1. feylesofeke jin a pirtûkxaneya îskenderiyeyê bû. eslê xwe yewnane û qîza theon ê îskenderiyeyê ye. piştî zayînê sedsala 5. jîyaye û li ser felsefeyê, matematîkê û astronomiye xebatan kirine. ji ber jîrayiya xwe gelek caran tev li politikaya wê demê bûye. di nav xiristiyanan, paganan û waliyê îskenderiyê de bûye sedema hin dek û lihevnehatinan. dawiya dawîn ji aliyê xiristiyanan ve bi şeytaniye û cazûyê ve hatiye sûcdar kirin. rojekê ji aliyê xiristiyanan ve tê revandin, didin ber keviran û dikujin. fîlma agorayê derbarê jiyana wê de ye. |
|
09.11.2015 14:10 |
nazim tolhildan
|
2. yekemîn bîrkarîzana jin. li aleksandrîya misrê bi hebûna xwe bajêr firazwer kirye lê oldarên paşverû ji kirêtî w ehmeqtî pê ve tir ne tu tiştin, ji bilî darizandin, destdirêjî w kuştina xelkên ji wan çêtir tiştek dî nizanin. fîlmê agora jî kuştina hypathia rast nîşan nekirye. herhal gotine em zêdetir filehan rencîde nekin. |
|
06.03.2020 00:38 |
hespêsor
|
3. feylezof, matematîkzan û stêrezana ji serdema helenîstîk e. |
|
06.03.2020 13:30 |
xelîl
|
4. dema ku "Ol" xrîstyanan nû nû belav dibû. |
|
06.03.2020 16:25 ~16:26 |
brzn
|
5. Hypatîa, li cihanê di astronomî, felsefe û matematîkê de yekem zanyara jinê. |
|
13.05.2020 19:07 |
merwano
|
6. zanyarekê jin e û li ser astronomî û matematîk xebitîye.Di sala 370 de li Misirê (îskenderîye) ji dayikbûye.bi eslê xwe yewnan e.bi taybetî xebatên wî yên li ser astronomiyê gelek balkêş in.li gorî hin çavkaniyan baweriya wê paganîzm bû û bi fikrên xwe bûye sedema dubendiyê di navbera siyasetmedarên îskenderiyeyê de û bi vê "provokasyonê" di sala 415 de ji aliyê komeke xirîstiyanên kiptî ve li Îskenderiyeyê bi lînckirinê hat kuştin.Jiyana wê bûye mijara fîlma ya bi navê Agora(2009). |
|
14.05.2020 13:30 ~13:35 |
jehr
|
7. Min vî fîlmî rojekê nîşanî xwendevanan da, gelek hêja ye. Pirê xwendevanan digiriyan dawîyê de. Lê paşê min bihîst ku hinek du sê xwendevanên oldar çûne li me gilî kirine, daxwazname nivîsandine, ji bo di fîlmê de cihê ku hypatîa tazî dikin me çima serê negirtiye, me sansur nekiriye. |
|
14.05.2020 14:09 |
afa
|
8. hypatia Fîlozof û zanyareke ku di navbera salên (370-415) de, li Skenderiyayê jiyaye. Wekî jineke bedew û berçav bû; nezewiciye û temenê xwe ji bo xwendin û lêkolînê pêşkêş kiriye. Bi felsefe û bîrkariyê re mijûl bûye. Ew keça fîlozof, bîrkarîzan û stêrnasê navdar, Theon (Siyon)ê Skenderayî bû. Theon Skenderayî bi perwerdeya keça xwe mijûl bûye. Heypatiya, piştî ku, perwerdeya xwe ya bingehîn, li Atînayê bi dawî kiriye, vegeriyaye Skenderiyayê û li wir dibistanekê vekiriye û li wir rêveberiya pirtûkxaneya Skenderiyayê kiriye. Di dibistanê de jî waneyên felsefe, bîrkarî û stêrnasiyê daye. |
|
12.05.2021 19:13 ~2021.05.20 15:11 |
yûsiv
|
9. Fîlma agora li ser jiyan û xebata hypatia ye. |
|
12.05.2021 19:24 |
xwelî li ser
|
10. nehatiye gotin lê ev peyama yûsiv hypatia/133464 ji felsefe amadeyî 2 (Saziya Minhacan) hatiye copy-paste-kirin û lihevanîn. dawiya gotarê ev e: |
|
20.05.2021 15:07 ~15:08 |
sitî cp
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |