Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
hezkurd - tirşik
hezkurd
(3) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. Hezkurd , kurteya hereketa zimanê kurdî ye.Tevger hewl dide û dinirxîne ku ji sîyasetê dûr in û tenê armanca wan zimanê kurdî ye.
Hezkurd sê xalan ji xwe re kiriye armanc;
-Xebata ji bo zimanê kurdî ku bibe zimanek fermî ya duyem.
-Dibîstanan heta zaningehan dayîna perwerdeya bi kurdî
-Hewldana bo dayîna navên kurdî yên gund , navçe , bajaran û tiştên din yên çandî.

rêxistin anku weqf e nizanim lê îro damezirandina xwe îro fermî kiriye.(li ser telegram gelek kom vekiribûn lê nizam ji bo çi bûn)



07.09.2020 16:02 | brzn

2. Ger bi avayekê çalakî bixebitin dibe ku xwedî rolek mezîn bibe û şûna xwe di dîroka kurd û kurdistanê de bigire.
Tiştek mina xebatên zimên li welatê bask û bengaliyan çêkin pir baş dibe.
Û em tirşikvan jî ferdî yan weke kom bi wan re tekiliyek çêkin û bixebitin baş e.



07.09.2020 16:58 | cinorek

3. Bi daxuyaniyekê kadroya rêveberên xwe parve kirine.

Berdevkê HezKurdê: barij celalî

Berpirsê Koordinasyona Navendî: fevzî bulgan

Berpirsa Karên Derve: rûken serhedî

Berpirsê Karê Dîplomatîk: fethullah elçî

Berpirsê Karê Hiqûqî: abdurrahîm gozegir

Berpirsa Ciwanan: leyla babosî

Berpirsê Ciwanan: adem ok

Berpirsa Jinan: zerya dilsoz

Berpirsê Civakî: m. said ozturk

Endamên Rêvebirîya Navendî: aydin dere , Îbrahîm sediyanî, Îrfan amed



15.10.2020 22:07 | tîrêj zana 21

4. kêmasiya wan gellek e, lê ji wan ciwanan hêvîdar im ji bo pêseroja zimanê kurdî



16.10.2020 02:55 | kurêbavêxwe

5. Merax dikim di nav kadroya rêveberên wan de tirşikvanên me jî hene.



16.10.2020 10:00 | cinorek

6. Kurd berê partîyok ava dikirin lê îro navê wê kirine "hereket". Ka îcarê jî kena miriyan bi me were yan na?

û tiştê ku tê de îbrahîm sediyanî cî girtibe qet hêvî nade min.

tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê/127012



16.10.2020 16:07 ~16:11 | ezcan

7. Wan çend roj in li ser Twitterê behsa xelatên wan te kirin.
HezKurd'ê xelat daye gellek kes û platformên kurdî bikar tînin. Mînak Tora Medyayî ya Rûdaw'ê.

Lê merax dikim haya wan ji tirşikê tinne ye. Ma Tirşik jî xelatekê heq nake?



17.04.2023 17:00 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» hezkurd

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî