1. eger ne xelet bim li bakur navê eşîrekî dêmanî ye ango koçerên koçerî bicih hêliştine û bûne gundî û bajarî. koç û koçberî Û koçeriya wan heta westan û mandîbûna gayên wan bûye. li vê Here lînkêê li ser vê eşîr û etîmolojiya navê eşîrê nivîseke têra xwe dirêj heye yê bixwaze û dikare bixwîne lê bi tirkî ye. |
|
09.05.2021 22:08 |
endazer
|
2. Dêya min kurdek zaza ye û ji erxeniya amedê ye. Gorî bav û kalikên wê ji wê re vegotiye, ew ji aliyê qerejdaxê hatine (bi rastî jî li derdora qerejdaxê zaza hene) û vana ji êlek û eşîrekê bûne. Bes gayê birayekê westiyaye û di cih de maye (lê vana ji kur tên ez jî nizanim?) ji vana re gotine "gawestî". Û birayê din rêya xwe domandiye heta çiyayên pişta erxenî jî çûye û navê wan jî bûye "gabelek". têkiliyê wan qut nebûye heta kalikê min jî. Kalikê min yanê bavê dêya min li derdora qerejdaxê gavantî û şivantî kiriye. Lê niha ev tenê çîrokeke di devan de. kalik çû û van tiştana pûç bû. |
|
09.05.2021 23:25 |
rizgarm
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |