Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 12 peyam
hewlêr - tirşik
hewlêr
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. paytexta başûrê kurdistan ê. bajar di navenda wê kela bajêr û bi 30-60-100 Mitro xelekan hatiye mîmarî kirin. Kela û derdora wê bajarê qedîm e kû tarîxa wê nêzî b.z 5000 sal e. derdora kelê sûka qedîm( bazara qeyserî) heye.nifûsa wê tekrîbî 1,5 milyon e. bajar bi pêkvejiyana çand, dîn û etnisiteyên cûda, parqê xweyî mezin, jîpên nujen,mall'ên gewre tê niyasin. Ji ber ewlehiya xwe İraqiyan ber bi xwe ve dikşine. parlemana kurdistanê li vir e. Di sikakan de zaravayê soranî serdest e.



02.09.2013 04:22 ~2015.04.24 00:17 | cemedî

2. strana ku hozan serhat pê navdariya xwe geş kir



02.09.2013 15:23 | filankes

3. Van rojan piştî despékirina propagandén hilbijardina 21 îlon 21.09.2013 hilbijartina parlamentoya kurdistana başûr hemî lîsteyan bir pankart, ala, flama vs. kolan rengîn kirine.ya bala min kéşa jî: Erbil Türkmen listesi di pankartek de wiha nivisandiye: sesiniz Türkmen listesine verin..



05.09.2013 00:34 ~2015.04.24 00:21 | cemedî

4. yew strana hozan serhad e. paşÎ erişÊn hewlerÊ va strana der Û qulÊn me zedetir bike.



Hewlêr

Hewlêr lorîka dayîkan

Hewlêr qîrîna zarokan

Hewlêr kilê çawên bûkan

Hewlêr bi xwîna şehîdan

Te navê xwe kir berxwedan

Hewlêr Hewlêr

Agirê serhildan e qelayê berxwedan e

Hêlîna şehîdan e Hewlêr

Hêlîna Egîdan e Hewlêr

Hewlêr ji nû ve dayik bû

Hewlêr bi pêt û agir bû

Agirê dilê xortan, nav mirinê kir jîyan

Hewlêr

Agirê dilê keçan nav mirinê kir jîyan

Hewlêr

Hewlêr namîne wek caran

Wê bibe gora xayinan

Bi xwîna Helîn û Salihan

Geş dibin çîçek û sorgulan

Hewlêr Hewlêr

Agirê serhildan e qelayê berxwedan e

Helîna şehîdan e Hewlêr

Helîna Egîdan e Hewlêr



29.09.2013 21:47 | cinorek

5. kela berxwedanê ye.. tu carî neketiye û wê nakeve jî.. û navê helbesteka arjen arî ye..



''Kerbê li xwe bipêçe... û were

Bi balefirên bask-fere

Bi debabeyên rûxîner re

Were bi firokên menzîl-dirêj

Were bi sikorskiyan,

Bi mîgan,

Bi bilek-hawkan

Bi hemû alavan, bi hemû çekan

Bibe dojeh... û were!

Mêrxas be dujmin

Bi mêrxasî were!

Bext be ji te re

Rextê te vala bûbe, dagire

Tivinga te qelp kiribe, xwe biajo dev

Ez û rev dujmin, ez û rev?

Hewlêr im ez Hewlêr im

Bila çekên te tev tenete be!''



30.09.2013 00:41 | endazer

6. Navê starneke şehîd serhad e.





Hewlêr lorîka dayîkan

Hewlêr qêrîna zarokan

Hewlêr kilê çavê bûkan

Hewlêr bi xwîna şehîdan

Te navê xwe kir berxwedan



Hewlêr… Hewlêr…

Agirê serhildan e

Qelayê berxwedan e

Hêlîna Şehîdan e/’Egîdan e

Hewlêr…



Hewlêr… ji nû ve dayîk bû

Hewlêr… bi pêt û agir bû



Agirê dilê xortan/keçan

Nav mirinê kir jiyan

Hewlêr…



Hewlêr…namînî wek caran

Wê bibe gora xayînan

Bi xwîna Hêlîn û Salihan

Geş dibin çîçek û sorgulan



Hewlêr… Hewlêr…

Agirê serhildan e

Qelayê berxwedan e

Hêlîna Şehîdan e/’Egîdan e

Hewlêr…



30.09.2013 11:32 | ceso

7. bajarê ku weke paytaxta turîzma ereban ya 2014ê hatiye hilbijartin.

ez bawer im wzîrên tûrîzmê yên rojhilatê vê biryarê standine.

her wiha kovara national geographic magazineê jî ji bo sala 2014an, hewlêrê weke yek ji cihên herî xeweşik ji bo gerê, nîşan daye.

hikumeta kurdistanê ji bo vê projeyê 20 milyo dolar jî veqetandiye.

http://ekurd.net/mismas/articles/misc2014/1/state7672.htm



17.01.2014 20:50 | simurg56

8. paytexta herêma federal a kurdistanê ye û yek ji bajarên herî mezin ê Kurdistanê ye. Li Hewlêrê zêdeyi du milyon kes dijîn. Hewlêr di dîrokê de gelek caran bûye qada şer. Dîroka wê digihije hetanî 1800 salî zêdetir.



30.05.2014 22:22 | xwelî li ser

9. (bnr: kilê çavê bûkan)..



10.08.2017 23:22 | bûtîmar

10. Di hewlêrê de cihekî din yê sereke jî kolana Îskan e ku li rojava yê kelhê dimîne û ji bazara niştiman bi birêve bi qasî pênc deqîqeyan dûr e. ji ber êvarê heta berê şeveqê bi çûn û hatina bi sedan mirovan ev kolan zîndî ye. bi dehan xwaringeh cûreyên xwarinan wek kutilk, ur û rovî, kebab, pîzza, doner, şorbe û xwarinên avî difiroşin. Çayxane û xwaringeh li kêlekên rê kursîyan dideynin û bi sedan kes xwarinan dixwin, çaya pir bi şekir divexwin (çay bi şekir tê, go ti bixwazî bê şekir vexwe dive tu bere bêjî), nargîlê dikişînin û li televîzyonê temaşe dikin. Ji xeynî vana gelek telefunfiroş û dendik firoş jî hene. Dendikfiroş dendikên xwe di dewleke(xezne) wek ya cilşoyê de bi agirê tûp ku bere xirtoma agir di nav dewlê de ye dipijin. her wiha kesen qertên telefuna difiroşin jî gelekin. Ji xeynî vanan cilfiroş, avfiroş, şekalfiroş û kesên şekalan boyax dikin jî hene.

Danê şeveqê, meriv ji qirêjan ku ji êvarê maye bêyî dilê xwe di Îskanê de darbas dibe. Û ya herî giring ew e ku erda peyarên wê (qaldirim) ji run û tewaş bi gelek cihan reş bûne û gava şil dibe meriv dike ku bişemite û bikeve. Her tim jî di cihukên wê de av diherike ji ber ku her gav sere xirtomên avê li derve ye. Sedema vê jî tinîna mitfaxan e ji ber ku dikanên wan piçuk in û gelek teblecîyên çay û xwarinê difiroşin hene.

Lê çawa be jî kêfa gel û biyanîyan ji vê rê yê re te ku bi sedan kes her êvar dema xwe li vir derbas dikin.



11.07.2018 13:46 ~13:55 | mikurhat

11. navê ku ji bajara wê bêhtir strana wê navdar e.

(bnr: hozan serhad)



24.05.2021 13:36 ~13:37 | hueyn

12. şarekey qelaw minare şarekey min e şarî şaran Hewlêr .



23.06.2021 00:52 | hewlêriha

13. payîtexta (bnr: herêma kurdistanê) ya ku di havînan de germahî digihîje 50 derece.



19.08.2023 00:16 | wiha wilo wisa

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hewlêr

Kategoriyên mijarê:: cihuwar muzik muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî