Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
heleb - tirşik
heleb
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bajareke surî li bakur û rojavayê welêt e. Niştecihên wê Curbecur in û ji ber wê her mileke wê destê fraksiyoneke şerê sivîl yê surîde ye. Niha Beşeke wê destê dijbere û fraksiyonên Curbecurde, mileke wê destê hêzên esadde û taxa Şêx meqsûdê jî destê ypgêde ye. Tê gotin ku demeke nêzde wê êrîşek bi aliyê rus û hêza esad ve pêk bê. Bi vî awayî dibe ku kurd jî piçekî rehet bibin.



10.04.2016 22:17 | azadixwaz

2. heleb.. heleba çirokên hezar û yek şevê .heleba ku tirk sedan sale li ser xwe dixwin , yek ji kevintirin bajarê rojhilata navin, kî dizanibu wê rojek bê û kurdên ku di tarîxa ev bajarê xoşewîst de tenê bi hemalî yê tên zanin wê çarenûsê tayîn bikin.



07.12.2016 23:27 | şikber

3. bi qewlê şakiro û kilama emro, heleba şewiti, ciyê gewran û rindan.
pêşiya niha her taxek heta her kolanek di destê aliyekî de bû. artêşa surî bi alîkarî û piştevaniya rusyayê, pirraniya bajêr cardî vegirt, niha pirraniya çekdarên rêxistinên îslamîst li taxekî asê mane, cih li wan teng bûye, dibêjin rusya bi wan re diaxive ji bo ku bêyî şer ji bajêr derkevin.



07.12.2016 23:58 | endazer

4. mîna gotina esad "ji xeyalên erdogan re bû goristan".
di nava heftiyekê de wê temama wê ji muxalîfan were standin. di vê navberê de ypgê jî qada di bin kontrola xwe de bi qasê 2 caran zêde kir. êdî erdek bi qasê taxa şêx meqsûd jî di destê kurdan de ye. ev erdê ku nû hat standin, berê ji aliyê muxalîfan ve ji bo êrîşkirina şêx meqsûd dihata bikaranîn.
îşelleh piştî xelasbûna şerê helebê, di navbera kurdan û rejîmê de pevçûn çênebe.



08.12.2016 20:33 | simurg56

5. Bajarê dîroka şerê surî guherandî. Piştî vê êdî destê esad xurttir e û hêvîdar im ev yek ji bo kurdan nebe belayek.
Rayedareke ypgê dibêje wan axa xwe li wir zêde kirine û armanca wan ew e ku riya efrînê vekin lê min fêhm nekir ka wê ji ku derê re vekin.



09.12.2016 22:53 | azadixwaz

6. Ew bajarê ku hewar û qîrînên ku tirk li ser wan dikin, hewar û qîrînên ku kurdan li ser cizîr, sûr, nisêbîn û wan bajarokên din kirine aniye bîra min. \r\n\r\n

\r\nHere lînkê \r\nHere lînkê \r\nHere lînkê \r\n\r\n\r\nErê erê, kezeba me hemûyan li ser xelkên vî bajarî dișewitê. Lê dema mesele em bin, ji me pêve kezeba tu kesî nașewite. Hetta bi destên xwe agir har dikin. \r\n\r\n\r\nErê wela, kurd sêwiyên xwidê ne.



13.12.2016 21:27 | gumgumok

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» heleb

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî