Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 28 peyam
gulfiroş - tirşik
gulfiroş
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbestek û straneke pir xweş ê ji tûrikê hêja cigerxwîn rijiyeya ser sifreya me û em pê xweşhal kirine. hingî ku ez ev helbestê dibihîsim hevaleke min tê bîra min.



06.07.2013 16:16 | azadixwaz

2. bi dengê cigerxwîn gulfiroş http://www.yekster.com/bi-deng-cegerxwn-gulfiros-mp3-dinle-8026.html



06.07.2013 20:03 | gêjê

3. burhan berken pir xweş dibêje gulfiroş (

)



06.07.2013 20:13 | gêjê

4. helbesteke cegerxwînî ku aram tîgran gotiye û dû re nîzamettîn arîç û burhan berkenî jî gotiye li dû wan.

(bnr: çend kesan strana gulfiroş gotiye)



21.12.2013 21:42 | dijber

5. navê helbesteke xêro abbasî ye..

helbesteke gelek xweş e lê ji xêro abbasî bêtir li dengê ferhat merdeyî tê

fermo binihêrin



ev ji dengê xêro ( bnr:

)

ev jî ji dengê ferhad merde ( bnr:

)

li jêr jî temamî helbestê;



Min go Gulfiroş!

Bihar e, min got li ber çavên min diyar nebe

Him şev û him roj!

Ji te memnûn im

Li derdora konê min negere û gaziya neke û gulan nefiroş !

Ji ber ku îro ez penaber im.

Qeflên gulan ji pêşiya çavê min reben neke gulfiroş !

Naxwazim lê binêrim ji ber ku îro ez penaber im…

Ez dikarim tovên gulan li gulistana xurbetê biçînim

Lê îro ez li vir im, sibe kî zane ez li kur im !

Buxçika min li ser milê min e ez ê herim û herim,

Min ne bawer e carek êdî ez dê vegerim.

Ji ber ku îro ez penaber im!

Li her wargehekî min gulek çand.

Lê mixabin îro, çavê xurbetiyê kor be!

Çimkî ji rengê gulên xwe bê pêjn û bê xeber im…

Ger yek ji min bipirse, dosto; “Tu dixwazî li gulan bigerî?”

Ez ê bêjim “Na, bi qurbana çavê te bim, tovê gulan di buxçika min de

pir in,

Ez li warê gulan ez digerim…

Qey tu nizanî ez jî weke bilbileke li ser çiqulekî dareke şikestî,

Birîndar im wek ku ez jî bi xem û kul û keser im !

Ger te ya dilê min bizanibana dosto,

Ger te ya dilê min bizanibana dosto,

Bi tenê te yê nas kiribana jîna wiha bê çav û bê dest û bê ling û

herim !

Çendî tu aşiqê gula xwe bî dosto,

Çendî tu aşiqê gula xwe bî dosto,

Ez jî di welatê xwe de aşiqê gula kesk û sor û zer im,

Ez jî di welatê xwe de aşiqê gula kesk û sor û zer im.”

Lê çi bikim, îro, ez penaber im !”



10.11.2014 23:08 | ferhenga şikestî

6. di vir de keçikeke zarşêrîn û xwîngerm û delal ji herduyan jî xweştir dixwîne*



( bnr: https://www.facebook.com/video.php?v=10152283739337307&set=vb.588687306&type=2&theater )



10.11.2014 23:11 | ferhenga şikestî

7. helbesta ku ji aliyê şervanekî ypgî gelek gelek lê gelek xweş tê gotin ;













10.11.2014 23:17 | brusk56

8. mirovê gula difiroşe, cegergun ev kelîme di me'neya mirovên cahş û xaîn de xebitandiye.




9. Ee kese/a ku gul û çîçekan difroşe. berê piraniya gulfiroşan romanên qunmezin û porgijol bûn. Niha cicekksepeti.com, cicekgonder.com cihê wan girtine. Her wiha em tev zanin helbesteke Cegerxwîn jî bi vî navî heye.



22.12.2014 20:01 | seydayê_peyvan

10. helbesteka cigerxwîne bûye sitranek jî bi dengê reşo û burhan berken gelekî xweşe.



09.06.2015 22:31 ~22:32 | shorbevan

11. Tirşikvaneke nû ye. Beriya sê-çar deqqeyan bûye endam. Bi xêr hatiye.



27.03.2016 18:51 | gulêê

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
werara nexşenasiyê [1]
Dema ewil a despêka bikaranîna nexşeyê heta xwecihîbûna mirovahiyê diç...
belki ev jî bala te bikişînin
» gulfiroş

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî