusayrî û xiristiyan dijîn.

û ev peyv wan ji miletên din jî cuda dike wekî ji tirk û tirkmen û kurmancên li wê derê yên ku koçer in an jî bajarî ne.

kurdên me file ji bo wateya "kafir"(peyvê gawir sivikkirina kafir e) wekî çêran dixebitînin. ew jî eyb û şermên wan e û haynebûna wan a îslamê ye ku di îslamê de ji aliyê baweriya xwedê ve ferqa silman û ehlikitêb tune ye. an jî ev nîşaneya tevlihevxistina wateya peyvan in... her wiha vê peyvê ji peyvistana xwe biavêjin çêtir e her çiqas di wateya xwe ya ewil û rastîn de peyvekê baş û maqul be jî.



10.12.2017 13:23 ~13:25 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» fileh

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî