Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
heval - tirşik
heval
(6) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. du an zêdetir kesên ku hev û din dinasin û têkiliyên baş li gel hev hene û ji hev hez dikin re tê gotin.. ji peyvên hev û halê tê pê ev peyv.. yanî kesên ku di heman şert û di heman rewşê de ne an kesên ku bi hev re hemhal in..

ji ber ku rê û rêçikek sosyalîst dabû ber xwe û li gorî doktrîna sosyalîzmê jî herkes bi hev re heval û hevrê bû gerîlayên pkk-ê jî berê li gundên kurdistanê ji aliyê gundiyên kurd ve bi vî navî dihatin nasîn û eger navê gerîlayekî bihata hildan pêşiyê peyva heval wekê nasnavekî dihate bilêv kirin.. wek heval dêrsim, heval bahoz.. ji bo vê întîbayê piştî salên 90î li bakurê kurdistanê gelek kurdên polîtîzebûyî ev nav li kur û keçên xwe kirin.. û dîsa bi heman navî straneka stranbêja kurd rojînê heye ku ji strana stranbêja tirk melike demirağê a bi navê arkadaşê wergerandiye..



ji bo zazakî: (bnr: embaz) ji bo soranî: (bnr: hewal)



09.06.2013 15:39 | endazer

2. no heval, no cry!



17.07.2013 15:45 | filankes

3. jargona sereke ya li ser zar û zimanên kurdên şoreşger.. lê ev hevalên kurd yên ku ji bo azadî û serxwebûna kurdistanê alav û argûmentên çepîtî û sosyalîzmê dane ber xwe pirî caran tewangê bikar nayînin û rê li ber şaşiyên rêzimanî vedikin.. wek nimûne: heval endazer tu çima di tirşikê de nanivîsî? şaş e.. şêweyê rast ê vê pirsê ev e.. hevalê endazer tu çima di tirşikê de nanivîsî?



17.07.2013 16:51 | endazer

4. colemergî dibêjin ''hewal''. ev gotin jî ne xelete ; jiber ku li colemergê tîpa v nayê bikaranîn...



17.07.2013 17:48 | shepirze

5. (bnr: hogir)



14.10.2013 00:07 | biruya hayao miyazaki

6. têgeha ku li ber dilê kurdan(sîh salê dawî) ji wateya xûsk û biratiyê pêşdetir e.hinek tirekan ji bo menfeata xwe wê qûllanmîşkiribe jî, tu car nirxê xwe yê ji dilsoziyê qeybetmîş nekiriye. wisa ye hevalno. xwe ji ên ku tenê kurdiya wan ji havel û spas pêk tê biparêzên heyrana cavan, yan na dê kurdiya we jî bozilmîş bibe, binerin min wan bilêv kir, başlamîş kir bozilme...



14.10.2013 00:18 | dîno

7. ez pir caran di înternetê de dîtime ku gava bikarhênereke jin, ji bikarhênerekî mêr re heval bêje mirov têdigihije ku, ew canik wê camêr re naxwaze pir biaxife. êdî peyva heval ji bo jinan bûye cînavkê ewlehiyê.



26.03.2015 01:28 ~14:56 | remlavêj

8. belkî ji "hev" + "al"ê pêk hatibe, yanî kesên li ser heman rêyê / dozê. Ev peyv li gor ji erqedaşa tirkî bêhtir watetir e. Nirxê wê ji wê bêhtir e. Mesele dost jî heye, lê heval ji dost mezintir û qedirtir e.



26.03.2015 09:03 | xendekî

9. (bnr: embaz/e)



26.03.2015 14:05 | serhednişîn

10. li gel hemû bikaranînên wê yên çewt, bêwate û bêhewce dîsa jî peyvek xweş e û samîmî ye.



26.03.2015 20:34 ~20:35 | simurg56

11. (bnr: hun çawane heval:))))))))



26.03.2015 21:53 | quşxaneli

12. (bnr: hewal)



26.03.2015 22:38 | qoling

13. naveki pir germ u xeşe.



26.03.2015 23:12 | tîrejên rojê

14. Bi piranî xelet tê nivîsandin. Minak: Hewal.

Yên ku tirkî û kurdî li nav hev didin jî dibêjin hevalim!



08.03.2016 19:38 | dijjberr

15. Ji bo wekhevî peyve kî bi wateye.Mina xwişk,bira te de serdestî tuneye û zayend jî kifş nîne



30.03.2019 03:01 | monerica

16. Navê belgefîlmek e aktorê Hollywood ê ku beşdarê YPG bûye û li hember daişê şer kiriye.Vî şerê xwe kiriye belgefîlm.

Belgefîlma ji aliyê tirkan ve dislike kirin*

Ev belgefîlm;

Lînka belgefîlmê ev e; youtube.com/watch?v=fwnSSSryJEg

Ev fragman;





03.10.2021 09:14 ~09:16 | brzn

17. Ji wan henek hene bes ji bo bêjin tu qet min napirsî telefun dikin yan peyam dişînin. Ê qurban ez napirsim tu jî min mepirse ? Çi hewce ye tu werî bes gilî û gazincan bikî.



05.12.2021 18:18 | navîgiranmezelîwêran

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevalçûk

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî