Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
japonî - tirşik
japonî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. zimanê japonan e.
ji ber ku gelek anime û fîlmên japonan temaşe dikim hema bêje hemû peyv û gotinên sereke elimîm.

di japonî de hinpeyv hene ku tenê divê ji hêla zayendekê bê bikaranîn. weke mînak "ez". bi çend awayî mirov dikare bêje: boku,watashi,ore. boku tenê mêr bi kar tînin.

di japonî de divê mirov li gorî rewşê gotinên cuda bi kar bîne. mesele bi gelek gotinan mirov dikare lêborîn bixwaze: sumimasen, gomen asai, gomen ne...... divê mirov li gorî kesê ku mirov lêborînê jê dixwaze gotina rast bi kar bîne. mesela hevalekî te be, gomen asai; ku patronê te yoroshiku onegaishimasu. gelek mînakên wiha hene. ku hemûyan binivîsim emrê min têrê nake*

di japonî dema mirov navê kesekî/ê dibêje divê mirov paşgirekê jî lê zêde bike. çend heb ji van paşgiran: -sama, -kun, -chan, -san, -dono
-sama: ji bo kesên ku asta wan ji ya te bilindtir.
-kun: ji bo kesên nêzî te. bi gelemperî ji bo mêran tê bikaranîn.
-chan: ji bo kesên ku samîmiyeta te pê re heye
-san: weke birêz tê bikaranîn
-dono: ji bo kesên ku têkiliya û ya wî/wê fermî ye

di japonî de nav bi tîpên dengdêr diqedin.(bi qasî ku min fahm kiriye). dema navek ji zimanên din be, tîpa "o" li pişt tîpa dengdar zêde dikin angî wê tîpê dirêj dixwînin. mînak: mazzlûmo,

hejmar(1,2....10): ichi, ni, san, yon, go, roku, nana, hachi, kyu, ju

hin peyv û gotinên sereke yên japonî:
japonya: ninpon
ez: ore, watashi, boku
tu: kimi, omae, anta
dayik: haha, oka
bav: Chichi, oto
kek: ani
xwişk: ane
mêr: otoko
jin: onna
rojbaş: ohayo, ohayogozaimasu
silav: konnichiwa
ji kerema xwe re: kudasai
bi xatirê te: sayonara, cha, cha ne
xweda: kami
şeytan: akuma
firîşte: tenshi
qûnde, sapix: hentai
bisekine: matte
spas: arigato, domo
reş: kiro
spî: shiro
çîrok: monogatari
şîrîn: kawai
tu silamet î?, tu baş î?: dai jobu?
çi?: nani?

bes e evqas..



14.06.2017 02:37 ~02:39 | mergehez

2. bi qewlê ereb û kurdên di bin tesîra elîfbêya erebî de mane; yabanî ;)



14.06.2017 03:30 | endazer

3. maşalla berekalla, em ji vê sernavê jê derdixin ku tirşikvanên me japonî jî dizanin*

di hemî zimanan de dibêm qey ferqek di navbera axaftin û nivîsandinê de heye loma wexta bi hawî nivîskî meriv li zimanekî dinêrê dibêje qey wê fêrbûn rehet be lê bes wexta meriv guh didêre hingê fêm dike ku ne ewqasî rehet e ji ber ku herkes peyv û tîpan dadiqurtîne diaxife



14.06.2017 13:16 ~13:16 | ferhenga şikestî

4. Bî xêra anîmeya em hînî japonî jî bûn!! *



15.06.2017 12:19 | xwelî li ser

5. Ereb, ji ber ku nikarin tîpa "j" bilêvînin ji japona re dibêjin yaban an yabanî.



15.06.2017 12:22 | xwelî li ser

6. zimanê japonyayê ye. axaftina wê rengîn e û guhdarîkirina wê kêfa min tîne. ez ji dengê vî zimanê pir hez dikim. di bilêvkirina peyvan de kîteyên dawî dirêj dikin û derbedan didin li ser kîteyan û bi vî awayî qise dikin. gava ez anîmeyan temaşe dikim rengê vî zimanê tehmekî cuda dide min.

ez bi taybetî li xêzefîlmên japonî dinêrim. wekî hûn jî dizanin ji vî cureyên fîlman re dibêjin anime. anîmeyên studio ghibli li gorî min yên herî serketî ne. fîlma dawî ya studio ghibliyê, ez ne şaş bim, the red turtle, bi kurdî "kûsiya sor" bû. kûsiya sor, xêzefîlmekê bêdeng bû. bi rastî tê de dengên her tişt hene, dengê ba, dengê pêla behrê û hwd. lê bi tenê axaftin nîn e.

ji bo rûpela imbdyê ya kûsiya sor Here lînkê



11.03.2018 23:28 ~2019.06.18 00:01 | mirovekirind

7. Peyva ji wê zimanê kêfa min herî zêde te ew e; kawai.
Yanê; rindik, şirîn.
Gava rastê tişteke xweşik ten hemû li hewre dibejin
Kawai! Kawai! Kawai!. Û derbas dibin.



12.03.2018 18:00 | cinorek

8. japon jî wek torîya ji dêlva "erê" dibêjin "a" .
(bnr: japonên torî)



07.05.2020 16:33 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» japonî

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî