Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 41 peyam
gêre - tirşik
gêre
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Wekî ku her kes dizanin gelek herêmên ku Kurd lê dijîn çîya, zinar, mêrg û zozan in. Gelek Kurd jî li gundan dijîn ji ber vê yekê debara gelê herêmê li ser heywan xwedîkirin, daristanî û çandinîyê ye. Him ji ber ku li herêmê çîyayên bilind û zinar gelek hene, him jî ji ber bêxêrîya desthilatdarîyên berê; rê, ceyran û av dereng ji wan gundîyan re çuyîne. Lê dîsa jî hewce dikir ku ew welatî bixebitin da ku jîyana xwe derbas bikin.
Belê wekî ku me nivîsî, riyên ku diçûn gundan xerab bûn an jî qet nehatibûn çêkirin. Ji ber vê yekê tu teketor û patosan nikarîbûn herin gundan, gundîyan jî karên xwe yên gund bi hesp, hêstir, ker, mehîn û gayan dikirin. Karek ji van jî gêre bû. Dema dexil, genim, nîsk, ceh, nohk û fesolê didurîn gurz gurz girêdidan, li ber tavê di rayêxistin da ku zû zuwa û hişk bibin da hêsan bêne gêrekirin. Lê belê dema em dibêjin gêre, ewil gêra dexl û genim tê bîra me, wextê genim û dexil ji alîyê paleyan ve dihat durîn ewil dikirin gurz, paşê jî ew gurz dikirin gidîş da ku çuçik û teyr û tewal genimên di nava gulîyan de nexwin. Dema wextê gêrê jî dihat, rojekê berê gidîş xerap dikirin û gurzên genim dikirin rêzik da ku serê gurzan yên di nava gidîşê de mayîn jî hewa werbigirin û hişk bibin. Paşê an bi dewareka bi darqetk, an jî mirovan bi pişta xwe dikişan ser bêderê û li nava bêderê belav dikir. Serê sibehê 4-5 ga û dewar kom dikirin da ku pê gêrê biken, paşê ewil bi werîsekî wustê gayekî bi stûna di nava bêderê de girêdida û ga û dewarên din jî li ser wî gayê bingêrê bi hev re girêdidan, hêstir an jî hespê ku herî xweş dibeze li serê gêrê girêdidan, da ku xweş bibeze û weywanên di jî bibezîne. Dema ku dewar û ga di bêderê de li ser genim bilez dizivirîn car caran dizibilîn ser bêderî wê gavê kî li dûv dewar û gayan bûya wî ew zibil bi destê xwe diavêt der bêderê. Lewra hemû deman kesekê ew dewar û ga diajotin heta ku gêre dawî dibû.
Heta danê nîvro gêrê dewam dikir da ku genim û ka ji hev cuda bibe. Dema ku genim û ka baş ji hev cuda dibû gêrê betal dikir dewar û hêwanên westîyayî diberden ser av û zevîyan. Paşê paleyan bêhna xwe vedikir, kevanîya malê jî ji wan re firavîn û çay dianî. Piştî ku paleyan bêhna xwe vedikir û firavîn dixwar paşê radibûn nimêja xwe ya danê nîvro jî dikirin û dest bi komkirina bêderê dikirin. Gava mêvanek dihat ser bêderê ji xwediyê bêderê û paleyan re digot: ‘Bêdera we ava be, Xwedê qewetê bide we, xwediyê bêderê jî ji wî re wiha bersiv dida: Mala te ava Xwedê ji te razî be, rehma Xwedê li ser te, dayîk û bavê te be. Gêre bi berfîk, bêr û şeneyan li başurê bêderê dihat komkirin. Çimkî piştî nîvro ba ji alîyê başur ve dihat. Paşê bi şeneyan ka dihilavêt ber bayê, ji ber ku genim giran e û ka jî sivik e genim diket cihê xwe û ka jî diçû wêvetir. Heta ku genim û ka hemû ji hev cuda dibû wê hewl û xebatê dewam dikir. Car caran ba nedihat. Wê demê zarokan wiha digot: ‘ Emero gulalî zero bay berde’. Wexta genim û ga ji hev cuda dibû ka li serê bêderê, genim jî li binê bêderê kom dibû. Paşê jin û mêran li binê bêderê genim li bêjingê dikir da ku ji qirş û gelêş baş paqij be, zarokan jî li serê bêderê bi telîs û tasta ka dikêşa kadînê. Piştî ku genim di hat paqijkirin bi tenekan dipîvan û dikirin hundirê telîsan, her telîsekî 3 tenekeyên genim dikirinê. Paşê jî ji birayên xwe yên misilman re zikata genimê xwe rêdikirin. Serê 10 tenekeyên genim tenekeyek zikat didan feqîran.



24.07.2013 14:47 ~2021.10.07 16:20 | endazer

2. Weke ciza û işkenceyekê; gêre. Gêra stirîya/diriya. Mirado di destana seyrê û eliyê mamed de dibêje.



10.01.2015 03:50 | seydayê_peyvan

3. li cem me (sêrt) ji bo cihên qerebalix û tevlîhev jî tê gotin.



02.02.2015 17:19 | simurg56

4. li hinek herêmên kurmancîaxiv ji bo morî wê peyvê bikar tînin.



01.10.2021 05:36 | cinorek

5. li qoserê bi wateya dağınıklık'a turkî bi kar tê. wek, eva çi gêre ye malneketo!



01.10.2021 12:41 | keyomerd

6. li cizîrê bi forma gêre û gelefek biwêjek heye di wateya tevlihevî û aloziyê de.



07.10.2021 16:22 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» gêre

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî