Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
javascript - tirşik
javascript
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. zimaneke kodkirinê ye. berevajî zimanên weke asp.net, php, ajax vs. ne di kirarê pêşkêşker de lê di kirarê bikarhêner de, yanî di geroka înternetê ya bikarhêneran de dixebite. jixwe avantaja wê ya herî mezin jî belkî ev e. ji ber ku bi saya vê yekê barê pêşkêşkerên malperên popûler dikare were kêmkirin. weke din tabî dikare gelek fonksiyon û taybetî jî li malperan zêde bike.



11.08.2014 18:42 | simurg56

2. Zimanekî bernamesaziyê ye. Di gelek qadên bernamesaziyê de tê bikaranîn: malpersazî, lîstiksazî..

Ez di malpersaziyê de bi kar tînim û gelekî jê hez dikim. Gelek taybetmendiyên wê yên xweş hene. Bingeha wê ew e ku mere dikare bi javascriptê bêyî ku ji rûpelê biguherîne, agahiyan bîne rûpelê, li rûpelê tiştekî zêde bike, tenê cihekî rûpelê sererast bike û hwd.. bêyî javascriptê malper ne tu malper e..



27.04.2016 04:18 | mergehez

3. Kêmasiya herî mezin a teknîkî ya tirşikê ye. Bi vî zimanî mirov dikare malpera xwe bike sîper.

Nîşe: di tirşikê de li gelek cîhan hatiye bikaranîn lê li gelek cihên girîng jî nehatiye bikaranîn. Weke mînak piştî tikandina mijarekê rûpel nuh dibe..



Edîtek girîng: mirov newêre deng bide peyaman. Çima rûpel hercarê nuh dibe û em li bendê disekinin?

(bnr: viva js)

(bnr: viva ajax)



17.08.2016 03:06 ~03:08 | mergehez

4. çend roj berê min karek malpersaziyê girt. malperekê ji bo weşanxaneyekê çêdikim. wexta min kar girt min got ûla ez ê hertim karên werê bigrim êdî lê her carê ez gelek gelek wextê xwe li sazkirina malperê xerc dikim. min got ez êdî ji xwe re sîstemekê çêkim da ku wexta min malperek girt ez tenê wê sîstemê hinekî sererast bikim û di wexteke kin de bikaribim malperê biqedînim. javascript gihaşte hawara min. niha ez malperê hema bêje tenê bi javascriptê saz dikim. html tenê ji bo îskeletê malperê hewce dike ew jî max 10 rêzik e. ji xêynî wê hemû htmlan bi javascriptê dîdinim rûpelê. ev ji bo rûpelên wek hev çareseriyeke gelek xweş e. ez her carê ji bo xuyaniyê bi sedan rêzik html nanivîsim. tenê dibêjim document.getElementById("main-div").innerHTML = InsertingItemPanel.toString() û diqede :D



15.05.2017 07:03 | mergehez

5. (bnr: object oriented programming)



18.09.2023 05:16 | cuneicoder

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» javascript

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî