Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kamîkaze - tirşik
kamîkaze
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê balafirvanê japon ku di şerê cîhanê yê duyemîn de bi balafirên xwe erîşên xwekûjî dikirin.
bûyera kamîkazeyan ya herî navdar jî bawerim ev e: êrîşa pearl harbor bû.



05.05.2021 04:00 ~04:00 | merwano

2. Di şerê cîhanê ya duyemîn de japonan hingî êrîşa kamikazeyê kirine Pîştî dêmekî pîlotên wan ê jêhatî nemane. Ên mane jî nikarine kamikaze bikin. Berî ku li keştîyan bikevin wan diteqandin. Ê wilo ye bavêm hûn xwe feda bikin ê wilo be.



05.05.2021 09:09 | xwelî li ser

3. Ne navê balafirvanên japon e. Bi japonî tê wateya " bayê pîroz". Ev term ji bo êrîşên balafirvanê japon yê întîharî tê gotin. Di şerê cihanê yê duyemîn de artêşa japonî ya asmanî li hember hêzên asmanî yê dya lawaz û paşketî bû. Ji loma balafirvanên japonî serî bi yê emerîkî dernedixistin. Ji ber vê çendê dema balafira japonî derbe dixwar an rîska ketina wê çê dibû, ji bo maximum zirarê bigihijîne artêşa dijmin, balafirvana hewldida bi serkî li balafira dijmin biqelibe û întîhar bike da ku nekeve destê dijmin.

Paşê ev şêwaz hate pergalkirin û bo êrîşên komkî hate bikar anîn. Artêşa japonî balafirvanê xwe li taylandê perwerde kir da ku êrîşên kamîkaze pêk bînin. Piştî perwerdeyê êrîşa pearl harbor hat dest pê kirin. Balafirên şer bi teqemenî, cebilxaneya zêde, torpîdo û bi sotemeniyê zêde dihat dagirtin ku bo bandora teqînê bêhtir bibe. Balafirvan di keştiyê dijmin de cihên weke guwerte, jûra kontrolê, koşka kaptan, jûrên civîne yên grîng armanc digirtin. Êrîş di hewayên sayî an hindik ewravî de dihatin kirin.

Piştî balafirvan ji keştiyê cihek armanç digirt, berê balafirê dida wê xalê û bi lez balafir îrtîfa wenda dikir û bi qîrîna "hîsatsû" ya balafirvan lêkdan pêk dihat. Xala girîng heya lêkdan biqewime divê çavê balafirvan vekirî be. Heya taliya şer 3800 balafirvanên kamîkaze û 7000 zêdetir endamê artêşa dya hate kuştin.

Li gor hin çavkaniya cara yekem, berpirsyarê fîloya hewayî ya 341. Û baregeha taytema ya tokyo
Kaptan motoharu okamura weke fermî êrîşên kamîkaze pêşniyar kiriye. Di 15 pûşper 1944 an de bi amîrên xwe civiyaye û plana erîşê kirine.



05.05.2021 15:49 | tîrêj zana 21

4. Peyva ku di helbesta janya de bi metaforek pir cûda derbas dibe.

ezmanê hundirê min de, qaqlîbaz firînên kamîkazeyî li dar dixin



22.06.2023 05:31 ~05:31 | cinorek

5. Di êrîşa Pearl Harborê de êrîşen kamîkazeyî nehatine kirin. Ber bi dawiya şerê cîhanê yê duyem de piştî artêşa japonan lawaz dibe ev biryar tê dayin.



22.06.2023 15:38 | dewbir

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kamîkaze

Kategoriyên mijarê:: cand dirok cand dirok cand dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî