Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kevanî - tirşik
kevanî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji keybanûyê tê.

her çiqas îro li kurdistanê rewşa jinan nexweş be jî, berê mêrên kurd ji jinên xwe re digotin "keybanûya min"





18.07.2013 20:06 | keje bemal

2. Mixabin, tu bi kê re bigerî, bijî, tu yê bibî wek wî/ê, lewma jî bi salan e kurd bi tirk, ereb û farizan re dijîn û bûn wek wan, fêrî çanda wan bûn... Berê kurdan ji jinên xwe re digotin, "keybanûya min" îro em bi çavên hovan li wan dinêrin û bi zimanê hovan bangî wan dikin...

Tu ker û golikan li cem hev girêbidî, wê ji hev hînî tir û fisan bibin...



18.07.2013 20:12 | devliken kelogiri

3. (bnr: bermalî)



18.07.2013 12:27 | berxêres

4. (bnr: bermalî)



18.07.2013 12:38 | berxêres

5. bermalî, navmalî ji bo jinên karûbarên nav malê dikin tê gotin, li deverinan jê re dibêjin kevanî jî.. tê gotin ku eslê peyvê keybanû ye û ji bo jinên key û mîr û qral û împeratoran tê gotin, yanî banûya key û qrêl anku qralîçe..

serpêhatiyeke têra xwe trajîk e ya ku hatiye serê vê peyva nazenîn, ji qesr û qonaxan ber bi ve xan û manan..



28.04.2015 01:06 | endazer

6. li hêla botan wek kebanî jî tê bikaranîn. çêtir nêzîkî keybanû ye.



07.05.2016 12:35 | xwelî li ser

7. Di herema botanê de ji bo jinên malê re tê gotin.



07.05.2016 16:34 | dizek

8. bermalî, kesên xwarinê çêdikinre jî dibêjin



jibû etîmolojîya vê peyvê kesên kewa tînin û çêdikinre dibêjin berê "kew hanî bûye" paşê bûye kev anî herwiha kevanî *



08.05.2016 11:45 | shorbevan

9. peyveke ewqas xweş e ku mirov dibêje sed mixabin ku em ji aliyê van hovan ve tên pişaftin û ev çand û zimanê bedew rûhiyeta xwe wenda dike. key-banû (keça mîr&paşe&keya) bûye kevanî/kevbanî



09.05.2016 00:31 | melayê qûnneşûştî

10. Ji peyva keybanû tê. Di şahînşahîya Med de, qral: key ; qralîçe: keybanû bû. wekî ku niha tê fikirîn, wateyeke wê ya weke jîrbûnê nîne. Wateya wê ya rast keybanû ye.



15.04.2023 22:26 | horhorik

11. ji du peyvan pêk tê ke û vanî. ke bi wateya malê tê û wek peyveka xweser di kurmancîyê de nemaye lê di zarave û zimanên din ên îranî de heye. heman bêje di peyva kehîyê (guhertoya wê kedî farsî ye çiku bi kurmancî d-ya dawîn wenda dibe) de jî tê dîtin ko bi wateya malîyê tê. vanî jî jin e û hevreha banûya farsî ye lê hew wek paşgirekê bi kar tê.



15.04.2023 23:11 | keyomerd

12. (bnr: kanalên youtubê ên xwarin û vexwarinê)



28.10.2023 09:07 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kevanî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî